Gundekî dûr yê Çînê navê Tesla lê hatiye kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê geştyarî yê Panshiga li parêzgeha Yunnan a Çînê; gundek çiyayî û dûrî bajêr e ku ji ber kirîn û bikaranîna hejmareke zêde ya otombîlên elektrîkî yên kompanya Tesla ya Amerîkî ji aliyê niçtecihên vî gundî ve jê re tê gotin Tesla.

Li vî gundê biçûk 40 otombîlên Tesla hene. Ewê ku li pişt kampanya binavkirina Tesla ya vî gundî ye Chay Ruun ê niçtecihê Pashîgane ku yekem otombîla Tesla wî anîbû vî gundî.

Chay Ruun, niştecihê gundê Panshîga dibêje, “Di sala 2020 de hevlekî min ji bajarê Shanghayew serdana min kir û min ew li gund gerand. Ji min re got bo gundek wiha ya baş ewe ku hû otombêlên berqî bikarbînin bo hûn bikaribin xizmetek baştir ji geştyaran re bikin û di heman demê de çavkaniyeke dostê Jîngehê bin.”

Kompaniya Tesla mezintirîn berhemhênerê otombîlên elektrîkî ye li cîhanê û di sala 2019an de yekem kargeha xwe li bajarê Shanghay a Çînê vekir.

Ji wê demê ve bazareke xwe ya berfirek di bazara Çînê de heye û bikaranîna otombîlên Tesla bi wê zêdebûna xwe ya li gundê dûr ê Pashinga bo kompaniyayê wek serkeftinekê tê dîtin.

Jang Kingwi, xwediyê otombîla Tesla dibêje, “Sîstema Software a Tesla niha bi temamî update e. Gelek caran di vê piroseyê de em tiştên nû dibînin û em li gorî van tiştên nû diçin.”

Kompaniya Tesla di sala 2021an de 930 milyon otombîlên elektrîkî xist bazarê, û ew rêje li gorî sala 2020an bi rêjeya %71 bilind bûye.

Tesla li Çînê dixwaze îsal otombîlên erzan ên elektrîkî çêke û her yekê bi nirxê 20 hezar ta 25 hezar dolarî bide bazarê.