Leyla Ka?

Ax! dilketiyo, tu çima nahêlî Leyla di dilê te de cîh bigre? Tu çima ji wê dûr dikevî û dikevî behra tenêbûnê; dû re jî, bi xem û kul, bi êş û elem, bi derd û kederê xwe dispêrî gotinan, dikevî hepsa helbestan, wek pepûleyeka per şikestî bi xeyal û bi mereq dimirî li çol û çeperan. Dager e. Dager e ji ser rêya Leylayê. Û bila ew jî wek xezaleka rehzen, dernekeve pêşiya te û rê li te nebirre. Tu û ew. Ger tu û ew, terka xwe bikin hûnê bi wêris û benên nayên xûya bi hev ve werin girêdan. Ger tu û ew, yan jî ji we yek, bi rasteqîn biketa bîra evînê ma dê çawa bêrîkirin di navbera we de çê bûya?  

Dilo. Rezîlo dilo.


Ey dilê ji min re dibêje “ez ji Leylayê hez dikim” û gazinca bê bûna wê wek hinarên payizê derdixe pêş çavan; çi ye me’naya vê?


Ka bipirs ji xwe, te çima ew berda an jî wê çima terka evîna te kir? Ger evîn hebe tu dê çawa ji wê hez bikî? Ger evîn hebe tu dê çawa bêriya wê bikî û hesreta wê bikişînî? Guh bide xwe. Ey dilê ku xwedê tiştek jê veneşartiye. Ey. Tu. Ka bêje min; weqta ku tu, ji bizrê giyanê xwe derdikevî, ma tu qet bêriya xwe dikî?

Ferqa di navber dildaran û mirovên din çi ye tu dizanî? Mirovên din ji Leylayê hez dikin û ji bo wê dipeyîvin. Lê belê yên dildar, di evîna Leylayê de wenda dibin û behsa tecirba xwe ya tunebûnê dikin. Tiştê dikeve dest wan ne fêrbûna zanînê ye, ew dibin xwediyê zanebûneka derûnî û zanebûn dibe wek parçeyek ji wan. Mabesta behsa wan ya ji evînê, ne nişandayina zanebûna evînê û hezkirina Leylayê ye. Ew naxwazin evîna xwe îsbat bikin û gotina xwe li yê li hember peyt bikin. Yê dildar, nikare evîn û kovana xwe zept bike. Ew dixwazin nîşanî me bidin ku raste rastî (an jî heqîqet) bitenê tê hîskirin û dikeve jiyana dilketiyan; ew dizanin ku tiştê li serê wan diqewime nayê gotin û bilêvkirina wan tiştan şaşiyek peyda dibe. Ew ditirsin ku bi kelîme û kilaman tadeyê li pîroziya evîn û Leylayê bikin. Ji ber ku wan ji şerbeta aşiqan vexwariye û mest bûna wan ancax bi çavên mestaneyên din tê ye dîtin.

Bo dildaran, Leyla he be xem tunne ye. Lê ji bo însanan, Xwedê jî he ye xem jî. Bo kesên gehiştînî evîna rast, her tişt heye lê xem, gûman, tirs, dudilî û nakokî tunne ye; îhtîyacî bi şekil û şekilperestiyê jî tunne. Di rista vê rêyê de qanûneka tenê heye: Evîna bêşert û bêmerc.        

Lê tu? Tu wek waweylayekê navê Leylayê dibêjî û bo wê ta digrî. Tu bi rast neketî evîna wê loma. Ay dilo. Rezîlo dilo. Te di sere min de nehiştiye hiş û aqilo dilo.  

Ma te qet nedît çi digot Melayê Cizîrî: “
Helle lehû’l-qetlû bi şer‘îl-hewa / Men keşefe’s-sirre we bi’s-sirrî bah” (Kî sirrê bêjê û eşkere bike, li gor qanûna evînê qetla wî helal e.)

Te got erê?