Li Erzinganê 5 cure tiriyên nû hatin berhemanîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê êdî tirî bi rêbazên nû têhilberîn.

Li Erzinganê di encama xebateke zanistî ya 8 salan de, ji genetîka 220 cureyên tirî yên ku ji 11 parêzgehan hatine komkirin, 5 cure tiriyê nû hatiye hilberîn.

Niha ew li bendê ne ku ew cureyên tirî bên tomarkirin da ku nav li wan bikin û bixin bazarê.

Parêzgarê Erzinganê Hamza Aydogdu li ser xebata hilberîna tirî wiha got:

“Hewzê genan ê hemû cureyên fêkî heye. Ji 11 parêzgehan 220 cûreyên tirî li vir hatin komkirin.

Tiriyekî taybet ê Erzinganê yê bi navê Cimîn heye, ew tirî li cihekî din çênabe. Îlonê çêdibe û dawiya çiriya pêşîn diqede.

Hevalên me ji genên wan 220 tiriyan niha 5 curên tiriyên wekî Cimîn taybet çêkirine.”

Li vê parêzgehê sala 1995an li ser rûberê 226 dekaran dest bi komkirina genên berhemên çandiniyê hatiye kirin û ji wê demê ve li vir xebateke zanistî ya bi vî awayî tê meşandin.

Li Kilîsê dema mehsereyê ye

Li aliyê din, li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê jî dest bi çinîna tirî hat kirin û li vir jî li ser rûberê bi deh hezaran dekarî mêw hatine çandin.

Cotkar Mehmet Çelebî jî wisa behsa hilberîna tirî û çêkirina mewîjan kir:

“Eva ku hûn dibînin derdûra 57 doniman e. Îsal ji ber germê û guherîna avhewayê berhema tirî sedî 50 kêm bûye.

Ji 57 donimê derdora 150 ton tirî derdikeve û dema em dikin mewîj dibe derdora 35 tonan.”

Cotkar piştî tirî diçinin mehsereyê datînîn, tirî dixin nav ava bi soda piştre li ber tavê radixin.

Di nava 10 rojan de ew dibe mewîj û kîloya mewjan bi 150 lîreyî difiroşin.

Li gorî amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Kilîsê li wê parêzgehê li ser rûberê 123 hezar dekaran mêw hatine çandin.