Berû zimanekî yekbûyî ve: Pêşeroj an paşeroj?

Vê mijarê tevhevîyeke metirsîdar di nav nivîskarên Kurd de peyda kiriye. Çiku ev her dû navlêkirin berevajî hev bo yek têgehê tên xebitandin, ew jî têgeha dema ayinde (misteqbel) ye.

Me gelek caran ev mijar gengeşe kiriye, me ew bi nivîskî di pertûk û gotaran de belav kiriye û di semîneran de jî me ew gotebêj kiriye lê -mixabin- ev kêşe herî wekî xwe maye, nivîskar û rewşenbîrên me li ser pejirandina yekê ji wan her du bêjeyan li hev nakin.

Hin nivîskar û rewşenbîrên Kurmancîaxêv dibêjin ku peyva "pêşeroj" bo têgeha dema ayinde (misteqbel) navlêkirineke rast û rewa ye, ji ber ku:

- Pêşeroj = roja pêş me

- Pêşeroja me = roja li pêş me, ya ku hêj nehatiye (misteqbel)

- Paşeroj = roja paş me

- Paşeroja me = roja li paş me, ya ku hatiye û derbas bûye (li paş me maye)

Hin kes jî berevajî vê têgehê dibînin (ez jî yek ji wan im), ji ber ku:

1- Ne durist e ku navekî razber (manewî) wekî "roj" li navekî şênber (madî) wek "me-mirov" bê pîvan yan jî beranberî wî bê kirin. Ya rast û dirust ew e ku em her navekî li celebê wî bipîvin, wek:

- Şevên zivistanê ji şevên havînê dirêjtir in.

- Rastî ji xwariyê baştir e.

Bo navên şênber jî:

- Dara çinarê ji dara sêvan mezintir e.

- Mastê pezî ji mastê çêlekan tîrtir e.

Di mînakên mijara me de, ya rast û rewa ew e ku bê gotin:

- Pêşeroj = roja li pêş "vê roja" me, ne li pêş me.

- Paşeroj = roja li paş "vê roja" me, ne li paş me.

Li vê gorê eger îroj "sêşem" be, pêşeroja me dê "duşem, yekşem ..." be û paşeroja me jî dê "çarşem, pêncşem ..." be.

2- Di çand û kultura me de jî ev her dû peyv rast bi kar hatine:

- Gotinên pêşiyan: Gotinên bav û kalan yên ku li pêş vê serdema me jiyane.

- Pêşiyan gotiye: "Çira ber kora ye û bilûra ber ga ye".

- Çiriya pêşîn û çiriya paşîn, kanûna pêşîn û kanûna paşîn.

3- Di wêjeya me de jî "paşeroj" hatiye gotin:

- Mela Xelîlê Mişextî di wergerandina çarînên Baba Tahirê Hemedanî de dibêje:

"Eger zêrînkulah î paşeroj çî?

Eger xundkarê şah î paşeroj çî?

Eger mulkê Suleyman te di gustîl

Serencam xakê rah î paşeroj çî! "

- Feqê Teyran jî dibêje:

"Eger aşiqan meylek hebî

Guhdarê me`şûqê xwe bî

Qet hay ji paşerojê nebî

J` intîzar û wesletê"

Li dûmahiya vê dahûrînê em tekez dikin ku "paşeroj" bo têgeha dema ayinde (misteqbel) rast û cihgirtî ye, li başûr û rojhilatê Kurdistanê jî bi vê têgehê tê xebitandin.

Amûdê

17.08.2024

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)