200 bûk û zavayî bi hev re daweta xwe kir

05-08-2023
RÛDAW
Daweta 200 kesî
Daweta 200 kesî
Nîşan Yemen Dawet
A+ A-

Hewlêrê (Rûdaw) - Li Yemenê 200 bûk û zava bi daweteke bi hev re zewicîn.

Daweta 200 kesî roja înê li parêzgeha Taizê ya Yemenê ji aliyê rêxistinên mirovî ve hat kirin.

200 bûk û zavayên ji parêzgehên Hudeyda û Taizê beşdarî dawetê bûn.

Hin ji wan bûk û zavayan ji ber şerê navxweyî yê di salên dawî de koçber bûbûn.

Li gorî rêkxerên dawetê armanca daweta 200 kesî, “hêsankirina zewacê û alîkariya ciwanan ji bo zewacê ye.”

Yemen yek ji welatên herî hejar ê cîhanê û Rojhilata Navîn tê hesibandin ku dahata kesane tenê 2 hezar û 213 dolar in.

Li Erebistana Siûdiyê ya cîranê Yemenê ew dahat 23 hezar û 274 dolar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst