Geştiyar ref bi ref berê xwe didin Çiyayê Cîlo

06-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Çiyayê Cîlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdema çûna ser lûtke û quntarên Çiyayê Cîlo li devera Colemêrgê dest pê kiriye. Bi sedan geştyar ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê berê xwe didin wî çiyayê ku 4 demsalan lûtkeya wî ji berfê spî dike.

Ji bo dîtîna van dîmenên bêhampa geştiyar pêl bi pêl  berê xwe didin vê  navçeya dilrevîn a Bakurê Kurdistanê.

Geştiyar Ozlem Kurt got "Em gelek  bi şens û bextewar in ku em hatine vê derê. Ji ber ku çiya, kevir, ax û kulîlkên vê derê em mestkirin. Em gelek kêfxweş in ku li vê derê ne."

Geştiyar Alî Yilmaz dibêje "Ez yek ji demên herî bextewar ên jiyana xwe dijîm. Ez gelek kêfxweş im ku di nav xwezayeke wiha xweşik de me."

Komeleyên xwezayê yên parêzgeha Colemêrgê  ji bo danasînê  geştên taybet bo Çiyayê Cîlo saz dikin.

Bi sedan geştiyarên ku dawiya heftiyê serdana Colemêrgê kirin berê xwedan lûtkeyên vî çiyayî û di vê  meha  havînê de li ser berfê şemitîn.

Rêveberê Werziş û Ciwanan ê Colemêrgê Emîn Yildirim anî ziman "Îro li vê derê derdora 400 xwezahez hene. Kesên ji bajarên cûda yên Tirkiyê li vê derê ne. Bi rastî Colemêrg ji bo ku bibe paytexytekî geştiyariyê pêngavên girîng diavêje. Hem bo werzişên zivistanê û hem jî  bo werzişên xwezayî ne tenê ji bajarên Tirkiyê êdî  çiyagerên ji gelek welatên Ewropayê jî  tên vê derê."

Çiyayê Cîlo li  ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  ji aliyê bilindahiyê ve di rêza duyem de ye û bilindahiya wî ji deryayê 4 hezar û 135 metre ye. Li lûtkeyên çiya 4 demsalan  berf nahele û çiyayek qeşayî ye.

Cîlo 45 kîlometreyan ji navenda Colemêrgê dûr e û ji bo borandina kêliyên xweş li benda geştiyaran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst