Sê welatên Ewropayê soz dane ku 28ê meha 5an a sala 2024an, li serxwebûna dewleta Filistînê mikur bên û ger ev yek biqewime, dê hejmara dewletên Ewropayê yên ku dewleta Filistînê qebûl dikin bibe 10. a rast, gelek welatên din ev yek kirine lê ya Ewropayiyan girîng e çimkî piraniya pirsgirêkên etnîkî yên ku îro li Rojhilata Navîn hene, çi li Filistînê çi jî li Kurdistanê bin, encama destwerdana kolonyalîstên Ewropayê ye.
Ji 7ê çiriya pêşîna par û bi şûn de, êdî mijara avakirina dewleta Filistînê ne tiştekî wisa ye ku bê paşguhxistin ji ber ku ji cîhanê re eşkere bû ku ne siyaseta parçekirina tevgera Filistînê di demeke dirêj de bi ser dikeve ne jî xurtbûna wê êdî bes e ji bo ku Îsraîl parastî be çimkî roja "xurtiya lawazan" jî hilatiye!
Ev ji bilî ku piraniya zilhêzên cîhanê çareseriya du dewletan ji bo vê mijarê tekez dikin lê pirsa sereke li vir ev e: Ev guhertinên têkildarî dewleta Filistînê di siyaseta welatên Ewropayê de dikarin bandoreke çawa li Doza Kurd bikin?
Di heyama zêdetirî 70 salên borî de, hertim li Rojhilata Navîn pirsgirêka Filistînê ji Doza Kurd bêtir di rojeva cîhanê de bû. Tevî ku Doza Kurd hem ji hêla hejmarê ve û hem jî ji hêla kartêkirinê ve ji Doza Filistînê mezintir bû. Li gorî lêkolîneke min a li ser daneyên pevçûnên leşkerî yên (UCDP)ê di navbera salên 1946 û 2022yan de, 66 pevçûn li ser axa Filistînê qewimîne ango 66 salan şer hebû lê di heman demê de û ji ber zêdebûna parçeyên Kurdistanê hejmara pevçûnên leşkerî yên herî girîng ên girêdayî Doza Kurd li Rojhilata Navîn 100 sal bû.
Di warê şidet û qurbaniyan de jî, Doza Kurd pirsa herî xwînî ya etnîkî ya Rojhilata Navîn e. Li gorî pîvanên girêdayî şer, her pevçûneke leşkerî ku bibe sedema zêdetirî 1000 qurbaniyan di heyama salekê de, wekî şer tê hesibandin. Pevçûnên ku hejmara qurbaniyên wan di navbera 25 û 999 qurbaniyan di salekê de be, wekî pevçûnên biçûk têne hesibandin. Li gorê vê jî, ji tomeriya 66 pevçûnên Filistînê tenê 2 wekî şer hatine hesibandin lê 22 pevçûnên Kurdan wekî şer têne hesibandin û ev yek hejmara zêde ya qurbaniyên Kurd radixe ber çavan.
Herwisa li gorî daneyên palpiştiya pevçûnan jî, li navbera 1975-2017an, 10 rêxistinên Filistînî di 203 pevçûnan de, 178 caran alîkarî ji cîhanê wergirtine. Lê di heman demê de rêxistinên Kurdî di 188 pevçûnan de 95 caran alîkarî ji cîhanê wergirtine. Helbet alîkariyên ji bo aliyên Kurdî bêtir rêdana bikaranîna axê bû lê alîkariyên rasterast, dayîna çekan û rahênanê ji tevgerên Filistînê re zêdetir bû. Ji sala 1988an ve, 139 welatên cîhanê serxwebûna Filistînê nas kir û Filistîn sala 2012an nola çavdêr li NY hat qebûlkirin.
Desteya Mafên Mirovan a NY ji 2006an û vir ve 95 biryarname û Konseya Ewlekariyê ya NY jî bi gelemperî 296 biryar, herwisa Civîna Giştî ya NY heta niha 899 biryarname der barê Filistînê de derxistine û ev yek rind nîşan dide ka çawa Pirsa Filistînê di 70 salên borî de bi awayekî çalak bûye rojeva cîhanê.
Li milê din, biryara herî girîng ku têkildarî Doza Kurd hat derxistin, biryara 688an a Konseya Ewlekariyê ya NY bû. Bê guman li gorî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û qanûna navneteweyî, mafê Filistînê heye ku bibe dewlet û gelek kes jî vê yekê qebûl dikin, lê dema ku dor tê ser Doza Kurd, çîrok diguhere.
Helbet carinan bandora Pirsa Filistînê li ser Doza Kurd cudatir bû, nemaze di qonaxa salên 1960î de dema ku Cemal Ebdulnasir pêşwaziya Barzanî dikir û daxwaz ji Îraqê dikir ku mafê otonomiyê bide Kurdan. Wê demê kêşeyên Ereban bi Îsraîl re hebûn, lewra hin ji wan difikirîn ku divê bi Doza Kurd mijûl nebin.
Nizanim dê rojek were ku zanyariyeke nihênî bigihîje me der barê wê yekê de gelo ti têkiliyek li navbera biryara 3236 a Civata Giştî ya NY ji bo serxwebûna Filistînê li sala 1974an û têkçûna şoreşa Kurdan li sala 1975an heye yan na lê li dawiya 1974an biryara serxwebûna Filistînê hat dayîn û tenê piştî çar mehan Amerîka û Îranê pişta xwe dan Kurdan û şoreşa wan têk çû. Êdî ji wê demê û pê de ne Filistîn bû dewlet û ne jî şoreşa Kurdan bi ser ket!
Ji 7ê çiriya pêşîn û vir ve, pirsgirêka Filistînê careke din bi awayekî aktîf di rojeva cîhanê de ye û Doza Kurd jî ku heta berî çend salan Kurd wekî lehengên şerê li dijî terorê xuya dikirin, di paşvekişînê de ye. Helbet avakirina dewleta serbixwe ya Filistînê rê li ber derketineke mezintir a Doza Kurd li Rojhilata Navîn vedike, loma çiqasî Îsraîl li lihevnekirinê bigere jî, ewqasî jî welatên din ên deverê hene ku bi rastî naxwazin Pirsa Filistînê çareser bibe, ji ber bandora hîpotetîk ku dikare li ser Doza Kurd bike. Di tecrûbeya şerê Îsraîl û Filistînê de, ji bo Doza Kurd çend dersên ku mirov dikare hîn bibe hene:
Yekem: Ev pirs bi rêyên leşkerî nayê çareserkirin. Di heyama 76 salên borî de, Filistîniyan 66 salan şer kir lê dîsa jî nikarîbûn dewletekê ava bikin. Îsraîlê jî nikarîbû bi şer bi ser bikeve û mafên Filistîniyan bi tevahî zeft bike. Ev ji bo Doza Kurd jî derbasdar e. Bi hemû bizavên Kurdan di wê demê de, 100 sal şer û pevçûn hat kirin û tenê di mînaka 1970 de ku Kurdan karîbû bi şer mafekî siyasî yê mezin bi dest bixin. Yê mayî motîvên siyasî û jeopolîtîk ên din bi wan re hebûn. Helbet çi di destpêka salên 1920an de ku hejmara Kurdan li seranserê Rojhilata Navîn derdora çar milyon kesan bû, çi jî niha ku ev hejmar di navbera 30 û 45 milyonan de tê texmînkirin, ti dewletekê nikarîbû Kurdan ji holê rake.
Ya duduyan, hêz û darê zorê tenê têra misogerkirina ewlekariya ti dewletê nakin. Îsraîl bi piştgiriya dewleta herî mezin a cîhanê û bi çekên herî pêşketî yên serdemê dixwaze desthilata xwe ferz bike. Bê guman ew dikare gelek tiştan bike lê serketina wê di demeke dirêj de zehmet e. Tewra ger Hemasê tune bike jî, wekî ku dibêje, dê di paşerojê de rê li ber derketina rêxistinên radîkaltir veke. Di Doza Kurd de jî ev yek bi rastî wisa ye. Niha jî li gorî rewşa navxweyî ya Kurdan, dewletên herêmê dikarin bi rêya bikaranîna zextên aborî, leşkerî û lihevkirinên siyasî û leşkerî yên dualî û piralî Doza Kurd tepeser bikin, wekî ku ew niha dikin. Tewra dikarin piraniya armancên ku danîne jî pêk bînin, ji ber ku wekî salên 1920, 1975, 1990 û 2017an Rojava pişta xwe daye Kurdan an jî bi kêmanî ji wan re ne mîna berê ye, lê ti şik û guman tune ku ger niha jî ev pirsa girîng a nasnameyê li Rojhilata Navîn were tepisandin, dibe ku di salên pêş de dîsa derkeve holê. Di dawiya salên 1930î de Îraq û Tirkiyê û piştî Şerê Cîhanê yê Duyem jî Îranê tevgerên Kurdan tepeser kir, lê li Îraqê di salên 1960î de, li Tirkiyê jî di dawiya salên 1970yî de û li Îranê di salên 1980î de, cardin ev pirs ji her demê bêtir bihêztir derket holê û heta roja îro jî berdewam dike.
Sêyem: Siyaseta Îsraîlê ya parçekirina tevgerên siyasî û leşkerî yên Filistînê di navbera Feth û Hemasê de bi ser neket, çawa ku siyaseta parçekirina Kurdan jî bi taybetî di navbera û PDK û YNKê de dê heta hetayê ne serketî be. Hewldanên çareserkirina Pirsa Filistînê, tevî nerazîbûna Îsraîlê, dikarin di dawiyê de bibin alîkar ji bo aştî û aramiyeke zêdetir, çawa ku hewldanên çareserkirina Doza Kurd jî dê heman bandorê bikin. Eger dewletên herêmê aramî û aştiyê dixwazin, ji bilî lihevkirina bi Kurdan re ti çare nemaye û Îraqa federal wekî ku di destûrê de hatiye diyarkirin, eger wê ber bi xirabiyê ve nedehifînin, dikare bibe mînakeke baş.
Serokwezîrê Spanyayê ku biryar e roja sêşemê li gel Îrlanda û Norwêcê serxwebûna Filistînê nas bike, gotiye ku ew vê biryarê seba aştî, dadmendî û aramiyê didin. Hîn ne xuya ye ka dawiya dawîn ev gav rê li ber Ewropayê vedike ku ji bo serxwebûna Filistînê wekî yekîtî bixebite yan na, ji ber ku hêzên sereke yên Yekîtiya Ewropayê ango Almanya û Fransa, hîn jî li ser çareseriya du dewletan bi rêya diyalogê rijd in ku nerasterast tê wateya şertê razîbûna Îsraîlê, lê Serokê Fransa Emmanuel Macron gotineke nû biland û got ku li Fransayê axaftina li ser mikurhatina li dewleta Filistînê bêyî gotûbêj êdî ne tiştekî tabû ye.
Ev guhertin di arasteya rast de ye, piştî berpirsiyariya dîrokî ya Fransa û Brîtanyayê li hemberî pirsa Filistîn û Kurdistanê ku ji bilî encamên wê yên siyasî, bûne sedema bi dehan karesatên mirovî û hêjayî lêborîna fermî ne. Ewropaya niha ku xwe wekî serkarwana demokrasî û mafên mirovan dibîne, di berjewendiya wê de ye ku ji bo pêşîgirtina li teror, penaberî û bêîstîqrariyê ku dûmana wê dikeve çavên wê, piştevaniya çareseriya doza Kurd û Filistîniyan bike, ev ji bilî ku wekî mîratgira siyaseta kolonyalîst a Brîtanya-Fransayê li destpêka sedsala bîstem, di vî warî de berpirsyariyeke siyasî û exlaqî jî li ser milê wê heye û nikare bi hinceta Hemasê yan arîşeyên kêmbûna demokrasiyê di siyaseta Kurdî de xwe ji vê berpirsiyariyê vede, ji ber ku eşkere ye Ewropa ji bo berjewendiyên xwe bi rejîmên siyasî yên herî nedemokratîk ên cîhanê re jî tevdigere.
Hewldanên Ewropyê yên piştgiriya doza Filistînê pir baş in lê di rastiyê de bêyî çareserkirina Doza Kurd, aştî, dadmendî û aramî li Rojhilata Navîn dê her û her seqet bimînin. David Fromkin di destpêka pirtûka xwe de gotina efserekî Îngilîz bi bîr tîne ku dibêje "Piştî şerekî ku dawî li hemû şeran anîbû, peymanek pêk anîn ku hemû aştî ji nav birin." Zêdetirî 100 salî di ser wê 'peymana bêpeyman' re derbas bû û pirsgirêk hê jî berdewam in, lewra vê carê 'aştiyek' pêwîst e ku bi rastî 'aştî' be!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse