Wênegirekî Amedî bi astronotan danasîna bajarê xwe dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wênegirê Amedî Cengîz Kudat, bi astronotan danasîna şûnwarên dîrokî yê parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê dike. Ew dixwaze di pêşangeheke wêneyan de danasîna navçeyên balkêş, dîrokî û geştiyarî yên Amedê bike. Ji bo balkişandina ser pêşangeha xwe jî weke model astronotek hilbijartiye û wê di çarçoveya vê projeya xwe de li 21 cihên cuda yên Amedê wêneyên wî bigire.

Ew ne astronek e û ew der jî ne banê hîvê yan jî gerestêrkeke din e ku lê dimeşe lê şûnwarek dîrokî yê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Wênegir Cengîz Kudat got, “Ev projeyeke min a nû ye. Projeya min dê bi awayê  geşta astontoke Amedî li Amedê be. Em dê li 21 cihên cuda yên  ku dîrok û xweşikbûna xwezaya Amedê nîşan didin bi 21 konseptên cuda wêneyan tomar bikin. Em di dawiya projeyê de jî  van wêneyan  bi pêşangehekê nîşan bidin.”

Cengîz Kudat rojane cilên vî modelê astronot lê dike. Wî dibe cihên cuda yên Amedê û wêneyên balkêş tomar dike. Piştî temambûna vê projeyê dê yekem pêşangeha xwe li Amedê veke lê ew dibêje eger derfet hebe dixwaze bi wêneyên xwe li derveyî welat jî danasîna Amedê bike.

Wênegir Cengîz Kudat anî ziman, “Ev demeke dirêj e ez li Amedê wênegir im. Ez bi armanca ku sûdekê bigihînim Amedê bi wêneyên ku digirim projeyan çêdikim. Çi bi kurtefîlm, belgefîlm an pêşangeh be. Dema xebata me temam bû yekem pêşangeh dê li Amedê bê vekirin. Em dixwazin piştî wê li cih û bajarên cuda jî pêşangehan vekin. Eger derfet hebe em dixwazin li derveyî welat jî pêşangehekê vekin.”

Wênegirê Amedî Cengîz Kudat destpêkê ji Keleha dîrokî ya Zerzavanê dest bi girtina wênayên pêşangeha xwe kiriye ku dîroka wê vedigere 3 hezar salab û berî niha mêhvandarî bo 2 çalakiyên fezayî kiribû ku ev yek jî sedema sereke bû hizra projeyeke bi vî rengî bike.