VÎDEO – Şevbihûrkek bi lîstok û kilam

01-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Wertê Şevbihûrk Folklor
A+ A-

Soran (Rûdaw) – Nîştecihên bajarokê Wertê yê navçeya Soran, di şevên dirêj ên zivistanê de şevbihûrka xwe bi lîstokên folklorî yên bavûkalan, bi kilam û lawikan derbas dikin.

 

 Ciwan û mêrên bajarokê Wertê yê navçeya Sorana Hewlêrê, şevên xwe bi lîstokên berî yên di gundên Kurdistanê de hebûne, lê niha hatine ji bîrkirin, derbas dikin.

 

Lîstokên weke, terka bin bere, colabîne, Kilawêne û çendîn lîstokên din ciwan û pîr anîne gel hev. Hinek car di lîstokê de hev diêşînin lê dîsa ken û şahiyê li hola civatê dagir kiriye.

 

Hemwelatiyê bi navê Ehmed Hemed dibêje; “Di civatên niha yên xelkê de tenê behsa siyaset, pere û hizbîbûnê tê kirin. Bi rastî jî ti xweşî di wan de nemaye. Ez di vê civatê de dibînim ka bavûkalên me çawa bi sadeyî lê bi dilxweşî jiyan kirine.”

 

Piştî xilasbûna lîstokan mêvan guhdariya dengê dengbêjan dikin. Li gel çaya ser pelên agir, meyûş û gûz tên pêşiya beşdarên şevbihûrkê.

 

Lîstokên kurdewarî yên folklorî gelek in û piraniya wan jî bi kom tên lîstin. Sergermiya lîstokê, hizra demê ji bîra mirovan dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst