Welatî bi qeflan serdana Gola Masiyan dike

05-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Ligel hatina beharê û germbûna hewayê êdî di dawiya hefteyê de welatî bi qeflan serdana Gola Masiyan a Rihayê dikin ku yek ji navendên girîng ên turîzmê ye.

Riha ku Hezretî Îbrahîm lê jidayîk bûye û pêxemberên wek Eyûb, Elyasa û Şuayp lê jiyane û ji ber vê yekê jî wek "bajarê pêxemberan" tê naskirin, di warê turîzmê de navçeyeke girîng e, bi taybetî turîzma baweriyê.

Welatiyên ku ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tên, dikevin wê şikefta ku tê gotin Hezretî Îbrahîm lê jidayîk bûye û diayên xwe dikin.

Li gor riwayetê, Hezretî Îbrahîm demekê di wê şikeftê de hatiye veşartin.

Gola Masiyan jî yek ji wan cihan e ku herî zêde welatî serdana wê dikin û berê xwe didin masiyên di nav golê de.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst