Kurdistan çawa dikare mifayê ji Yekgirtûyê wergire?

31-12-2024
Arif Qurbanî
Nîşan Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Dema ku Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê xwe wekî partiyeke (Îslamî ya siyasî) ragihand, tevî ku Kurdistan ketibû gergerîneka şerekî qirêj ê birakujiyê jî lê hîn jî hestê neteweyî ew qasî zal bû ku ne tenê partiyên çep û neteweyî û sekuler, tewra gelek kes ji elîta rewşenbîr û nivîskarên derveyî partiyan jî, avakirina partiyeke Îslamî ya Îxwanî wekî metirsiyekê li ser paşeroja Kurdistanê didît.

Piraniya me bawer dikir ku ev hêza siyasî ji aliyekî ve dê bibe hêzeke dijî demokrasiyê û ji aliyê din ve jî dê bandoreke xirab li ser lawazkirina hestê neteweyî yê takekesên Kurd çêbike û girêdana neteweyî û niştimanî biguherîne bo girêdana ji bo ol û neteweya serdest a Ereb.

Tewra dihat gotin ku ev partî bi piştgirî û alîkariya welatên Kendavê, wekî amûrekê ji bo berdewamkirina 'stratejiya Erebî' ya ji bo zalbûna li ser neteweyên herêmê, hatiye avakirin. Rûpelên kovar û rojnameyên wê serdemê ku bi pênûsa nivîskar û rojnamegerên Kurd ên wê demê hatine nivîsandin, belgeyên wê nêrîna zal û sêwirandina giştî ya wê demê ji bo pênasekirina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ne.

Lê ezmûna van sî salên borî yên kar û xebata Yekgirtûya Îslamî, ew hemû nêrîn û raman berovajî kirin û piştrast kir ku Yekgirtûya Îslamî tiştekî din e. Ji aliyê karê rêxistinî û pabendbûna bi bingehên demokratîk ve, ji hemû partiyên din ên meydana siyasî ya Kurdistanê ku îdîaya demokratîkbûnê dikin, ji prensîpên demokratîk nêzîktir e. Her ji peyrewkirina dadmendiyê di nav jiyana xwe ya partiyê de, ji rêzgirtina îradeya endamên xwe, ji prensîpên hilbijartinan, ji pabendiya bi çax û dema girêdana kongreyên xwe.

Li derveyî jiyana rêxistinî û ji bo nav civakê jî, Yekgirtûya Îslamî dikare bi vî rengî were nîşandan ku dibistanek ji bo perwerdekirin û pêşxistina şiyana mirovî û berhemanîna takekesên jêhatî bû. Vêga di hemû waran de bi sedan kadroyên serkeftî tên dîtin ku li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê perwerde bûne. Di nav mamosteyên zanîngehan, di navendên din ên xwendinê, di nav bijîşk û karmendên tenduristiyê, dezgeh û navendên ragihandinê, heta sektorên giştî yên hikûmet û parlamentoyê de jî, endamên Yekgirtûyê di rêza pêşîn a kesên baş de ne.

Di serdem û rewşeke ku welat di nav çirava nezanî û paşketin û gendeliya siyasî û îdarî û fesada exlaqî de werbûye, ez xwe kêfxweş dibînim ku hêzeke siyasî ya girêdayî nirxên mirovî û exlaqî heye û kariye xwe û endamên xwe ji hilm û bêhna wê çiravê biparêze.

Her kesê ku dûr ji rageşiya îdeolojî û hizra teng a eşîr û êlperestiyê li rewşa siyasî, civakî û îdarî ya Kurdistanê binêre, vê rastiyê dizane û pêwîstiya wî bi çavê wijdanê nîne, (bi çavên serê xwe) cudahiya Yekgirtû û Yekgirtûyiyan dibîne.

Ti kes nikare tiliya tawanê dirêj bike ku wezîrekî Yekgirtûya Îslamî di wan kabîneyan de ku li Hewlêr û Bexdayê beşdarî tê de kirine, dosyeyeke gendeliyê li ser hebe. Di demekê de ku pir bi kêmî karakterên partiyên beşdar ên din ku di gendeliyê de ne xeniqî bin têne dîtin.

Ne pêkan e ku endamekî Yekgirtûya Îslamî li Parlamentoya Kurdistanê yan li Îraqê, bi wê yekê were sûcdarkirin ku deng û wijdana xwe firotibe, hertim di aliyê berjewendiya gel de bûne. Di pirs û mijarên neteweyî û niştimanî de jî deng û helwesta wan ji partiyên neteweyî ne xurttir bûbe, dengê wan ne lawaztir bûye. Tewra di nav sazî û rêxistinên civaka sivîl de jî, ti rêxistinek nîne girêdayî Yekgirtûya Îslamî be û dosyeya gendeliyê li ser hebe. Ev û gelek mînakên din hene ku cudahiya perwerde û pêgihandina kadroyên Yekgirtûyê piştrast dikin.

Pirsa girîng li vir ew e çawa û bi çi rêyê civak dikare sûdê ji vê hêzê wergire? Gelo ji bo Yekgirtûyê û ji bo xelkê jî her ewqas bes e ku wekî navendeke pêgihandina şiyana mirovî bimîne û kesên bi şiyan û jêhatî bixe nav civakê yan divê erkine din bigire ser milê xwe?

Bê guman, ti erk bi qasî perwerdekirina rast û pêgihandina şiyana mirovî ne girîng e, lê ji bo hêzeke nola Yekgirtûyê her ev qas ne bes e. Divê em li rêyekê bigerin ku ev şiyana mirovî ya perwerdebûyî di warê xizmeta giştî ya civakê de were bikaranîn.

Rêya guncav ji bo xizmeta giştî ew e ku desthilat bikeve destê hêza siyasî ya baş û kesên bi şiyan û jêhatî, lê gelek sedem hene ku ti carî pêgeha Yekgirtûya Îslamî negihîje wê asta cemawerî ku bikaribe desthilata Kurdistanê bigire dest.

Çareyeke din nîne ji bilî ku divê Yekgirtû li gel hêzên din beşdarî desthilatê bibe, lê li vir jî ya ku wer kiriye ku rola beşdariya Yekgirtûyê yan her hêzeke siyasî ya din lawaz be, sîstem û şêweya hikumdariya Herêma Kurdistanê ye ku ji destpêka yekem bingeha hikumdariya Kurdî ve bi xirabî di navbera PDK û YNKyê de û ji bo ragiritina hevsengiya di navbera van herduyan de hatiye dariştin.

Karakterên Yekgirtûyê bi rûyekî spî ji desthilatê derketine, lê wekî pêwîst jî nekarîne yan sîstemê rê nedaye wan ku xizmetê bikin. Ji bo wezîrên Yekgirtûya Îslamî û her wezîrekî din ku bi niyeta xizmetkirinê ev post wergirtibe, sedema ku nekariye roleke wî di xizmetkirina xelkê de hebe, ji ber wê nexşeya siyasî ya hikumdariya Kurdistanê ye ku li ser zona (navçeya) zer û zona kesk hatiye dabeşkirin.

Tewra ev yek ji bo wezîrên YNK û PDKyê bi xwe jî wisa bû. Kesekî YNKyê wezîrê her wezaretekê li Hewlêrê bûbe yan cîgirê wî yan jî her di nav wezaretê de gelek kelem li ber xwe dîtine, di rewşa herî baş de jî her wezîrê wan fermangehan bûye ku li zona kesk in. Ji bo PDKyê jî bi heman awayî û her wezîrê fermangehên zona zer bûye.

Yên ku ji partiyên din ên derveyî PDK û YNKyê posta wezaretê wergirtine, tenê wezîrê ofîsa xwe bûne, ji ber ku di dawiyê de PDK û YNKê her yekê zona xwe bi rê ve biriye. Ji bo hêzeke nola Yekgirtûyê ku ji kêrhatîbûn û nezaheta (paqijiya exlaqî) karakterên xwe piştrast e, ya baş ew e ku bi ti awayî beşdarî hikûmeteke bi vî rengî nebe, lê beşdariya xwe bi wê mercê ve girê bide ku bo mînak eger wezareta şaredariyê wergire, pêwîst e ji Germiyanê heta Badînanê, serokatiya şaredariyên hemû bajar û bajarokan wergire.

Yan her wezareteke din a xizmetguzariyê. Ev ne tenê ji bo Yekgirtûyê tewra ji bo Nifşa Nû jî baştir e ku bi vî awayî beşdarî hikûmetê bibe. Ev girîng e ji aliyekî ve dawî li wê dabeşkarî û hikumdariya du zonên siyasî tê, ji aliyekî din ve jî bi vî awayî astengî li ber wê hêza siyasî namîne ku felsefeya xwe ya hikumdariyê di wê wezaretê de biceribîne.

Dibe ku vêga gelek kesên ku bi hesab li dijî desthilatê ne û xwe di eniya dijî gendeliyê de dibînin, ji wê yekê nîgeran bin ku Yekgirtûya Îslamî ji bo beşdariya di desthilatê de were handan. Baş e eger sedem ew e ku em li dijî gendelî û xirabkariyê ne yan em dixwazin kesên baş di desthilatê de bin, nexwe çima ji wê yekê nîgeran bin ku karakterê nav Yekgirtûyê biçe nav desthilatê ku hêzek e hatiye ceribandin û bi rûyekî spî ji ceribandinan derketiye.

Loma di vê demê de ku Kurdistan ber bi pêkanîna kabîneya nû ve gav diavêje, ez dixwazim hemû kes û aliyên ku hikumdariyeke baştir dixwazin û ji vê şêweya birêvebirina Kurdistanê dilgiran in, Yekgirtûya Îslamî han bidin ku bi mercê wergirtina wezaretê ji wezîr heta astên jêr, beşdarî kabîneya nû ya hikûmetê bibe û ezmûneke nû bîne nav hikumdariya Kurdî. Belkî bi vê rêyê li kêleka xizmetên xwe yên din, vê xizmetê jî bi Kurdan bikin û bibin serê rima dawîanîna li modela hikumdariya du zonên zer û kesk.

 

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst