Çemê şîn û bihûşta veşartî; Serê Avê

03-08-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Serê Avê Ava Spî Nisêbîn Mêrdîn
A+ A-

Nisêbîn (Rûdaw) - Li tevahiya Bakurê Kurdistanê, ji ber ku behr nîn e dema dibe werzê havînê xelk xwe li çem û zozanên hênik digire. Yek ji wan çemên xwedî dîmenên nuwaze jî Serê Avê ye li Nisibîna Merdînê. Serê Avê bi şînahiya xwe, bi av û hênikahiya xwe berê xelkê bi xwe ve dikêşe. Ne tenê ji Mêrdînê jî lê li gelek navçe û bajarên derdorê jî xelk qesta vê derê dike. Dîmenên Serê Avê ne kêmtir in ji wan navçeyên ku navendên behr û betlaneyê ne. Heta êvarê dengê ribab û çivîkan jî xelata pê re ye.

Çemê şîn û bihûştane yê Serê Avê li Nisêbînê yek ji havîngeh û seyrangehên sereke ye li Bakurê Kurdistanê. Bi hatina havînê re çem dibe cihê kêf û bêhnvedanê. Bi hezaran kes, rojane xwe li vê ava sar û şînahiyê digirin.

Jenyar Îhsan Ozdemîr dibêje “Tû bê ji kêderê qesta vê derê dikin, tên. Heta em kemençecî bixwe jî tên vê derê, sebra me tê. Vê derê cihekî xweş e. Em tên ji wan rê lêdixin. Debara me jî li ser vê ye. Nêzkî 30-40 sal e ez li vê kemençê dixim.”

Welatî Gulbarîn got “Ez ji Hollanda me lê ez xelka Qoserê me. Di biçûkatiya min de rehmetiyê bavê min em her tim dibirin Serê Avê. Niha jî em bo çar hefte tên tatîlê û têne vir. A niha 6 salbûn ez nehatibûm. Îro bû roja min ez hatim. Tiştek xweş e. Welatê me ye xweş û şîn e.”

Karker Remzî Kûtlûcan anî ziman “Em tên Ava Spî, xweş e, şîn e em kêfxweş dibin. Em rokê serê xwe rihet dikin dikin. Tiştkî xweş e. Em malbat û zarokan tînin. Zarokên me kêfxweş dibin. Hênikahiya wê heye xweş e. Ji germa Qoserê em rojekê tên vir û kêfxweş dibin. Zarokên me jî kêfxweş dibin.”

Dîmenên Serê Avê dişibin navçeyên rojavayê Tirkiyê. Şînahî, tav û av derfeta betlaneyeke têr û tije pêşkêş dike. Zarok û mezin weke di behreke bê binî de melevaniyê bikin. Pêkan e mirov xwarina xwe bi xwe çêbike yan li vir bi pere bixwe

Ferhê Şîndî Ez diyar kir “Ji Merdînê hatime ku ji xwe re li vir bigerim. Kêfxweş dibim û min malbata xwe anîye û hatime. Hênkahî, şîn û xweş e.”

Smaîl Tarayhan ragihand “Welatê me gelkî germe. Vir hênik e û em ji xwe re tên vir. Hênik û xweş e. Em heta êvar dimînin û derin.”

Mûrat Erbey destnîşan kir “Welatê me hun dizanin pir germ e. vê derê cihê hênkahiyê ye û xelk tên heta êvar dimînin û êvar vedigerin. Heroj werê ye. Dawiya hefteyê qerebelix gelekî zêdetir e. Çemekî gelekî xweş e.”

Azîze Şîmşek got “Ji mal xweştir e. kareba gelekî biha ye û her tişt biha bûye. Em jî ji xwe re tên û roja xwe li vir derbas dikin. Xweş e.”

Serê Avê bi navê xwe yê ‘Ava Sipî’ jî tê zanîn. Li dora çem zêdetir ji 100 cihên xizmetguzariyê hene. Çem 15 kêlometir dûr e ji Nisibînê û li aliyê bakur ve ye. Rojane bi hezaran kes tên û dawiya hefteyê cîh namîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst