Şikefta Şanederê: Rejûya ku di Serdema Neandertalan de hatiye bikaranîn hat dîtin

03-12-2022
Bextiyar Qadir
Şikefta Şanederê: Rejûya ku di Serdema Neandertalan de hatiye bikaranîn hat dîtin
Şikefta Şanederê: Rejûya ku di Serdema Neandertalan de hatiye bikaranîn hat dîtin
Nîşan Şikefta Şanederê Neandertal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çend parçe rejûyên ku di Şikefta Şanederê hatin dîtin, dîrokeke nû ya mirovnasî an jî antropolojiyê tomar kirin. Zankoya Cambridge lêkolînên laboratuwarî li ser perçeyên rejûyan kiriye û ew vegerandine hola şûnewarnasî ya Soranê.

Rêveberê Şûnewar an jî Arkeolojî ya Soranê Ebdulwehab Silêman got, “Tiştê berê dihate pêşbînîkirin ku jiyaneke koçeriyê ya mirovan hebûye û tenê nêçîrvanî dikiriye, çi didîtin û dixwarin, wek sebzeyên demsalî û goşt bi xavî dixwarine lê van nimûneyên bi rejû an jî karbonîzekirî nîşan didin ku Neandertalan xwarine çêdikiribûne.”

Dîroka Şikefta Şanederê vedigere serdema kevirî ya kevn û heşt hezar sal Berî Zayînê. Di şikeftê de 71 sal in xebatên arkeolojîkî tên kirin. Zankoyên Columbia û Cambridge heta sala 2021an 14 metre kûr kirine û lêkolîn li ser kirine.

Di lêkolînan de dîroka wê wek 75,000 sal berê hatiye tomarkirin. 11 peykerên mirovên Neandertal tê de hatin dîtin. Di sala 2022an de 120 santîmetreyên din jî hat kûrkirin û dîroka wê wek 110 hezar sal berê hat tomarkirin.

Serokê Tîma Arkeolojî ya Cambridge Profesor Chris Hander got, “Şikefta Şanederê dibe alîkar ku em bizanibin Neandertal çima ji nav çûn. Têgihîştina gelemperî ev e ku Neandertal ji me kêmtir serkeftî bûne.”

Şikefta Şanederê şikefta herî mezin a Başûrê Kurdistanê ye. 18 metre bilind, 40 metre dirêj û 27 metre jî pan e. Li qûntara Çiyayê Biradostê li herêma Barzanê ye û 2200 metre ji asta deryayê bilind e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst