Li Amêdiyê geştiyarî geş bûye lê nebûna jêrxanê geştyar bêzar kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Di destpêka demsala havînê de geştiyarî li qeza Amêdiyê ya Duhokê geş bûye. Piraniya geştiyaran ji deverên din ên herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê ne. Nebûna jêrxaneya geştûguzariyê li van deveran geştyaran bêzar dike, ew dibêjin, divê hikûmet piştgiriyê bide kerta geştiyariyê.

Xwediyê cihê geştiyariyê Metîn Hêtûtî li ser nebûna jêrxanê got, “Demsala havînê ye, geştuguzarî heye lê di demsalên bihar, payîz û zivistanê de geştûguzarî gelek qels e, bi taybetî jî zivistanê. Hikûmet û em divê em hemî bi hev re bi başî bixebitin ku geştyaran bikşînine Kurdistanê.”

Li gorî amarên Rêveberiya Geştûguzariya Duhokê sala par milyonek û 500 hezar geştyaran serdana Duhokê kirine û ji wê hejmarê milyonek kesan serdana navçeya Amêdiyê kirine.

Nûnera kompanyeke Geştiyariyê Leyla Sîto anî ziman, “Hikûmet girîngiyê nade geştyariyê, gelekî lawaz e. Ji aliyê geştyriyê, paqijiyê, tertîban cihan û avahiyan ve.”

Nûnera Cihekî Geştiyariyê Solîn Koçer got, “Divê em jî xwedî cihên taybet û profesyonal bin. Heger xizmeteke baştir were kirin dê ji her aliyên cîhanê serdan werin kirin.”

Serokê Desteya Veberhênanên Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî nebûna jêrxanê li Amêdiyê bi çend sedeman ve girê dide û dibêje, “Li hemû Kurdistanê, ji bo cihên geştiyariyê pirsgirêkên me hene. Jêrxaneke durist a geştyariyê di her warî de nehatiye duristkirin. Heger li Amêdiyê nexşeya dabeşkirina zeviyan hwd. hebe pirsgirêkên me namînin.”

Amêdî navçeyeke ser bi parêzgeha Duhokê ye ku gelek cihên dîrokî û geştyarî lê hene.