Divê Kurd karên gemar ên Ewropayê nekin

31-08-2014
Ayub Nuri
A+ A-

Gelek welatên ewropî piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê li dijî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ragihand. Wezîrên derve yên Ewropî û sîyasetmedarên asta bilind piştî hev tên Hewlêrê, soza alîkariya çek û leşkerî didin Pêşmergeyan.

Tiştekî pir baş e ku Kurd haydariya cîhanê werdigire gava ku ew hewl didin li nav xaka xwe Îslamê tund derxîn. Lê, pêwîst e em bînin bîr ku li Rojava alîkariya Kurdan dikin çimkî ew armanca Kurdan bawer dikin: Ew şera bala wan dikşîne çimkî ew ditirsin ku ew rojekê deriyê wan jî bide.

Xûya dike ku birêvebirên ewropî dawiyê li dijî gefên DAIŞê şiyar bûn. Ew dizanin ku cîhadiyê radîkal li Iraq û Sûriyê xwediyê xwezaya koçkirî û her çend salan carê ji welatekî diçin weletekî din. Niha, Ewropa dixwaze li dijî wan şer bike hê ew li Mûsil û Reqayê ve mijûl in.

Lê ew hêvî dikin ku şixulê şer Kurdan bikin. Ew leşkerên xwe naşînin û pisporên wan tine ku li dijî grubên cîhadî şer bikin. Ji aliyê din, him pisporên Kurdan heye him jî daxwaza wan a şer, çimkî xaka wan hatiye dagirkirin. Loma ew bo Rojava rewşeke îdeal e.

Lê, divê Kurd hişyar bibin û nebin nûnerekî belaş. Ew dikarin bo çek û piştgiriya wan spas bibin, yên rojekê dê bigirin, lê belê divê Kurd xwediyê ajandaya xwe bin û qet dev jê bernedin.

Divê şer li hemberî mîlîtanên îslamî tenê bo derxistina wan ji derveyê xaka Kurdistanê be. Dema sînorê Kurdistanê qediya divê Pêşmerge raweste. Dewleta Îslamê li Iraq û Şamê nikare bi awayekî asan li holê were rakirin û Kurdistan ne berpirsiyar e ku wî karî bike.

Ew pirsgirêkek iraqî ye, loma divê Bagdad çareser bike. Heger, cîhan bixwaze ew grûbê radîkal ji holê rake, divê ku herin û di derheqê ew mijarê de ligel Iraq, Erebîstana Suûdî, Tûnis û dewletên Erebên din re bipeyvin.

Eger Ewropa bo şerkirina li dijî îslama tund jidil e, divê ku ew li welatên xwe jî li dîjî wan şer bikin. Komên îslama tund bi awayekî serbestî li Amsterdam, London, Parîs û Stockholmê dijîn ji ber vê ew nikarin hêvî bikin ku Kurd li Iraqê pêşiya îslama tund bigrin.

Mumkin e ku cîhadî û alîgirê DAIŞê ji Mûsilê zêdetir li Ewropayê û Bakûrê Amerîka bijîn. Tu dikarî wan li her derê û her roj bibînî. Ew li peytextên Ewropa xwepêşandan lidardixin, ala reş dihejînin, rihê dirêj berdidin û heman alavê jîhadiya bikardînin.

Aligirên DAIŞê li Ewropa bêtirs li dijî polîsan şer dikin. Ew we’zên xwe di dibistan û mizgeftan de li dijî cihû, xirîstiyan û Rojavayiyan sloganan davêjin û ew hêvî dikin ku ew welatên lê dijîn wêran bibe. Heta dema kesek DAIŞê rexne bike ewê lê bidin.

Alîgirê DAIŞê di bin navê serbestiya peyivîn û oliyê her çi bixwazin dikarin bikin.

Dema Ewropa li dijî wan grûban bergiriyan bigre, dibistanên wan bigire û serbestiya wan a peyivînê sînor bike, piştre ew dikarin ji kurdan bixwazin Kurd bo Celewla û Mûsilî şer bikin.

Rast e ku Kurd û Rojava xwediyê dijminê hevbeş in. Lê Kurd li Rojava zêdetir di bin xeteriyê de ye. Îslamiyê tund ew çend sal in bajarên kurdan kiriye armanc û ewê herûher bibin cîranê Kurdistanê.


Li şûna bes şerkirinê, yekbûna Kurd û Rojava lazim e ku tiştekî  pir baş tixe nav lepê Kurdan. Eger ew şerê serxwebûnê ye û xelata wê dewletek Kurdî ye, piştre divê ku kurd dilê Mûsil û Tîkritê li dijî DAIŞê şer bike. Lê eger ew bendê ne ku kurd wekî bikujekî xebatê bike, divê ku Pêşmerge li sînorê Kurdistanê raweste û gavek pêşve neçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst