Çend rojan piştî bidawîhatina zêdeyî 50 salên desthilata zordar a malbata Esed, min serdana Şama paytexta Sûriyeyê kir. Li Îraqê, ez şahidê rûxandina rejîma Sedam ji aliyê Amerîkayê ve bûm û wekî rojnameger, min ew karesatên xwînî ku piştre qewimîn dîtin û rûmal kirin.
Niha ku em li rabirdûyê dinêrin, gelek tiştên ku Îraqî jê poşman in hene. Eger pêkan bûya em vegeriyana sala 2003yan, bi ezmûna ku niha li nik Îraqiyan heye, ez piştrast im ku dê du tişt çêtir bi cih bianiya. Îro Sûriye di heman rewşê de ye û baş e ku ji cîranê xwe yê dewlemend û pirnetewe hin ders û îbretan wergire.
Berî ku em qala wan waneyan bikin, girîng e ku em bizanin ku gelek xalên hevbeş ên Îraq û Sûriyeyê hene û du dozên baş in ji bo xwendekarên zanista siyaseta berawirdî.
Sînorekî wan ê dirêj ku nêzî 600 kîlometreyan e heye, her du welat xwedî netew û olên cuda ne: Şîe (Elewî), Sune, Kurd, Xirîstiyan û çendîn pêkhateyên biçûktir. Li her du welatan, Kurd duyem mezintirîn netewe ye. Her du welat xwedî dîrokeke kevn in û bi hezaran sal e şaristanî li wan berdewam e.
Di dîroka nû de jî, Partiya Beisê her du welat bi rê ve birine. Beis ramaneke Erebî bû ku Mîşêl Efleq, Xirîstiyanekî Sûriyeyî di salên çilî yên sedsala borî de ji bo rûbirûbûna emperyalîzmê afirand. Li her du welatan, ev ramana ku civakên pirreng ên herêmê tenê wekî civaka Erebî didît, bi darê zorê li ser xelkê hat sepandin.
Di serdema Sedam Husên de, me rojane li radyo û televîzyonê û li ser dîwaran û tewra li ser çiyan jî ev dirûşm dibihîst û didît: "Yek neteweya Ereb, xwedî peyameke nemir."
Waneya Yekem: Koka Beisê nebirin
Tevî xwezaya negiştigîr û nepraktîk a îdeolojiya Partiya Beisê ku ji bo çewisandina xelkê dihat bikaranîn, divê Sûriyeyî heman xeletiya Îraqiyan ku piştî şerê 2003yan kirin, dubare nekin. "De-Baathification" navê Îngilîzî yê wê siyasetê bû ku Paul Bremer berî radestkirina desthilatê ji Îraqiyan re darişt. Dema berî zêdetirî 10 salan, min li mala wî ya li Pensîlvanyayê hevdîtin pê re kir, Bremer zelal kir ku Şîe û Kurd, wekî qurbaniyên sereke yên siyasetên Beisê rijdiyeke mezin li ser wê siyasetê kiribûn.
Bo nimûne navborî got, Kurdan gefa serxwebûnê xwaribû eger welat ji Beisê neyê pakkirin, heman helwesta tund a Şîeyan jî hebû. Ev jî cihê têgihiştinê ye, ji ber ku Şîe ji sedî 60 û Kurd ji sedî 17 ji şêniyên Îraqê pêk dianîn û çendîn komkujî bi destê Beisê dîtibûn.
Sedam çekên kîmyayî li dijî Kurdan bi kar anîn ji bo avakirina dewleteke tenê Erebî ku li nasnameya Kurdî mikur nedihat.
Peyva "de-Baathification" eger wergereke rasterast a Kurdî jê re were kirin dibe "nabeisîkirin." Lê li Îraqê, bi Erebî wekî "اجتثاث" û bi Kurdî jî wekî "kokbirîn" hat wergerandin. Bi rastî, tiştê ku Îraqiyan bi cih anî lap wergera wê ya Kurdî û Erebî bû û ne wateya wê ya Îngilîzî bû ku pir nermtir e.
Hemû dezgehên dewletê hilweşandin, ji wan artêş, polîs û wezaret û hemû kesên ku di serdema Sedam Husên de xwedî post bûn derxistin. Bi milyonan kes bêkar man. Xelkê xwedî bawernameya zanîngehê tenê ji ber ku forma piştgiriyê ya Beisê îmze kiribûn di demekê de ku vebijêrkeke maqûl a din bi wan nehatibû dayîn, şandin malê. Encam: piraniya van fermanberên bêhêvîbûyî têkilî bi komên tundrew ên Sunne re danîn ji bo vegerandina tiştê ku wiha bawer dikirin mafê wan e. Êdî her kes dizane bê piştre çi qewimî û Îraq çawa ket rewşeke tijî tundûtîjî û nearamiyê.
Li Sûriyeyê, hin daxuyaniyên serokê desthilata demkî, Ehmed Şer ku bêhtir wekî Ebû Mihemed Colanî tê naskirin, hêvîdar bûn dema got ku siyaseta tolhildanê pêrew nake, bi taybetî li hemberî Elewiyan, mezheba malbata Esed. Niha xuya ye ku piraniya fermanberên hikûmetê li cihên xwe mane, lê di van rojên dawî de, vîdeyoyên xofdar belav bûne ku nîşan didin çekdar êrişî Elewiyan dikin, wan şkence dikin û dikujin li bajarên peravê yên Laziqiye û Tertûsê ku Elewî li wan deveran pirranî ne. Divê ev yek were rawestandin.
Eger hin kes hebin, ji her netewe û olekê bin ku sûc ji bo rejîma Esed kirine, divê di dadgeheke zelal de bên darizandin. Nabe bikevin ber dadgeha kolanê. Her wiha yên wekî wî çekdarê ku xuya bû ser bi Heyeta Tehrîr el Şam (HTŞ) ye û vîdyoya wî li ser torên civakî belav bûye û daxwaza tunekirina Kurd û Elewiyan dike û wan wekî "beraz" bi nav dike, divê bi eşkereyî bên şermezarkirin û lêpirsîn li gel wan bê kirin.
Divê serkirdeyên Sûriyeya nû peyameke zelal bidin ku hewce nake ti kesê bêsûc li bin desthilata wan bitirse. Tewra yên tawanbar jî bila dadgeheke dadmend biryarê li ser çarenivîsa wan bide. Ev rêya yekane ye ji bo avakirina Sûriyeyeke yekgirtî ku her kes hest bike beşek jê ye. Eger na, çarenivîsa Sûriyeyê zelal e: Dê bide ser heman rêya xwînawî ya Îraqa piştî Sedêm.
Li welatekî pirreng nola Sûriyeyê, hêsan e ku dewletên derve wekî Tirkiye û Îranê rewşê ji bo berjewendiyên xwe yên teng bi kar bînin û alîkariya darayî û leşkerî bidin aliyên cuda. Bi rastî, vêga hewl didin vê yekê bikin. Divê Sûriyeyî jîr bin û nekevin dafika vê planê. Tekane rê ji bo pêşîgirtina li vê yekê, avakirina civakeke dadmend e ku her kes tê de beşdar be.
Her çiqas divê îdeolojiya Partiya Beisê wekî ramaneke takrew were redkirin, lê divê lêborîn ji bo peyrewên wê were derxistin û rê bi wan bê dayîn ku beşdarî avakirina Sûriyeya nû bibin. Ramanên ku îro têne perçiqandin, xwe sibe bi kiryarên tundûtîjî şênber dikin.
Waneya Duyem: Nenavendîtî. Nenavendîtî. Nenavendîtî!
Ez nikarim bi tevahî tekeziyê li ser girîngiya vê yekê ji bo civakeke pirreng wekî Sûriyeyê bikim. Belge pir in ku îdeolojiyên takrew wekî Beisîzm û Kemalîzmê bi ser neketin. Tu nikarî nasname, ziman, çand û ola xelkê biperçiqînî. Ev beşeke jêneger ji kesayetiya takekes in. Tekane modela serkeftî ya hikumdariyê ji bo pêkanîna jiyana hevbeş a aştiyane li cîhanê nenavendîtî ye (lamerkeziyet).
Li Îraqê, Sedam Husên bi dehan sal hewl da Kurdan neçar bike ku di bin hikûmeteke navendî de bijîn ku hemû biryar li Bexdayê dihatin dayîn, çi bi dest xist? Kurdistan yekem herêm bû ku di 1991ê de kontrola xwe li ser wê ji dest da. Piştî 2003yan, serkirdeyên wekî Nûrî Malikî hewl dan otonomiya ku Kurd di bin sîstema federal de xwediyên wê bûn, lawaz bikin, bi nedana para dahata neftê ya herêmê, lê ew jî zêde bi ser neket.
Van siyasetan ti vebijarkek ji Kurdan re nehişt ji bilî pêkanîna giştpirsiya (referandûma) serxwebûnê di 2017an de. Her çiqas biryar dan serxwebûnê ranegihînin, lê ti garantî nîne ku rojekê cihê nebin eger bi tevahî hest bi paşguhxistin û bêhêvîbûnê bikin.
Tirkiye hertim xwestiye tenê bi rêya leşkerî pirsa Kurd çareser bike. Kurdên Tirkiyeyê ku tenê daxwaza radeyekê xwebirêvebirinê di çarçoveya Tirkiyeyeke yekgirtî de dikin, bi dehan sal in tên perçiqandin. Bi dehan hezar kes hatine kuştin, bi milyaran dolarên dewletê vala çûne û ti kesê jîr bawer nake ku pirsgirêka Kurd qet bi rêya leşkerî çareser bibe.
Niha, serkirdeyên Tirkiyeyê, tewra netewperestên tundrew jî, hewla danûstandinên aştiyê li gel rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan didin ku bi dehan sal e bi tawana terorê di girtîgeha takekesî de ye. Di dawiyê de, xuya ye Tirk têgihiştine ku çareseriya rastîn a pirsa Kurd miamelekirina bi 15 milyon Kurd re wekî welatiyên rêza yekem e, destûrdana axaftin û xwendina bi zimanê dayikê û hebûna nûnertiya siyasî bêyî girtina partiyên wan ên siyasî ye. (Hêvîdar im niyeta wan ji bo aştî û diyalogê vê carê rast be.)
Xeyala vê senaryoyê ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike: Çi diqewime eger sîstema federalî bê hilweşandin? Guman tê de nîne ku dê bibe sedema şerekî navxweyî ku welat qet tiştekî wiha nedîtibe. Her wiha pratîktir e, nasîna desthilatê ji hikûmetên xwecihî re dewletê ji hilweşînê diparêze, ji ber ku xelk giliyên xwe digihînin nûnerên xwe yên xwecihî ji bo pirsgirêkên ku ne beşek ji desthilata hikûmeta navendî ne.
Sîstemeke rastîn a nenavendîtiyê ji bo Sûriyeyê li ser asta herêm, parêzgeh û tewra şaredariyan jî bi cih bînin. Çiqas desthilat bêhtir were dabeşkirin, civakên pirreng hêsantir tên birêvebirin. Ev xwezaya mirov e: Xelk bêhtir baweriyê bi wan kesan tînin ku ji wan nêzîktir in, çi ji aliyê neteweyî, siyasî yan olî ve be. Li navçeya me, nasnameya olî û neteweyî hîn jî ji xurttirîn sedemên dabeşbûn û hevgirtinê ne.
Sûriyeya modern, piştî bidestxistina serxwebûnê di 1946an de, piraniya demê di bin desthilata dîktatoran de bû ku siyaseta navendî sepandin û pirrenginya welêt piştguh xistin. Bi vî karî jî Sûriyebûn nola nasnameyeke berhevker a hemûyan lawaz kirine, her wekî çawa li Îraqê jî "Îraqîbûn" ne ji bo hemûyan e.
Piştî ku Îtalya bû dewlet-neteweyeke serbixwe di 1861ê de, siyasetvan û romannivîsê nasyonalîst Massimo d'Azeglio di gotineke xwe ya bi navûdeng de dibêje: "Me Îtalya ava kir. Niha divê em Îtaliyan ava bikin." Piştî 50 salan, Sûriye di dawiyê de azad bû, lê mezintirîn kelema li pêşiya desthilata nû, avakirina Sûriyeyiyan e!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse