Cizîr îsal ji geştyariyê bi hêvî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal hêviyeke zêde ya berpirsên navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ji geştyariyê heye.

Mala dengbêjan a li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di demsala geştyariyê de li vê derê berdewam şevbuhêrkên Kurdî tên lidarxistin.

Cizîra Botan yek ji girîngtirîn navenda geştyariya dîrok, çand û olî ye û xwedî kevneşopiyeke dewlemend a dengbêjiyê ye. Lewra Mihemed Arifê Cizîrê, Esker Cizîrî, Ebdurrehman Cizîrî, Seîdê Cizîrî û Mesûd Cizîrê ji sînga vî bajarî derketine.

Rêveberê Karên Civakî û Çandî yê Şaredariya Cizîrê Cuneyt Munis got “Navçeya me ji aliyê dîrokî ve bi rastî cihekî gelekî kevn e. Ji aliyê geştyariya olî û çandî ve gelek dewlemend e. Wek tê zanîn di demên borî de ji ber pandemiya Coronayê geştyarî rawestiyabû. Lê niha bi başbûna keşûhewayê û destpêkirina demsala geştyariyê tevgerekê dest pê kir.”

Di serî de ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, ji bajarên Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi hezaran geştyar ji bo dîtina, Birca Belek, Medreseya Sor, Medreseya Mîr Evdal, Gora Mem û Zîn, Gora Pêxember Nûh, Gora Melayê Cizîrî û gora dahênerê robotê Ebûl-îz El Cizîrî berê xwe didin navçeya ku Çemê Dicleyê xweşikayiya xwe dayê ye.

Geştyara Hamide Çakmak dibêje “Bêhna dîrok, çand û şaristaniyê ji Cizîrê tê. Ez berê jî hatibûm herêmê, lê cara yekem Cizîrê dibînim. Bi rastî min gelekî eciband. Dema ez têm vê herêmê, her car kêfxweşî û tameke cuda ye. Her cara ku ez têm bi min wek cara yekem e ku dibînim. Cizîr bi rastî pir xweş e.”

Cizîr bajarekî resen ê Kurdî ye, ku ziman û Kurdbûn bi her awayî lê zîndî ye. Bajarê ku bi navê Cizîra Botan navdar e heta sala 1990î navçeyeke ser bi parêzgeha Mêrdînê bû, lê 16 Gulana 1990î bi yasayekê Şirnex wek parêzgeh hat qebûlkirin û Cizîr jî bû navçeyeke Şirnexê.