Hewldana xweberhevkirina Erebên Sunî li Iraqê
Yasîn Teha
Bi guherîna hejmara kursiyên Hevpeymaniya Ezm ji 14 kursiyan bo 32 kursiyên parlamentoyê, nexşeya siyasî ya Erebên Sunî ji bo gera pêncan a Parlamentoya Iraqê rastî guherîneke mezin hat. Vêga, li şûna hin hêzên hûr û lîstên biçûk, du cemser tenê li meydanê hene: Hevpeymaniya Teqedum a Serokê Berê yê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî ku bi 37 kursiyan yekemê Suniyan û duyemê Iraqê ye. Ligel Hevpeymaniya Ezm a Xemîs Xencer ku bawer dike di rojên bê de hejmara kursiyên rikberê xwe derbas dike û ji bo nêzîkî 40 kursiyan bilind dibe.
Ev jî piştî ku lîstên Ebû Mazin li Selahedînê, Erebên Kerkûkê, hin parlamenterên Eqda Falih Feyaz û frakisyona Hesm tev li rêzên wan bûn. Ji ber ku her du hevpeymaniyên Sunî hatine asteke nêzîk ji hejmara kursî, deng û lixwegirtina kesayetên bandorker, girîngiyeke zêde ya cudahiya wan ji bo yekalîkirina post û berketiyên pêkhateya Erebên Sunî nemaye û dibe ku ev jî nav di wan bide ku bêhtir hewla tifaq û lihevkirinê bidin.
Di rastiyê de, xweberhevkirina Erebên Sunî ku handera wê hewla çêkirina bandor û mezinkirina lîstan e di serdemekê de ku modela bangewaziya hikûmeta piraniyê ye ligel navbênkariya derve û guvaşa cemawerê wan, ku bi zahirî pêngavên baş derbas kiriye. Li derve Enqere piştevaniya wan zêde dike û li ser asta serokatiya komarê amadebûna xwe nîşan daye ku pabendiya aliyên tifaqê garantî bike. Hewlêrê jî deriyên xwe ji bo alîkarîkirina wan vekiriye ji bo ku nêzî hev bibin. Di çend rojên borî de, li kêleka civîna Barzanî û serokatiya herêmê di gotûbêjên vekirî de bûn, lê ev prose hêj ne pir misoger û yekalî ye.
Ev jî bi sedema alozî û kelemên ku di 18 salên borî de ji vê pêkhateyê re çêbûn, yek ji pirsgirêkên Erebên Sunî, nebûna rêber û siyasetvanekî ye ku guhdariya wî were kirin û bikare piraniya Suniyan berhev bike. Ev jî bi kursiyên parlamentoyê, siyasetmedar û wezîrên demkî çênabe. Di çar gerên borî de jî, çend kesayet ajokarên basa gihiştina Suniyan bo dezgehên bilind ên Bexdayê bûn ku vêga bandoreke wan a zêde li meydanê nemaye wek: Ednan Dilêmî, Xelef Ileyan û Haşimî.
Her du cemserên nû yên Erebên Sunî (Helbûsî – Xencer) li ser hin daxwaz û bingehan li hev kirine, lê hêj maye ku rûbirûyî “şeytanê hûrgiliyan” bibin. Li milekî pêkhateyên hevpeymaniyan wan pircûr û qerebalix in, li milekî din jî hêj tev li nav gotûbêjên hûr û cidî li ser post û paran nebûne.
Çunke hêj ew bi xwe di guherînê de ne û beramberên wan jî ku Şîe ne û xwediyên xwana pêkanîna hikûmetê ne di xelekeke tarî de çerx dibin. Berê jî Ezm ji (bereya hevahengiya Şîeyan) nêzîk bû û meyla Helbûsî li ser Sedir bû, lê hişyariya Îranê û hestyariya qonaxê nehiştin ti aliyek ji wan tev li bereyekê ji bereyên Şîeyan bibe.
Her çiqasî Sunî hewl didin hevgirtî bin, lê dabeşbûnên siyasî, êlî û navçeyî wan parçe dikin. Derbarê pêwendî û reftara bi Îran, Tirkiye û welatên Kendavê re jî, helwesta wan nelirê ye û pir caran hevdijî lê peyda dibe. Vê jî sîbera xwe li ser pêwendiya hêzên wan ên siyasî bi hêzên Şiî re daniye.
Vêga biryardan ew e wek Kurdan, ti aliyekî Şîe bi ser aliyê din de bi ser nexin, xasma di wê hevrikiya sert de ku ketiye navbera “Sedir û bereya hevahengiya Şîeyan” de li derveyî kartêkerên siyasî û bandorên navçeyî (Mûsil – Diyale – Selahedîn û Enbar), dabeşbûna Suniyan di navbera îslamî û sekûleran de jî heye.
Lê di van salên dawî de, nemaze di vê gera parlamentoyê de, “Partiya Îslamî” ku yek ji partiyên siyasî yên herî kevnar ên Iraqê ye jî, xatirê xwe ji meydanê xwest û wek lîsta Nucêfiyên Mûsilê, ti kursî bidest nexist, di demekê de ku di serdema Cîgirê Serokkomar Haşimî û di serdema Samerayî de serokê parlamentoyê di destê wan de bû.
Ji bilî dabeşbûnan, hêj Sunî ne kok û hevnêrîn in ka daxwaza wan a sereke çi ye. Car caran qal û behsa çarçoveya Iraqa federal li herêmeke taybet dikin, lê ne kok in ka paytexta wê herêmê û sînorên wê kû der be û bi neçarî diçin ser bijareya herêma Neynewa yan Enbarê ku ev jî xwestekeke kolektîf nîşan nade û vetoya dijwar a Şîeyan jî rê nade bicîhatina ti yekê ji van projeyan.
Qonaxa bê ya bingehên karê hevbeş ê hêzên Sunî bi çend xalan lihevkirin li ser wan hatiye kirin. Bi taybetî, beşdariya rasteqîne di desthilata Bexdayê de, avakirina bajarên wêran, vegerandina koçberan, eşkerekirina kesên serwinda û cezakirina kujer û berpirsiyarên diyarnemana wan.
Tevî ku ev hemî jî xwestek û pêdiviyên girîng ên vê qonaxê ne, lê hêj nagihin asta dariştina dîtineke stratejî ji bo Erebên Sunî di çarçoveya Iraqê de ka gelo ew bi senteralîzmê re ne yan jî bi parvekirina desthilatê re ne.
Gelo vedigerin daxwaza herêman yan hewl didin bibin beşdar di hikûmeta federal de, nemaze ku zanyariyên berdest behs û qala wê yekê dikin ji tomeriya heşt dezgehên ewlekarî yên hestyar li Iraqê rola ti fermandeyekî bilind ê Sunî di wan de nîn e. Di tevahiya Wezareta Navxwe de jî, ti rêveberekî giştî ji vê pêkhateyê nîn e û meriv çiqas di heykelê dewleta nû ya Iraqê de dahûrtir bibe, eşkeretir cudakariya beloq li hember Sunî û Kurdan dibîne.
Di dawî de, egera wê yekê zêde ye ku Xemîs Xencer (Ezm) û Mihemed Helbûsî (Teqedum) bêhtir nêzîk bibin. Serokatiya parlamentoyê û posta cîgirê serokkomar jî di navbera xwe de parve bikin, xasma ku Xencer ji postên rûmetê hez dike; lê dê wê demê bikevin ber metirsiya cudabûn û dabeşbûna hevpeymaniya xwe.
Di vî warî de jî, agahî û detay amaje didin ku hin kesên li dora Xencerî kom bûne, bi hêviya serokatiya parlamentoyê ne (Meşhedanî û Xalid Ubeydî). Her wisa hin kesên li dora Mihemed Helbûsî ne jî, heke nebe serokê parlamentoyê bi egereke mezin dê jê dûr bikevin. Wê demê jî, metirsî heye ku nûnerên Sunî vegerin ser rewşa xwe ya berê ku frakisyon û pêkhateyên cuda cuda ne.
Di wê demê de jî, dibe ku hêzên Şiî wan raber bikin û ligel berjewendiyên demkî yên post, pere, bond û komênşinên projeyan û bi heman awayê berê ji xwestek û daxwazên sereke yên navenda jêrîn a cemawerê xwe dûr herin. Di van rojan de jî, hewldana kesayetên bandorker ên Sunî li Hewlêrê ji bo gotûbêjên pêşîgirtina li vê senaryoyê dubare bûye.
* Ev gotar taybet ji bo Navenda Lêkolînên Rûdawê hatiye nivîsîn.