Ji nû ve vegerandina DAIŞê

Nîveşeveke meha adara sala 2014an, lap sê mehan berî peydabûna DAIŞê li Îraqê, me li beşa Erebî ya malpera Xendanê raporek weşand ku di çend mehên pêş de komeke çekdarî ya îslamî ya tundrew dê were Îraqê û hemû navçeyên Suniyan ji bin kontrola Bexdayê derxe, lê hîn çend xulek di ser weşandina wê re derbas nebûbûn, me zû jê bir.

Sedema weşandina wê raporê şaşfêmkirineke min bû. Wê demê berpirsekî Kurd li derveyî Îraqê li Emanê bû. Wî telefonî min kir û di behskirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, dabaşa wê yekê kir ku rewş dê wekî xwe nemîne û got bila ez hin zanyariyan bidim te. Min paşê tê derxist ku merema wî ji dayîna wan zanyariyan ji bo berçavronîkirina min bû lê min wisa fêm kir ku armanca wî ji dayîna wan zanyariyan bi mebesta weşandina wan bû.

Piştî telefona wî, min demildest têkilî bi sernivîskarê beşa Erebî ya malpera me re kir ji ber ku karmendên beşa me ya Kurdî heta wan deman li dewamê nediman, lê sernivîskarê beşa Erebî heta derengî şevê li malê jî kar dikir.

Min kurteyek ji gotinên wî berpirsê Kurd ji sernivîskar re got û min jê xwest ku di heman şevê de raporekê li ser amade bike û biweşîne. Ez mikur têm ku ew (sernivîskar) ji min hişyartir bû. Wî çend caran ji min re tekez kir ku weşandina wê raporê ne karekî baş e, lê ez ji ya xwe nehatim xwar û min jê re got divê tu raporê belav bikî. Me belav kir lê ew şev ji bo min şeveke ne xweş bû.

Loma ger nasnameya DAIŞê û ka kî xwediyê wê ye, herwiha çîroka hatin û çûna wê heta niha jî ji gelek kesan re cihê şik û pirsyarê be, ji bo min ne wisa ye. Bi kêmanî ez dizanim ku ew ne peydabûneke zikmakî bû û herwisa ez dizanim ku armanc û stratejiya anîna wê komê xofdar e û berovajî karakter, xislet û nasnameya rêolî bû ku kiribûn ala rêxistinê.

Ji destpêka peydabûna DAIŞê û heta niha jî, min di gelek gotar û hevdîtinên xwe yên televizyonê de bi awayekî rasterast û nerasterast gumana aliyê arasteker ê li pişt vê hêzê gurr kiriye; min behsa wê yekê kiriye ku destê gelek aliyan di hinavên DAIŞê de hebû û DAIŞ ji bo armancên cuda cuda hatiye bikaranîn.

Mebesta min ew bû ku ez vê pêşgotina dirêj bi wan nûçeyan ve girêbidim ku dabaşa wê yekê dikin ku nêzîkî 1200 girtiyên DAIŞê ku piraniya wan ji Mûsil û Îraqê ne, di girtîgehên di bin desthilata rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de bûn, niha hatine berdan û egera wê yekê heye ku di rojên pêş de deriyê zindanê li ber hejmareke wan a mezintir jî bê vekirin.

Berî ku çarenivîsa van çekdarên DAIŞê yên berdayî li ba me bibe pirs, divê em vê pirsê bînin bîra xwe ka ew bi hezaran çekdarên din ên DAIŞê li kû ne? Ji ber ku eşkere ye ku ev çekdarên berdayî dê herin nik wan çekdarên din ên DAIŞê ku xwedêgiravî piştî ragihandina kutabûna DAIŞê cihê wan ne diyar e ku di raporên saziyên pêbawer û pejirandî yên navendên navneteweyî de tê destnîşankirin ku zêdeyî 10 hezar çekdarên DAIŞê xwe li navçeyên navbera Sûriye û Îraqê û li hundirê Îraqê veşartine.

Di vê heyama teknolojiya zanyarî û pîşesaziya çavdêriyê de, windabûn û xweveşartina 10 hezar çekdaran li navçeyeke erdnîgarî ya berteng, ne cihê li ber sekinînê, li şûnê bawerkirina wê cihê pêkenînê ye. Yên ku bûyeran araste dikin û cîhanê bi rê ve dibin, dizanin çekdarên DAIŞê li ku ne. Hiştina çekdarên DAIŞê yên girtî li girtîgehên Rojavayê Kurdistanê jî bi biryara wan bû û vêga berdana wan jî di bin rênîşanderiya wan bi xwe de ye.

Lê çima ew di vê kêliyê de berdan û wek Kurd dibêjin çi di bin serê wan de ye, ev cihê pirsyarê ne? Herçend gelek şîrovekarên ku heta niha li ser vê yekê axivîne, vê bûyerê bi gotûbêjên navbera hikûmeta Îraq û Amerîkayê yên têkildarî vekişîna Amerîka ji Îraqê ve girêdidin. Ew di wê baweriyê de ne ku ji ber fişara grûpên çekdar ên Şîe li ser hêzên Amerîka li Îraqê, dibe ku Amerîka azadkirina çekdarên DAIŞê wekî karteke fişarê li ser Îraqê bi kar bîne ji bo rawestandina israra wê li ser derxistina Amerîka ji Îraqê. Lê ez wiha nabînim ku livandina karta DAIŞê ji bo tirsandina desthilatdarên Îraqê ye, ji ber ku di koka xwe de DAIŞ ne çavkaniya metirsiyê li ser desthilata Şîe li Îraq û li navçeyê jî bû. Berovajî vê yekê, DAIŞ bû dînamoya serdestî û hegemonyaya Şîeyan li Îraqê. Herwiha mayîna desthilata Şîeyan li Sûriyê misoger kir. Bi ser de jî, DAIŞ sedema temamkirina projeya girêdana Şîeyên Îranê bi Sûriye û Lubnanê ve bû.

Ji aliyekî din ve jî, eşkere ye çekdarên DAIŞê yên li Îraqê li ku ne, li sêgoşeya Hemrînê heta Selahedîn, Nînowa û Kerkûkê û herwiha li sêgoşeya Hemrînê heta Kerkûk û Diyalayê ne. Tevahiya van navçeyan di bin kontrola rasterast a Bexdayê de ne. Car caran dema çekdarekî DAIŞê tê girtin, mikur tê ku bi awayekî eşkere rahênan û perwerdeya leşkerî pêk tînin û xwarin, pêdiviyên jiyanê, çek û alavên leşkerî jî digihîjin destê wan.

Bûyera herî dawî di 10 rojên borî de li bajarê Qerehencîrê rûda ku 2 çekdarên DAIŞê li hundirê wî bajarokî rûbirûyî hêzên ewlehiyê bûn. Piştî ku yek ji wan bi birîndarî ket destê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de mikur hat ku baregeh û cihê wan ê sereke çiqas nêzîkî baregehên leşkerî yên Îraqê, hêzên Heşda Şeibî û navenda bajarê Kerkûkê ne, kî vî karî dike? Bêguman destekî xurt di ser serê dewletê re vê dosyayê bi rê ve dibe.

Mabûna bi hezaran çekdarên DAIŞê di nava heft salên piştî ragihandina kutabûna xilafetê û erdnîgariya wê, herwisa hiştina 12 hezar çekdarên wan di zindanan de û niha jî destpêkirina proseya berdana wan, wek daneyekê bi me dide zanîn ku pêşhateya rewşeke nexwestî li navçeyê dî serî hilde û alozî û pirsgirêkên curbecur derkevin holê.

Li vir a ku ji hemû welatên navçeyê zêdetir pêwîstiya wê bi xweamadekirin û hişyariyeke bêtir heye gelê Kurdistanê li Rojava û Başûrê Kurdistanê ye, çimkî ger ti plan û armanceke dijminkar a xwediyên rastîn ên DAIŞê jî nebe ku berê gef û metirsiya DAIŞê bidin ser Kurdistanê, ji ber ku bi awayên cihê cihê destê hemî dewletên deverê di hinavên DAIŞê de heye û dikarin wan bi kar bînin, loma ger tenê seba guhertina arasteya bûyeran be jî, vegerandina DAIŞê li navçeyê berî her aliyekî din, li ser gelê Kurd xetere û metirsî ye.

Lê ya ku li vir hêjayî gotinê ye ew e ku bi ti awayî hest pê nayê kirin ku Kurdistan ev gef û metirsî fêm kiriye, ti amadesazî û xwehazirkirinek nayê dîtin ku di rastiyê de ev yek metirsîdar e. Divê bûyera Şingalê hertim li ber çavên me be û em têra wê yekê îbretî jê bigirin ku em nehêlin li ti dereke din a Kurdistanê dubare bibe.