Ji nexweşê penceşêrê re nebêje ‘bi hêz be!’

30-01-2025
RÛDAW
Nîşan Nexweşiya Penceşêrê Kovara BMC Bijîşkên Kurd Tenduristî
A+ A-

Hawkar Îbrahîm
Dema kesek bi penceşêrê dikeve, hemû çav li ser çareseriya bijîşkî ne, hemû li derman û bijîşkên herî baş digerin - ev ne tenê girîng e lê bingeheke sereke ye ji bo çareseriyê - lê ev bi tenê ne bes e.

Endamên malbatê, dê û bav jî di nav de, bi dilgiraniyeke mezin re rû bi rû dimînin, ne tenê derbarê tenduristiya wî kesê ku bi nexweşiyê ketiye lê derbarê şiyana xwe jî ji bo rûbirûbûn û jiyana bi vê rewşê re.

Rêwîtiya rûbirûbûna penceşêrê tije wêrekî ye, tije pirsên bêhejmar û carinan bê bersiv e. Rêwîtiyek e ku tê de bêdengî û li rewşê nepirsîna ji aliyê kesên din ve, dikare wekî nexweşiyê bi xwe ji bo rewşa derûnî ya nexweşan û endamên malbatên wan ziyandar be.

Li gorî encamên lêkolîneke me ya vê dawiyê ku di kovara BMC a bijîşkiya derûnî de hatiye weşandin û zêdetirî 300 dê û bavên Kurd ku zarokên wan bi penceşêrê ketine tê de beşdar bûne, eşkere dibe ku dê û bav di rewşeke derûnî ya netendurist de dijîn. Li kêleka tundiya nexweşiya zarokên wan û zehmetiya rewşa wan a aborî, ya ku ji aliyê derûnî ve ew xemgîn û bêhêz kirine ew e ku kesên nêzîkî wan, her axaftineke li ser penceşêra zarokên wan sînordar kirine û mecalekî weha ji wan re nahêlin ku bikaribin hest û soz û dilgiraniyên xwe derbarê nexweşiya zarokên xwe derbibirin.

Li ser bingeha van encaman, wekî çareserkerekî derûnî, dixwazim hin rênîşanderiyên giştî raxim ber çav, bi hêviya ku em bikaribin baştir alîkariya nexweşên penceşêrê û malbatên wan bikin:

Yekem: Eger tu kesekî dinasî ku ew an endamekî malbata wî bi penceşêrê ketiye, bila li bîra te be ku amadebûn û gotinên te dikarin guherîneke mezin di jiyana wan kesan de çêbikin. Xwe ji axaftina li ser penceşêra wan an kesên nêzîkî wan dûr negire, ji êşên wan şerm neke, ji wan bipirse ka çawa ne, hest bi çi dikin? Bi baldarî guhê xwe bide bersivên wan, atmosferekê ji wan re biafirîne da ku bikaribin qala jan, tirs û hêviyên xwe bikin. Bila ji bîra te neçe ku rola te ne çakkirina nexweşiya wan e lê rola te ew e ku tu mil bi mil bi wan re bi janên wan re biçî.

Duyem: Dema ew qala êşên xwe dikin, tu behsa jan û kambaxiyên xwe neke, nebêje guh nediyê, nebêje jana min jî heye, ez jî nexweş im. Mijarên wan neguhêre, eger tu nikaribî tiştekî nebêje, li şûna wê, bi temamî amade be, rûne û guhdariya wan bike, derfetekê ji wan re biafirîne da ku hestên xwe derbibirin.

Sêyem: Ji wan re nebêje "xurt be". Her çiqas meqsed ji van cûre gotinan îlhambexşîn û handan be jî lê dibe ku bêyî meqsed zextê bixin ser nexweş an dê û bavan ji bo veşartina lawaziya xwe yan jî tepisandina hestên xwe.

Dibe ku ev cûre gotin bibin sedema ku kesê nexweş şerm bike behsa êş û janên xwe bike. Gelek caran ya ku mirov di van rewşan de hewcedarî wê ne, ne dirûşmên hander û dayîna hizira "bihêz be" ye lê hevsozî û piştgiriya pratîk e. Mikurhatin e bi hestên wan, afirandina atmosferekê ye ku bikaribin tê de qala lawaziya xwe bikin.

Çarem: Dema kesek bi nexweşiyeke dirêjdem an metirsîdar dikeve, şikandina astengiyên bêdengiyê di nav malbatan bi xwe de pir girîng e. Gotûbêja vekirî dikare jihevtêgihiştinê çêbike û hemûyan nêzî hev bike. Divê dê û bav û endamên din ên malbatê hest bikin ku dikarin dabaşa dilgiraniyên xwe bikin, bêyî ku bargiraniyekê li ser kesên din çêbikin.

Xwişk û bira hewcedarî atmosferekê ne ku bêyî ku kes wan lome bike bikaribin derbibirin ku rewşa nexweşiyê çi bandor li ser wan kiriye, çawa bernameya jiyana wan guherandiye, her wiha çawa bikaribin li ser jiyana xwe ya rojane berdewam bin û di heman demê de jî çavdêrî û alîkariya nexweşê xwe bikin.

Pêncem: Wekî civak jî divê em mikûr werin ku ew malbatên ku kesekî wan bi penceşêrê ketiye, gelek caran rastî pirsgirêkên zêdetir tên ji derveyî nexweşiyê. Xirabiya rewşa darayî û tenêmayîna civakî û zexta ku jîngeha derdorê çêdike ku her tim ji me re dibêjin divê em bi hêz bimînin, bargiraniyê zêdetir dike.

Di van dox û rewşan de pêşkêşkirina alîkariya pratîk, wekî alîkariya darayî û çavdêrîkirina zarokîn wan an jî amadekirin xwarinê ji wan re, alîkarîkirina wan di paqijkirina malên wan de, dikare beşekê ji wê bargiraniyê li ba wan kêm bike, ev reftarên dilovan bi bîra wan tîne ku ew ne bi tenê ne.

Şeşem: Divê bijîşk û karmendên tenduristiyê wê rastiyê bizanin ku li kêleka çareseriyên bijîşkî, mezintirîn diyarî ku dikarin bidin kesên nexweş û malbatên wan têgihiştina ji êş û nexweşiyên wan, dîtina wan e wek mirov ne wek "dozeke klînîkî".

Bila li bîra we be ku rewşa wan a derûnî bi heman awayê çareseriyên bijîşkî girîng e. Hevsozî û aramî di pêvajoya çareseriyê de dikare alîkariya wan bike da ku baştir û hêsantir vê rêwîtiya xwe ya rûbirûbûna penceşêrê bi rê ve bibin.

Heftem: Daxwaza alîkariyê ji pisporên derûnî wekî bijîşk û çareserkerên derûnî, ti şermî û kil û kêmasî tê de nîne û ne nîşana lawaziyê ye jî. Girîng e ku em nexweşan û endamên malbatên wan han bidin ku li şêwira bi çareserkerên derûnî re bifikirin, da ku baştir ji wan astengiyên sozdarî ku rûbirûyî wan dibin têbigihêjin, wergirtina çareseriyê û çavdêriya kesê nexweş bi rewşeke derûnî ya cihgirtî encameke baştir û berhemdartir jê tê çaverêkirin.

Di dawiyê de, nexweşên penceşêrê û malbatên wan hewcedarî piştgiriya rasteqîn e û hevsoziya her yekî ji me ne. Em bi hev re wekî civak dikarin vê rêwîtiya wan hêsantir û hêvîdartir bikin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Omer Nûredînî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Nêçîrvan Barzanî û dîplomasiya kongreyan

Nêçîrvan Barzanî wekî kesayetiyeke siyasî di nav xeleka elîta bilind a siyasî ya welêt de, çi dema ku serokwezîrê hikûmeta herêmê bû û çi niha ku serokê Herêma Kurdistanê ye, her tim di siyaseta xwe ya dîplomatîk e girîngiyeke mezin daye dîplomasiya kongreyan