Sala bê dê ji bo min bibe sala şer!

Her çend sala 2023yan ji bo min bi xweşî kuta nebû jî lê dema ku ez li wan karên ku min îsal kirin dinêrim, tiştên ku serê xwe bi wan bilind bikim pir in.

Dawiya sala borî, ez li Brukselê bûm û serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê li pêşber mîkrofona min ji Rûdawê re axivîn. Çîroka yekem ku min îsal rûmal kir û bala xelkê kişand, çîroka dayikekê bû ku zarokê wê bi nexweşiya otîzmê ketibû û bi wêrekî û rahênanê karîbû wer bike ku lawê wê biçe dibistaneke asayî.

Ev çîrok loma girîng bû, ji ber ku piştre di rûmaleke berfireh a Rûdawê de derket holê ku çiqas pirsgirêkên kes û xizmên zarokên otîstîk li Kurdistanê hene û ti nimûne li pêş çavên nînin ka çawa alîkariya zarokên xwe bikin.

Lê ez li vir nesekinîm û min berî her kesî reşnivîsa wê projeyasayê weşand ku ji aliyê Parlementoya Almanyayê ve hatibû qebûlkirin ji bo ku komkujiya Êzdiyan wekî jenosîd bê naskirin.

Paşê jî, li Bundestagê (Parlementoya Almanyayê), parlementer û kesayetiyên Alman û Kurd dabaşa girîngiya wan mikurhatinan ji min re kirin.

Piştî vê yekê, me ew yek rûmal kir ku hikûmeta Almanyayê daxwazê ji Îraqê dike ku koçberên ku dixwaze wan dersînor bike wergire. Piştî nêzî deh mehan û van dawiyan, nû medyaya Almanyayê qala wê yekê dike ku daxwazeke wiha hebû û Îraqê bi Almanyayê re li hev kiriye.

Dîsa îsal hem Wezîra Derve ya Almanya, hem Wezîrê Berevaniya Almanyayê û hem jî Wezîrê Koçberiyê yê Almanyayê û serokên fraksyonên Parlamentoya Almanyayê li pêşber mîkrofona Rûdawê ji min re axivîn û min li ser mijarên girîng ji bo gelê Kurdistanê û diyasporayê pirs li wan barandin.

Paşê ez li wir nesekinîm û min hem serokê niha yê Fransayê Emmanuel Macron û hem Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û hem jî Serokê Berê yê Fransayê François Hollande anîn pêşber mîkrofona Rûdawê û pirsên girîng ji wan pirsîn.

Her wiha wezîrên derve yên Îraqê û gelek welatên din ên cîhanê bi berdewamî mîkrofona porteqalî ya Rûdawê li pêşber xwe didîtin û min wer dikir ku bersiva wan pirsan bidin ku gelê Kurdistanê ji wan hene.

Ji bo min kar û karkirin fena îbadet û xwedêperestiyê bû. Bi qasî ku ez dizanim, di piraniya olên esmanî de jî ev yek hatiye piştrastkirin û wisa ye. Kesê pir kar bike û xizmeta mirovahiyê bike, mîna ku nimêj kiribe û spasdarê afirînerê gerûnê be. Min her tim hewl daye ku ji ez vê xwedêperestiyê newestim û roj bi roj zêdetir jî bikim. Loma jî gava ku ez ji rûmala xwe ya dawîn li Londonê vegeriyam malê, ez tavilê çûm nexweşxaneyê.

Ez dizanim ku sala bê (2024) dê bibe sala rûmala şeran. Ukrayna hîna di şer de ye. Xeze di nav agir de ye. Agirê birayên hev Sûdanê dişewitîne. Li gelek deverên Afrîqayê şer hema hema li ber derî ye. Em nizanin dê çirûskên şer berî bidin Libnan, Yemen, Îraq û Îranê jî yan na. Ez jî niha bi dijminekî ku di laşê min de ye di nav şerekî de me û divê ez zora neyarê xwe bibim. Ez pir dixwazim ku ev şerê min zû biqede, da ku ez vegerim û bi rûmala şerên din, dengê bêdengên şerên din bidim bihîstin.