Gendelî û serxwebûn
Michel Robin, ku berê efserê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê bû, di gotareke ji bo malpera ingilîzî Kurdish Tribune de dibêje Amerîka lewma piştgiriya serxwebûna Kurdistanê nake, ji ber ku berpirsên kurd gendel in. Lê ez bi guman im ku ev rast be.
Li Kurdistanê her kes dizane ku gendelî heye. Hikûmeta Kurdistanê jî li vê yekê mikur hatiye û welatên rojava jî haya wan jê heye. Lê ev nayê wateya ku li deverên Iraqê yên din gendelî nîne. Dibe ku li Bexdayê asta gendeliyê zêdetir be jî. Ev yek vê dawiyê hat dîtin û me bihîst bê çi bahoz rabû ji ber veqetandina zêdeyî 4 milyar Dolaran ji bo kirrîna çekan ji Rûsyayê. Lê belê Robin behsa vê yekê nake û pirr bi erênî behsa hikûmeta Malikî dike.
Helbet ev rewatiyê nade hebûna gendeliyê li Kurdistanê. Pirsa rast ew e ku gelo hebûna gendeliyê li Bexda yan li Hewlêrê bandorê li ser biryarên Washingtonê dike? Bawer nakim. Wek mînak digel binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê, lê belê Amerîka qet piştgiriya Kurdên Tirkiyeyê nake.
Amerîka berê jî pêwendî bi wan rejîmên gendel re çêdikirin ku mafên mirovan binpê dikirin, lê berjewendiyên wê diparastin. Di serdema Şerê Sar de ev yek pirr dihat dîtin. Piştî bûyerên 11ê Îlonê jî ev dihat dîtin. Amerîka bi gellek dewletan re, ku di gendeliyê de navdar in, pêwendiyên xwe hiştin, wek mînak welatên kendavê.
Diyar e wê Amerîka piştgiriya Bexda li dijî Hewlêrê bike. Ji ber ku Amerîka ji parçebûna Iraqê ditirse û eger ev rû bide jî, aramî li Rojhilata Navîn namîne. Hikûmeta niha ya Amerîkayê ji aloziyan hez nake, lê ji aramiyê hez dike. Ev jî yek e ji sedemên dudiliya Amerîkayê derbarê Esed û Sûriyê de.
Mînakeke vê hizrînê, gotareke rêveberê bernameya siyasetên kendav û enerjiyê li enstîtuya Washington a siyasetên Rojhilata Nêzîk, Simon Henderson e. Simon nivîsiye ku yekîtiya axa Iraqê di encama peymana petrolê ya Tirk û Kurdan de namîne û Şîiyan bêhtir bi Îranê ve girêdide.
Li gor navborî, di berjewendiya Amerîkayê de ye ku Iraqê yekgirtî bihêle û bihêle ku peymana petrolê di navbera Enqere û Bexdayê de hebe. Ango bi gotina wî, piştgiriya Amerîkayê li serxwebûna Kurdan wiha dike ku Îran bihêz bibe. Herwiha medyaya dewletê ya Îranê hertim Amerîkayê sûcdar dike ku piştgiriya serxwebûna Kurdan dike.
Amerîkî hertim dudil bûn li ser piştgiriya Kurdan di doza cîbicîkirina maddeya 140 û çarenivîsa Kerkûkê de. Carinan dijayetiya vê doza Kurdan jî kirine. Lewra bawer nakim siyaseta Amerîkayê di vî alî de biguhere.
Tew eger niha partiyên opozisyonê li Kurdistanê bibin desthilatdar û Kurdistan bibe baştirîn û aramtirîn demokrasî li Rojhilata Navîn û gendelî jî lê nemîne, dîsa piştrast im ku wê demê wê Amerîka hevsoziya xwe ji Kurdan re zêde bike, lê tiştekî din nake.