Mam Ehmed 118 salî ye û 100 sal e hingivaniyê dike

06-06-2020
RÛDAW
Mam Ehmed xelkê gundê Berdereşe yê Merîwanê ye
Mam Ehmed xelkê gundê Berdereşe yê Merîwanê ye
Nîşan Merîwan Mêşvanî Hingivanî Hingiv Rojhilatê Kurdistanê Berdereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ehmed Hizênzade evîndarê mêşên hingiv e. 118 sal temenê wî ye, dibêje ku 100 sal e ew hingevaniyê dike, canê wî girêdayî wan mêşên hingiv e.

Hingivan Ehmed Hizênzade dibêje, “118 sal temenê min heye, ev 100 sal e ez mijûlî karê hingivaniyê me.”

Mam Ehmed xelkê gundê Berdereşe yê Merîwanê ye li Rojhilatê Kurdistanê. Ew salane bi sedema av û hewaya baş, ew li gundên Merîwanê 200 tonên hingiv berhem tîne. Wî 30 hezar şulxeyên mêşan li wan gunand hene. Şêwaza 3 hezar ji wan şulxan şêwaza kevin e.

Ew dibêje, berhema hingiv jî girêdayî salê ye, hinek salan baş û hinek salan jî ne baş e. 100 sal ezmûna hingivaniyê, weha kiriye ku mam Ehmed bi temaşekirinekê mêşên hingiv yên nêr û mê nas bike.

Mam Ehmed jî weke gelek kesên din, jehra mêşên hingiv bi derman dizane û dibêje: Eger mêşên hingiv bi wî venedin, tendirûstiya wî baş nabe.

Ew bi hestiyarî hingiv berhem tîne, hewil dide ku hingiveke baş û sirûştî bixe bazarê.

Di demekê de beşeke zêde ji berhema hingivê Îranê, bi şekirê berhem tê, ku ji bo tendirûstiya mirovan nebaş e. Mam Ehmed dibêje, ji bo li bek hingivînê zêdetir, ew şekirê bikar nayîne.

100 sal e ew jiyan xwe bi vî awayî birê dike, ew bawer nake rojekê jî bêyî hingiv bijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst