Du dewlet ji bo Kurd û Filistîniyan

29-05-2024
Arif Qurbanî
Nîşan Dewlet Kurd Filistîn
A+ A-

Ji destpêka çêbûna pirsgirêka Filistînê ve, yek ji bijardeyên ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ji aliyê navendên navdewletî ve wekî nexşerêyekê hat raberkirin, meseleya avakirina du dewletên serbixwe li ser xaka Filistînê bû, dewletek ji bo Ereban û yek jî ji bo Cihûyan.

Her çend di destpêkê de ev fikir ji hêla Brîtanyayê ve wiha bû ku piraniya erdnîgariyê bibe para dewleta Ereban û hindikahiyek jî bikeve destê Cihûyan lê Ereban ev daxwaz red kir. Di salên paşê de û di dema ragihandina dewleta Îsraîlê de, heman raman ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi hin destwerdan;n li berjewendiya Cihûyan hat pêşniyarkirin. Vê carê jî Ereban qebûl nekir û bawer dikirin ku komployên artêş û hêzên leşkerî yên dewletên Ereban wê Cihûyan di deryayê de wer bikin!

Piştî derketina çend şeran û di her şerekî de jidestdana beşekê ji axa Ereban û kontrolkirina wê ji aliyê Îsraîlê ve, hevkêşeya dabeşkirina Filistînê bi ser du dewletan de, projeya pêşniyarkirî li berjewendiya Îsraîlê guhert, sal bi sal sînorên dewleta Îsraîlê û desthilat û erdnîgariya wê berfirehtir dibûn.

Guhertina vê hevkêşeyê û pêşketina Îsraîlê di warê teknolojî û pîşesaziya leşkerî de rewşeke nehevseng a wisa derxist holê ku Ereb di her gereke gotûbêjan de bi tiştê ku Îsraîlê berê dabû wan û red kiribûn, razî bibin lê Îsraîl ji tiştê ku berê li ser razî bûbû poşman dibû û şert û mercên nû lê zêde dikir. Ev mijar bi awayekî jî bi rê ve dibir ku her tim wer bixuye ku Ereb bi çareseriya du dewletan ne razî ne, hetanî gihîşt astekê ku Îsraîlê projeya du dewletan wekî nexşerêya çareseriyê kir parçeyek ji rabirdûyê.

Di koka xwe de, her çend mijara du dewletan fikir û nexşerêya navendên navneteweyî bû jî lê ne NY û ne jî dewletên ku bandora wan li ser cîhanê hebû û pêvajoya aştiyê di navbera Ereban û Îsraîlê de bi rê ve dibirin, di cîbicîkirina vê çareseriyê de ne pir cidî bûn. Tenê wekî kartekê li navbera Filistîn û Îsraîlê pê dilîstin, heger mebesteke rastîn ji bo bicihanîna wê hebûya, di gelek qonaxên dîrokî yên temenê pirsgirêka navbera Filistîn û Îsraîlê de dikarîbûn li ser wan ferz bikin.

Bi lîstina bi demê, li benda wextê bûn ku li ser bingeha defaktoyê derfeta avakirina dewleta Filistînê mirar here lê Tevgera Hemasê ku di koka xwe de li dijî çareseriya du dewletan bû, bi êrîşa mûşekî û leşkerî ku di 7ê oktobira sala 2023yan de bir ser Îsraîlê û bû sedema şerekî dirêjdem û xwînrêj ku heta îro jî berdewam dike, mijara du dewletan li navendên navdewletî ne tenê nola projeyekê vejand, li dewsê mîna rewşeke neçarî cîhan kaşî wê yekê kir ku divê pratîze bike.

Tişta ku di van du mehên borî de li NY û navendên din ên cîhanî li ser Filistînê derket holê, encama êrişên Hemasê yên li ser Îsraîlê ne. Di 10ê adarê de, NY projeyek danî ber dengdanê ji bo ku Filistîn ji endameke çavdêr bibe endameke herdemî li NY. Ji 193 endaman, 143 endaman li berjewendiya Filistînê deng da û biryar e ku îro (28ê mehê) li NY mijara naskirina serxwebûna Filistînê û dayîna mafê dewletbûnê ji bo Filistîniyan bên nîqaşkirin. Wekî helwesta destpêkê, hin welatên îslamî, erebî û rojavayî gotine ku ew dê dengê xwe bidin avakirina dewleta Filistînê.

Herwisa encama şerê ku Hemasê qewimand, ew wêne serobin kir ku berê hertim aliyên Erebî bi redkirina projeya du dewletan dihatin sûcdarkirin, vêga Îsraîl ketiye rewşeke wisa ku radigihîne çareseriya du dewletan nayê qebûlkirin. Her çiqasî di rastiyê de heya çareseriya bi hev ve girêdana Xeze û Kerta Rojavayê û herwisa çareseriyeke ku cihê razîbûna herdu aliyan be ji bo Qudsê neyê dîtin, projeya du dewletan jî ne bi hêsanî tê tekûzkirin û ne jî dikare aştî û aramiyê misoger bike, lê dîsa derxistina holê ya vê projeyê di navendên navdewletî de, ev rastî tekez kir ku navendên biryarê yên navdewletî herwiha dewlet jî bi awayekî pir bêexlaqî bi pirsgirêkan re tevdigerin.

Mişextî û derbiderbûna bi milyonan Erebên Filistînî ji destpêka peydabûna pirsgirêka Ereban û Îsraîlê ve û kuştina bi hezaran jin û zarokan nebûn sedema livandina sozdarî û hestên civaka navdewletî ji bo pratîzekirina nexşerêyekê ku bi baweriya wan dê bibe sedema aştî û aramiyê, lê reftareke tundrew a Hemasê ku bi sedan jin û zarokên bêguneh li Îsraîlê kir armanc, cîhanê şiyar dike ku dirêjkişandina vê pirsgirêkê metirsiyê li ser aramî û ewlekariya cîhanê çêdike û divê bi bayê bezê çareserî jê re were dîtin.

Her çend heta rêya aştiyê hebe û heta ku deriyê diyalogê ji bo çareseriya her pirsgirêkekê vekirî be, ez qet ne alîgirê meşandina rêya tundûtûjiyê me, lê ev reftarên dewletan û helwesta wan a li hember pirsgirêka Filistînê û pirsgirêka Kurd û gelek mijarên din ên mirovahiyê îspat dikin ku di vê serdema bêexlaq de ku cîhan tê re derbas dibe, ne şert e tişta ku bi meşandina rêya tundûtûjiyê tê bidestxistin, nîvê wê jî bi aştî û gotûbêjê were bidestxistin. Loma divê ev hevkêşeya kêşeya Filistînê Kurdan li ser du astan tevbilivîne. Pêşî divê planeke wan a stratejîk hebe ka çawa ji bo çareseriyeke dadmend a pirsgirêka Kurd li deverê cîhanê bînin ser xetê.

Duyem, welatên rojavayî yên ku dixwazin dengê xwe bidin Filistînê, di wê baweriyê de ne ku heta pirsgirêka Filistînê çareser nebe Rojhilata Navîn aştî û aramiyê nabîne. Lê di rastiyê de pirsgirêka Kurd û kêşeya Filistînê bi hev re dibin çavkaniya aramiyê, loma pêwîst e zûtirkê bi rêya welatên ku bi Kurdan re dost in, yek ji wan welatan were îqnakirin ku îro ku tê çaverêkirin mijara dewleta Filistînê were gotûbêjkirin, hevdem li gel mijara dewleta Filistînê, mijara dewleta Kurdî jî li NY were pêşniyarkirin.

Heger bi baldarî li ser bê xebitandin, ez dûr nabînim ku mijareke wiha pirsgirêka Kurd bîne rojevê û vegerîne ser sehneyê, bi taybetî çimkî hê jî hin welatên endamên NY li dijî wê yekê ne ku dewleta Filistînê bê naskirin. Ne dûr e ku pirsgirêka Kurd bikin kart û bi kar bînin. Di encamê de jî derî li ber Kurdan vedibe ku pirsgirêka xwe bibin navendên navdewletî.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst