Demsala geştyariyê dest pê kir: Geştyar berê xwe didin Dêra Mor Gabrîel

06-04-2024
Ferdî Sak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêra Mor Gabrîel Midyad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dêra Mor Gabrîel a li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi dîroka xwe ya kevnar û mîmariya xwe ya bedew li benda geştyaran e.

Gabrîel navê metranekî pîroz e, lewra navê Mor Gabrîel (Gabrîelê Pîroz) li dêrê hatiye kirin.

Dîroka avakirina wê vedigere zêdetirî hezar û 600 sal berî niha.

Bi germbûna hewayê û destpêkirina demsala biharê liv û tevgera geştyarî li dêrê zêde bûye.

Grûpeke geştyariyê ji bo dîtina vê berhema dîrokî ji Xirwatistanê çûn navçeyê.

"Mor Gabrîel bala geştyaran dikişîne"

Rêberê geştyarî Bîlal Akyildirim got, “Ez rêberê tûrê me.

Îro jî me mêvanên xwe ji Xirwatistanê anîne vê derê.

Bi rastî wan gelekî Mor Gabrîel eciband, ji ber ku koka Xirîstiyaniyê digihe vê derê.

Destpêkê li vê derê dêr hatine avakirin, lewma bala geştyaran jî dikişîne.

Her sal komên Xirîstiyanan ji derve tên û dixwazin van deran bibînin. Koma me jî 15 kes bûn.”

Dêr yek ji dêrên herî kevnar ên Suryanên navçeyê ye.

Ji aliyê Xirîstiyanên Ortodoks ve wekî cihekî pîroz tê dîtin û wekî Qudsa Duyem tê hesabkirin. 

Geştyarekî Xirwat bi destê hevjîna xwe girtiye û ew aniye vê dêrê.

Mîmarî û bedewiya dêrê ew matmayî hiştine.

“Ev der cihê destpêka ola me ye”

Geştiyarê Xirwat wiha anî ziman, "Ev cih ji bo me gelekî balkêş e.

Ji ber ku ev der destpêka Xirîstiyaniyê ye. Li welatê me dêrên Romanî (Katolîk) hene.

Min ev der gelekî eciband ji ber ku cihê destpêkirina ola me ye."

Dêra Mor Gabrîel 7 rojan di navbera demjimêr 09:00-11:30 û 13:00 heta 16:30ê êvarê ji bo serdana geştyaran vekiriye.

Nirxê çûyîna nav dêrê 100 lîre ye ku dike derdora 3 dolaran.

Di dema geştê de rêberekî dêrê jî ligel wan beşdar e û bi çend zimanan bê beramber behsa dîroka dêrê dike.

“Par nêzîkî 100 hezar geştyar hatin vê derê”

Berpirsê Dêra Mor Gabrîel Şabo wiha axivî, "Ev der Dêra Mor Gabrîel e.

1623 salan temenê wê heye. Piştî Zayînê 397 hîmê wê hatiye danîn.

Li seranserê Tirkiyeyê dêreke mezin e û li cîhanê jî yek ji dêrên herî kevn e.

Gelek geştyar tên vê derê. Par nêzîkî 100 hezar geştyar hatin vê derê. Îsal hêviya me ew e, sed hezarî jî derbas bike.”

Di hundirê dêrê de beşên cuda yên wekî medbex, cihê civînan û cihê perwerdeyê hene û niha derdora 60 kesî tê de dijîn.

Dêra Mor Gabrîel an jî Keşîşxaneya Mor Gabrîel sala 2021ê ketiye Lîsteya Demkî ya Mîratên Cîhanî ya UNESCOyê.

Dêr 23 kîlometreyan dikeve başûrrojhilatê Midyadê û li benda geştyarên 4 aliyên Kurdistan û cîhanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst