Salane bi hezaran geştiyar serdana Girê Mirazan dikin

01-07-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Girê Mirazan Riha Geştiyar Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girê Mirazan ye ku wek cihê destpêka dîrokê tê qebûlkirin, pêşwaziya bi hezaran geştyar dike.

Girê Mirazan ya li Rihaya Bakurê Kurdistanê 1ê Temûza 2018an bo Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê hatibû tomarkirin. Ji wê rojê de hejmara geştyaran roj bi roj zêde bû û di nav 4 salan de milyonek û 600 hezar geştyaran serdana Girê Miraza kirin.

Serokê Tîma Kolandina Girê Mirazan  Prof. Necmi Karul dibêje “Dema ket nav vê lîsteyê li hemû cîhanê hê zêde hat naskirin û bi vî awayî hejmara geştyaran her roj zêde dibe. Lê ji aliyê din ve piştî bû endamê UNESCOyê virûsa Coronayê bandoreke xirab li hejmara geştyaran kir.”

Berpirsên bajêr jî dibêjin ji vir û pê de armanca wan salane milyonek geştyar e.

Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan got “Wek tê zanîn di nav 4 çar salan de ku demeke kurt e, milyonek û 597 hezar kesan, nêzîkî milyonek û 600 hezar kesan serdana vê derê kir, lê ne bes e. Em ji bo vê derê xebateke zêde dimeşînin. Armanc salê milyonek geştyar e.”

Riha bi Girê Mirazan ku di lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de ye û dîroka wê vedigere berî 12 hezar salan û bi cihên din ên dîrokî bala mirovayetiyê dikşîne. Herî dawî jî li gundê Sêderiyê cihê dîrokî Qûça Keçlê wate (Qûça Keçel) hat dîtin ku bi Girê Miraza re hevdîrok e. Cihên dîrokî yên Rihayê bala zanistê dikşînin û derbarê Serdema Neolîtîk de zanyariyên girîng dihewînin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst