Geştiyar ref bi ref berê xwe didin Çiyayê Cîlo
Hewlêr (Rûdaw) - Serdema çûna ser lûtke û quntarên Çiyayê Cîlo li devera Colemêrgê dest pê kiriye. Bi sedan geştyar ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê berê xwe didin wî çiyayê ku 4 demsalan lûtkeya wî ji berfê spî dike.
Ji bo dîtîna van dîmenên bêhampa geştiyar pêl bi pêl berê xwe didin vê navçeya dilrevîn a Bakurê Kurdistanê.
Geştiyar Ozlem Kurt got "Em gelek bi şens û bextewar in ku em hatine vê derê. Ji ber ku çiya, kevir, ax û kulîlkên vê derê em mestkirin. Em gelek kêfxweş in ku li vê derê ne."
Geştiyar Alî Yilmaz dibêje "Ez yek ji demên herî bextewar ên jiyana xwe dijîm. Ez gelek kêfxweş im ku di nav xwezayeke wiha xweşik de me."
Komeleyên xwezayê yên parêzgeha Colemêrgê ji bo danasînê geştên taybet bo Çiyayê Cîlo saz dikin.
Bi sedan geştiyarên ku dawiya heftiyê serdana Colemêrgê kirin berê xwedan lûtkeyên vî çiyayî û di vê meha havînê de li ser berfê şemitîn.
Rêveberê Werziş û Ciwanan ê Colemêrgê Emîn Yildirim anî ziman "Îro li vê derê derdora 400 xwezahez hene. Kesên ji bajarên cûda yên Tirkiyê li vê derê ne. Bi rastî Colemêrg ji bo ku bibe paytexytekî geştiyariyê pêngavên girîng diavêje. Hem bo werzişên zivistanê û hem jî bo werzişên xwezayî ne tenê ji bajarên Tirkiyê êdî çiyagerên ji gelek welatên Ewropayê jî tên vê derê."
Çiyayê Cîlo li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji aliyê bilindahiyê ve di rêza duyem de ye û bilindahiya wî ji deryayê 4 hezar û 135 metre ye. Li lûtkeyên çiya 4 demsalan berf nahele û çiyayek qeşayî ye.
Cîlo 45 kîlometreyan ji navenda Colemêrgê dûr e û ji bo borandina kêliyên xweş li benda geştiyaran e.