Mûsayê bê esa
Mihemed Îzedîn
Mûsa Enter (1920-1992) ku rojnamevan, siyasetvan, parêzer û nivîskar e, kesekî berçav ê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeya sedsala borî ye. Bê ti gumanekê Apê Mûsa, wek yek ji giringtirîn kesayetên sedsala borî ya Kurdan li Bakurê Kurdistanê tê hejmartin.
Wî bi helwest, kir û kar û nivîsên xwe, ji bo parastina gelê Kurd û zimanê Kurdî, li hember hikûmetên cuda cuda yên Tirkiyê, gelek zor û zehmetî kişandin; ji bilî ku bi vê sedemê bi dehan sal ket zindanan. Apê Mûsa ne bê esa (dar) bû, lê belê wî bi pênûsa destê xwe, nola darê Mûsa pêxember şerê nebûna edaletê dikir, heta dema ku serê xwe li ser vê rêyê danî.
Mûsa Enter di pirtûka (Bîreweriyên Min) de dinivîse: "Heke em dêhna xwe bidinê, em tevî Ebdilrehman Qasimlo li ser heman rêçê ne, lê tekane cudahiya me ew e ku ew ji min bişenstir bû; çimkî mirina wî jî rûmetdar bû. Lewra heke şensê min jî hebe û ez li ser rêya gelê xwe şehîd bikevim, ji bo min mezinahiyeke herî zêde ye. Ebdilrehman îro di nav xelkê de mîna aleke serbilind li ba dibe, erê ma mezintirîn rûmet jî ne ev bi xwe ye?" Apê Mûsa lewma wiha dibêje, çimkî wî bi xwe Ebdilrehman Qasimlo şandibû Fransa ji bo xwendinê.
Êdî ez nizanim bêjim ez kêfxweş im ku Apê Mûsa demekê dû re şehîd dikeve û hêviya wî bi cih tê, yan jî xemgîn bim bi wê tawana tirsonek ku li hember ciwanmêrekî me hat kirin? Çimkî heya niha jî axaftin li ser wê yekê tê kirin ku kî û kî Mûsa Enter çawa û ji bo çi şehîd kirin? Lê ti guman tê de nîne, grûpek eger li hebûna wê neyê mikurhatin jî bi navê JÎTEMê, plana kuştina wî darişt.
Çawaniya Şehîdkirina Mûsa Enter
Êvareke dereng a bîstemîn roja meha nehan a sala 1992an li Diyarbekirê, Mûsa Enter li yek ji mêvanxaneyên wî bajarî; bendewar e ji bo ku biçe sulhê di navbera du aliyan de bike. Kesê ku bendewariya wî dike, wî bi teksiyekê hildigire û wan dibe ji bo wê mala ku biryar bû lihevhatin lê were kirin. Şofêr pêşî rê diguhere. Lê dubare vedigere navçeya Seyran Tepe. Li kolanekê tên xwarê û bi piyan bi rê dikevin, ji bo dîtina navnîşanê.
Kesê ku wan dibe sulhê, mala wî kesî ji dikandarekî wê deverê dipirse, lê jê re dibêjin: “Ti kes bi wî navî mala wî li vir nîne.” Kujer bi bihîstina vê nûçeyê şepirze dibe, çimkî piştî vê bersivê, Mûsa Enter ku ji ber temen pir bi giranî li pey wî dimeşe û jê re dibêje “Tu bi xwe jî nizanî tu diçî kû?”
Di wê demê de, di kuçeyeke tarî de, Hemîdê kujer berê xwe dizîvirîne û gulleyan bera Mûsa Anter dide û wî şehîd dike.
Şehîdkirina Apê Mûsa di dilê Yaşar Kemal de dibe keserek û nikare jê bawer bike, lewma di vî warî de dibêje: “Min ti Kurdekî aram û bêhnfireh wek Mûsa Enter nedît. Lewma ez nikarim li dewleta kujera wî biborim”. Yaşar Kemal ne şaş e, çimkî wexta ku beşek ji hêzên ewlekariya Tirkiyê diçin ser termê wî, di nav xwe de dibêjin: “Baştirîn Kurd Kurdekî mirî ye”.
Sala 2021, tam 29 sal di ser wê tawanê re derbas dibin ku li hember nivîskarekî Kurd ê pir mezin hat kirin, lê heya niha kiryarên wê tawanê nehatine dadgehkirin û dosyeya wê tawanê hêj vekirî û bêyî ecnam li dadgehên Tirkiyê maye. Lê xebîneta giran ew e ku eger di nava salekê de dosye neyê yekalîkirin, bi sedema kutabûna dema qanûnî, dosye ji bo heta hetayê tê girtin û di nav rêzên refên tarî de cih digire; li kêleka bi sedan faylên din ên kujerên kiryar nediyar li Tirkiyê.
Mûsa Anter bi dirêjahiya karwanê jiyana xwe, bi çend kesayetan re wek Şêx Seîdê Kurdî, Îsmaîl Beşîkçî, Ebdilrehman Qasimlo, Kamîran Bedirxan, Cegerxwîn, Yaşar Kemal, Ezîz Nesîn, Dayika Abdullah Ocalan, Madame Mitterrand, Yilmaz Guney, Nûrî Seîd Paşa û Yaşar Kaya, li ser çend mijarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyê bîreweriyên xwe yên taybet hebû; lê piraniya serboriya jiyana wî bi wan kesayetan re her ji destpêkên damezrandina Komara Tirkiyê û heya şehîdkirina wî, her û her li ser Kurd û Kurdistanê bû.
Lewma gotina wî ya navdar jî her li ser Kurdistanê ye wexta ku dibêje: “Heke zimanê min li ser bingehên dewleta te metirsî be; nexwe te welatê xwe li ser axa min ava kiriye."