Dêrsim bi xwezaya xwe ya bêhempa li benda geştyaran e

01-11-2023
RÛDAW
Xwezaya Dêrsimê/Wêne: Rûdaw
Xwezaya Dêrsimê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Geştiyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Ajansa Pêşxistina Firatê bi mebesta bihêzkirina geştyariyê, geşteke meşê ya di nav xwezaya Dêrsimê de saz kir.

Ajansa Pêşxistina Firatê bi armanca danasîna deverên dîrokî û geştariyê yên Dêrsimê dest bi meşê kir.

Ajansê bi hevkariya Yekîtiya Acenteyên Gestyariyê ya Tirkiyeyê (TURSAB) ji bo ku zêtetir geştiyar bên Dêrsimê, xwediyên 18 acenteyên geştyariyê yên ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vexwendin Dêrsimê.

Ew li hemû cihên dîrokî, balkêş û bedew yên vê parêzgehê geriyan.

Sekreter Giştî yê Ajansa Pêşketina Firatê Abdulvahap Yogunlu got:

“Ji bo ku navçeya me di warê aborî û civakî de pêş de biçe rêya herî girîng, zêdekirina geştyariyê ye.

Ji bo geştyarî li vê herêmê zêde bibe me dest bi xebateke danasîna deverên geştyariyê kiriye.”

Vê ajasê par bi heman armancê li parêzgehên Xarpêt û Meletiyê dest bi meşên di nav xwezayê de kiribû.

Ajansê îsal jî li Çewlîg û Dêrsimê ev meş li dar xist.

Beriya dest bi meşê bikin wan di civîneke a li gel berpirsên acenteyên geştyariyê de mijara mayîn, birin û anîn a geştyaran û xwaringehên geştyara pêşwazî bikin gotubêj kirin.

"Herêmeke gelekî bibandor e"

Xwediya acenteya geştyariyê Asûman Bîlgîçê wiha anî ziman, “Herêmeke gelekî bibandor e.

Ji ber xweza, çand û dîroka vê deverê berpirsên acenteyên geştyariyê yên ku hatîn vir gelek bandor li wan kir.”

Ew bi vê xebatê dixwazin salane hêjmara geştyaran li Dêrsimê zêdetir bikin

Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi xwazaya xwe ya bedew bi nav û deng e.

Dêrsimê di 10 mehên yekem ên sala 2022yan de mazûvaniya nêzîkî du milyon geştyarên navxwe û biyanî kiribû û ew li bendê ne îsal vê hêjmarê derbas bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst