Gelî Kurdên Almanya!

30-07-2018
Abdullah Kiran
Nîşan Kurd Almanya Ewopa Lobî
A+ A-

Gelî Kurdên Almanya, xwişk û birayên delal. Gazinek min ji we heye. Ez dixwazim îro piçekê dilê xwe ji we re vekim; gilî û gazinên xwe ji we re binivîsîm. Dibe ku dilê we jî hinek  ji min bimîne;  dibe ku hin ji we ji min bixeyidin jî, belê ji bîr nekin em maliyên malekê, em mensûbên malbatekê ne. Şîn û şahiyên me yek in. Çimkî em ji ava Dîcle û Ferat in; pelên mêwekê, ciqil, şax û guliyên darekê ne.

 

Gelî Kurdên Almanya…

 

Navenda Qeydî ya Ferderal ya Biyaniyan, ji sala 1967an vir ve li Almanya statîstîkên di derbarê xerîban (biyaniyan) de digire.  Li gor agahdariya heman navendê, di sala 2014an de hejmara biyaniyên li Almanya gihîştiye 8 milyon û 200 hezar kesan. Dîsa li gor agahdariyên ku ev navend radigihîne,  di sala 2012an de 282 hezar,  2013an de 419 hezar, 2014an de 519 hezar kesên  biyanî hatine Almanya. Di nav biyaniyên ku li Almanya bi cih bûne de, hejmara herî zêde û mezin kesên ku ji Tirkiyê hatine pêk tînin.  Li gor agahiyên Navenda Biyaniyan,  hejmara biyaniyên ku ji Tirkiye hatine di sala 2014an de gihîştiye  1.5 mîlyonî. Bi vî awayî  kesên ku ji Tirkiyê çûne, din av xerîban de rêza pêşî digirin. Piştî kesên ku ji Tirkiyê çûne di rêza duduyan de, bi 670 hezar kesî Polonyayî,  di rêza sisiyan de bi 570 hezar kesî Îtalyayî tên.

 

Bêguman  ev milyon û nîvek (1.5 mîlyon)  hejmara hemû kesên ku ji Tirkiyê çûne nahewîne nav xwe.  Çimkî kesên ku hemwelatiya Almanya standine û pasaporta Alman hildigirin ne di nav vê hejmarê de ne.  Mesela di sala 2014an de hejmara Tirkiyeyiyên Almanya ji %1.9 kêm bûye. Herweha ev nayê wateya ku Tirkiyeyiyan dev ji Almanya berdane, vegerîne an bi dereke din ve çûne.  Sedem ev e ku di hejmara  kesên ku mafê hemwelatî bi dest xistine de zêdebûnek çêbûye. Ji ber ku Almanya, Tirkiyeyiyên ku mafên hemwelatî bi dest xistine, ne li ser nifûsa biyaniyan, li ser nifûsa Alman dihesibîne. Di sala 2014an de hejmara biyaniyên ku derbasî hemwelatiya Almanya bûne 109 hezar kesî dîtiye û di nav vê nifûsê de rêjeya herî bilind para kesên ku ji Tirkiyê çûne, pêk tînîn.


Bêyî ku ez serê wê zêde tevlihev bikim û biêşînim, ez dixwazim vê yekê destnîşan bikim: Hejmara kesên ku ji Tirkiyê çûne Almanya, li gor statîstîkên sala 2014an di dora 3 milyon kesî de ne. Kifş e ku kêm zêde nîvê wan bûne hemwelatî, nîvek wan hê  biyanî tên hesibandin an jî demajoya hemwelatîbûna  wan didome.


Baş e, gelo çiqas Kurd li Almanya dijîn? Em nizanin. Îcar heta ku li rûyê dinyayê satatûyek  Kurdan ya fermî nebe, emê nizanibin û em nikaribin bizanin. Belê em dikarin texmînekê bikin. Li gor nêrîna min,  bi kêmanî ji sê paran yekê ku ji Tirkiyê çûne Kurd in. Çimkî hejmara Kurdên ku ji ber sedemên siyasî  ji cih û warên xwe bûne, wêran û wêrtas bûne û bar kirine Almanya, ji hejmara kesên Tirknîjad gellek zêdetir e. Eger ji sê paran yekê ku ji Tirkiyê çûne Kurd bin, nexwe nifûsa Kurdên ku ji Tirkiyê çûne Almanya di dora milyonekî de ye. Gava ku em Kurdên perçeyên din jî bihesibînin, hingê rêjeya Kurdên Almanyayê  gellek zêde dibe û piştî Tirkan, nifûsa herî mezin ya biyaniyên li Almanya Kurd tên. Bi vî awayî Kurd dikevin pêşiya Polonyayî û Îtalyanan.


Di van çend salên dawî de, bi taybetî piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê hejmara kesên ku ji Sûriyeyê çûne Almanya gihîştiye milyonekê. Ji kesên ku ji Sûriyeyê bar kirine Almanya, bi kêmanî ji %20ê wan Kurd in. Ango tenê di çend salên dawî de, di dora 200 hezarî de Kurdên Rojavayî li Almanya bi cih bûne. Eger em wan jî li ser yên ku ji Tirkiyê çûne bihesibînin, Kurdên Başûr û Rojhilat jî deynin ser, hingê hejmara Kurdên li Almanya, bi hêsanî ji milyon û sêsed hezar kesan (1 300 000) zêdetir dibe.

 

Kurd û Zimanê Kurdî

 

Bêguman niha bala we jî kişandiye ku hejmara Kurdên Almanya, ji nifûsa hin welatên Ewrûpa zêdetir e.  Mesla di sala 2018an de rewşa nifûsa hin welatên Ewrûpa weha ye:  Nifûsa San Marîno 33, 404  kes, nifûsa  Lîhtenştayn  37,922 kes, nifûsa  Andora  76,977 kes, nifûsa  Îzlanda 337, 784 kes,  nifûsa Malta 432, 095 kes, nifûsa Luksemburgê  590,335 kes, nifûsa  Karadagê 629,232 kes,  nifûsa Qibrisê  1,189,084 kes, nifûsa  Estonyayê  1,306,792 kes, nifûsa  Kosovayê  1,883,022 kes,  nifûsa Lîtvanyayê  1,929,940 kes, nifûsa Albanya(Arnavut)  2,943,364 kes,  nifûsa Bosna-Hersekê  3,503,555 kes. Hûn nifûsa San Marîno, Lîhtenştayn, Andora, Îzlanda û Maltayê, ku pênc dewletên Ewrûpa ne, deynin ser hev, hê bi qasî nifûsa Kurdan a li Almanya nake. Ji bîr nekin, Andora ji sala 1993an vir ve,  Lîhtenştayn  ji sala 1990an vir ve, Malta ji sala 1964an vir ve, San Marîno ji sala  1992an vir ve, Îzlanda ji sala 1946an vir ve dewletên serbixwe û  endamên Neteweyên Yekbûyî ne. Miletên van welatan tapoyê milkê ku li ser rûdînên kirine berîka xwe û bi serbilindî dijîn. Li pêş huqûqa navnetewî hempayê dewletên wek Almanya û Rûsya û Amerîka ne.


Gelo têkiliya Kurdên ku li Almanya dijîn çiqas bi Kurdî re heye? Çimkî gava ku em qala Kurdbûnê dikin, bibê nebê zimanê Kurdî tê bîra mirov. Gelo ji sedan çendê vê nifûsa  me nasnameya xwe ya netewî diparêze û bi serbilindî dikare bêje “ez Kurd im!” Em baş dizanin ku yek ji pîvanên herî girîng ên ku nasnameyê kifş dikin, ziman e. Mirov bi kîjan zimanî bipeyive û çi zimanî, zimanê xwe yê jiyan û danûstandinê bihesibîne, ji demekê bi şûn de derûn û ruhiyeta mirov li gor wî zimanî  teşe (şekil) digire. Kurdê ku jiyana xwe bi Tirkî dajo, ji demekê bi şûn de dibe Tirk, Kurdê ku jiyana wî bi zimanê Erebî ye demekê bi şûn de dibe Ereb. Herweha Kurdê ku bi Almanî dipeyive û bi zarokên xwe re bi Almanî dide û distîne, ji demekê bi şûn de Alman e. Bala xwe bidinê dewleta Alman, kesên ku demekê bi şûn de hemwelatiya Alman standin, beredayî  û bêsedem Alman nahesibîne. Helbet mafê me nîne û bêguman em nikarin kesî bi zorê û bi kutekî Kurd bihesibînin. Gava ku Kurdek xwe Tirk, Ereb, Faris, an Alman bihesibîne,  bi kurtî ew xwe çi bihesibîne ew  “ew e”. Demekê berê Serokwezîrê Tirkiyê  Birêz Bînalî Yildirim  li Çolemêrgê got, “ paşeroja min jî Kurd e” (Benim de geçmişim Kurd,  bnr. Haberturk, 6 Hezîran 2108).  Ma kesî jê re got “tu Kurd î?” Na. Çimkî ji bo camêr “Kurdbûn” li paşerojê ma ye. Heta Bînalî Yildirim di heman axaftina xwe de got, “bi Kurdbûna xwe serbilind bin,” ku ev jî ji bo naskirina nasnameya Kurdî pêşketinek bû.

 

Almanya û Zimanê Kurdî

 

Almanya welatek pêşketî, xwedan pergal û sîstemek demokratîk e. Yek taybetiyên herî girîng yên Yektiya Ewrûpa jî parastina hindikaniyên etnîkî, dînî û mezhebî ye. Dewleta Almanya di vê çarçovê de ji bo kesên ku dizwazin ziman û taybetiyên xwe yên netewî biparêzin îmkanan pêk tîne. Loma bi vî awayî li Almanya, bi ser ku li tevahiya eyaletan wekhev nebe jî,  kêm zede zarok ji 6 saliya xwe heta 16 saliya xwe, hema bêje deh salan li ser hev dikarin dersên zimanê xwe yê dayikî fêr bibin. Ji bo vê yekê, tenê tiştê ku divê bê kirin ev e: Malbat li dibisatanan zarokên xwe ji bo van dersan qeyid bikin.  Li pirraniya eyaletên Almanya dibistan di dawiya Tebaxê an serê Îlonê de vedibin. Ango van rojan dema qeydkirinê ye û hê beriya ku dibistan vebibin û wext bi ser keve, divê malbat bi derengî nemînin, zarokên xwe bidin qeydkirin.


Bi ser ku li Almanya nifûsek me yî gellek zêde heye jî, mixabin Kurdên Almanya, di pirsa parastin û xwedî li ziman derketinê de ji Kurdên Swêdê li paş in.  Sala parîn, li seranserê Almanya hejmara zarokên Kurdan yên ku bi zimanê dayikî ders girtine di dora 2 500 kesî de maye. Eger nîvê nifûsa me ya li Almanya ji zarokan pêk bê, hingê di dora 600 000î de zarokên Kurd li Almanya dijîn. Ji vî 600 000 hezar zarokî, tenê 24 00 an 2500 kesî bi zimanê Kurdî ders standiye. Ma ev yek ji bo me ne sosretek e, ne şerm e! Di heman salê de, hejmara zarokên Tirk ên ku bi Tirkî ders girtine ji 90 000 kesî bêtir in. Di mesela bi zimanê dayikî ders girtinê de, rewşa Sûryaniyan hezar qat ji ya Kurdan û Kurdî çêtir e. Ez li Almanya rastî gellek xortên Sûryanî hatime, ku li Tirkiyê peyvekê jî bi zimanê xwe nizanibûne, belê niha wek bilbil bi zimanê xwe dipeyivin.


Gotina Dawî

 

Gelî Kurdên Almanya, ji bîr nekin, zimanê mirov şeref, rûmet û serbilindiya mirov e. Giraniya milletekî ya li ser rûyê erde, bi qasî giraniya zimanê wî ye.


Gotina min ya dawî ji  rayedarên medyaya Kurd; ji berpirsên radyo, TV, rojname û malperên Kurdî re,  ji avahiyên sîvîl û demokratik yên Kurd re: Heyrana çavê we, gidî ma we heta niha çend weşan li ser girîngiya ziman çêkir? We bi kîjan weşanên xwe malbatên Kurd han da, ji bo ku zarokên xwe rêkin dersên zimanê Kurdî?  Gelî saziyên bajarwer (sîvîl) û demokratik, we heta niha li deriyên çend malên Kurd xist, da ku zarokên xwe bişînin dersên Kurdî. Hûn çima kon bi kon, mal bi mal, derî bi derî nagerin û malbatên Kurd han (teşvik) nadin! Ma ev ne barpiştiyek (obligation) we ye!  Ma hûn nizanin gava ku ziman mir, Kurdbûn dimire. Ma hûn nizanin ziman rûmet e, ziman şeref e, ziman welat e!


Gelî Kurdên Almanya, ka gohê xwe bidinê; xwe kerr nekin û goh bidinê!  Dengek hawarê bilind dibe. Ev deng dengê defa hawara zimanê Kurdî ye.  Lez bikin, bilezînîn, ji xewa mirinê hişyar bin,  zend û bendan badin, xîret bikin, bi ser xwe ve werin û bazdin hawara zimanê Kurdî. Ev hawar hawara Xanî, hawara Cizîrî, hawara mîrê mîran Celadet Alî Bedirxan e.

 

Gelî Kurdên Almanya, dengê min tê we! Hêviyek me jî hûn in.

 

Têbînî: Naveroka nivîsên kesayetên ku li malpera Rûdawê tên belavkirin, bîr û hizra nivîskarên wan nivîsan e û Tora Medyayî ya Rûdawê ji naveroka wan neberpirsyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst