Girê Miraza bala geştyaran dikişîne

05-07-2019
RÛDAW
Nîşan Girê Miraza UNESCO Geştyar
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Girê Miraza ku weke cihê "destpêka dîrokê" tê qebûlkirin û di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê de saleke xwe temam kir, bi saya vê taybetiya xwe li dinyayê ji berê zêdetir tê naskirin.

 

Wargeha 18 kîlometre li dûrî navenda bajêr di heyama neolîtîk da hatiye avakirin. Lêkolînerên ji zanîngehên Stenbol û Chicagoyê di sala 1963yan da dema li ser rûyê erdê dixebitîn wargeh ferq kirin. Di sala 1986an da cotkarekî dema zeviya xwe radikir peykerek dît û daneya ewil wê çaxê derkete holê.

 

Cotkar fêm kiriye ku kevirê dîtiye bi qîmet e, radestî rayedarên Muzeya Arkeolojiyê ya Rihayê kiriye. Pêşiyê nehat fêmkirin ku ev peykerê çi ye li muzeyê hildan parastinê. Paşê Prof. Dr. Klaus Schmidtê Alman ji bo vekolanê hat Newala Çorê ya li Hîlwanê û li muzeyê peyker dît û ji ber ku girîng e li ser xebat da destpêkirin.

 

 

Ji Wezareta Çand û Turîzm a Tirkiyê destûr hat wergirtin Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanyayê û Muzeya Rihayê bi serokatiya Prof. Dr. Klaus Schmidt di sala 1995an de li herêmê dest bi kolanê kirin. Di xebatan da kevirên tîk ên dirêjahiya wan di navbera 3 û 6 metreyan de û li ser wan resmên heywanan hene hatin dîtin. Giraniya keviran di navbera 40 û 60 tonî de bû.

 

Dîsa di vekolanan de bermayiyên perestgehên gilover û çarparsû, peykerê însanekî yê 65 santîm yê tê gotin 12 hezar salî ye û hin berhemên din hatin dîtin.

 

Girê Miraza her diçe li dinyayê ji berê zêdetir tê zanîn, kêmzêde 6 salan di Lîsteya Berwext a Çanda Dinyayê ya UNESCOyê de cihê xwe girt di Tîrmeha 2018an de bi destê Komîteya Mîrata Dinyayê hildan Lîsteya Çanda Dinyayê.

 

Girê Miraza tevlî vê lîsteyê kirin êdî li dinyayê ji berê zêdetir tê zanîn û ji ber ku sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" hat ragihandin ji turîstên xwecî û biyanî eleqeyeke mezin dibîne.

 

 

Serokê Vekolana Girê Miraza û Midûrê Muzeya Rihayê Celal Uludag dibêje ku di ser re salek derbas bû ku Girê Miraza hildan Lîsteya Mîrata Dinyayê.

 

Uludag diyar dike ku ji bo Girê Miraza tevlî lîsteyê bikin hemû xebatên xwe bi baldarî meşandin û dibêje: "Piştî temamkirina amadehiyên li derdora herêmê di 1ê Tîrmeha 2018an de Girê Miraza tevlî Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê kirin. Bi vî awayî kete nav cihên li dinyayê herî zêde tên zanîn. Acente jî pêşniyaz dikin. Piştî pêvajoya UNESCOyê em vê bi eşkeretî dibînin. Hejmara ziyaretvanan gelekî zêde bû. Bi taybetî hejmara ziyaretvanên ji derveyî welêt tên zêde dibe."

 

Celal Uludag eşkere kir ku piştî UNESCOyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" îlan kir û bandora vê jî li ser zêdebûna hejmara ziyaretvanan heye.

 

Uludag destnîşan kir ku di betlaneya Cejna Remezanê de di rojekê de kêmzêde 6 hezar kesî Girê Miraza ziyaret kir, li bendê ne ku di rojên pêşiya me de hejmar ji vê jî zêdetir bibe.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst