Rûdaw ne 'yekema bê hevrik' e!

29-05-2024
Aras Biradostî
Nîşan Rûdaw Hevrîkî Pêşketin Xelat
A+ A-

Dirûşma navdar a Rûdawê êdî bêkêr bûye. Êdî ev dirûşm bi kêrî rewşa niha ya Rûdawê nayê. Rûdaw wê demê yekema bê hevrik bû gava ku yekem û bê hevrik bû.

Dirûşma yekema bê hevrik hetanî berî demekê jî ji Rûdawê re rast bû lê vêga êdî divê em wê sererast bikin çimkî Rûdaw êdî ne "yekema bê hevrik"a berê ye.

Xelat

Dema ku ez bi hevkarên xwe yên delal Ala Şalî û Birwa Kiyanî re li merasîma wergirtina Xelata Stevieyê ya bernameya herî baş a medyaya cîhanî rûniştibûm, çend medya û şirketên herî navdar ên cîhanê li ser maseya me hebûn.

Yek ji mêvanan ku jineke bi dê û bav Meksîkî bû û li Brîtanyayê ji dayik bûbû, têbîniyeke balkêş biland. Serketina Rûdawê li ba Karolînayê zafî giring bû xasma li navçeyeke tije alozî, rewşeke siyasî ya sincirî û kelemên mezin ên li ber azadiya rojnamegeriyê. Wê digot ku Rûdaw bi rastî jî mînakeke payebilind e û cihê şanaziyê ye.

Xelata Navdewletî ya Stevieyê ya sala 2023yan û xelata vê dawiyê ya Webbyê jî careke din Rûdaw bir ser sehneya pêşbirkên cîhanî û Tora Medyayî ya Rûdawê şanaziyeke nû ji bo xwe û ji bo Kurdistanê û herwisa ji bo medyaya Kurdî tomar kir.

Xwerista Rûdawê û armanca mezin a Rûdawvanan bi berdewamî vê projeyê ber bi esmanê bilind ê medyaya cîhanî ve bilind dikin. Wer xuya dike ku Rûdaw li wir jî stêrkeke geş e û çirûsîna xwe berdewam dike.

Dijîtiya Rûdawê

Li gorî we, eger Rûdaw piştgiriyeke manewî û siyasî ya çêtir li ser asta Kurdistanê wergire û bi rakirina kelem û astengiyan danekeve, dê çi serketinê bi dest bixe?

Boykotkirina Rûdawê û çêkirina keleman li pêşiya wê, Rûdaw ne biçûktir lê mezintir kir û xeleka temaşevanên wê ji milyonan guhart milyaran, êdî niha ku bi milyonan bînerên me hene em behs jî nakin, behs behsa milyaran e!

Di şeveke tenê de, 25 milyon temaşevanên Rûdawê di rûmala 'êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê' de hebûn. Di bûyera kezebsoj a Hemdaniyeyê de jî, di 4 rojan de û tenê li ser platformên medyaya civakî 150 milyon bînerên me hebûn, me behs jî nekir!

Hevrikiya bi Rûdawê re

Li Herêma Kurdistanê, dema ku medya ji bo hevrikiya Rûdawê tê çêkirin, du xeletiyan dike:

1. Dixwazin bi heman rûyên Rûdawê di rikberiyê de bi ser bikevin lê nikarin bi xwe stêrkan çêbikin. Ew wer dihizirin ku dikarin bi birina rûyên Rûdawê komstêrkekê çêbikin lê haya wan jê nîne ku ten ne li her derê stêrk in û stêrk jî ne li her esmanekî diteyisin.

2. Bi tîma rahêneriya Rûdawê bi xwe dikevin pêşbirkeyê.

Dema ku medyayek tê avakirin, wisa nehizirin ku xelk bi we re li ber wê rûniştiye, ev rewşeke derûnî ya taybet e û divê hûn jê haydar bin çimkî çavê xelkê li ser ekraneke din e!

Kevir li cihê xwe giran e!

Divê kanalên din berî ku destê xwe bigihînin rûyên diyar ên Rûdawê, van rêzan çê bixwînin. Kurd dibêjin 'Kevir li cihê xwe giran e'. Ev gotin xwedî kûrahiyeke hizirî, çandî û dîrokî ye. Hest û nestê takekesê Kurd bi vê baweriyê dagirtî ye.

Yên ku li gorî xwe hevrikiyê bi Rûdawê re dikin, wer difikirin ku gava rûyekî Rûdawê dibin dê li cem wan jî bi heman giraniyê xuya bike. Ma ne bînerê we eynî ew Kurd e ku bawer dike heke kevir ne li cihê xwe be giraniya xwe ji dest dide? Ma kanala we weşana xwe bi zimanê Fransî dike?!

Keştiya esmanî

We dîtiye dema ku keştiya esmanî tête hildan? Hêz û enerjiya xeyalî ku ji binî ve keştiyê ber bi esmên ve hildide tenê li cem Rûdawê heye, loma keştiyên din berî ku rabin dikevin, dikevin ku ji xwe hîn negihîştine esmên!

Şîreteke belaş!

Medya bi dayîna vîla, otomobîlên camreş û pasevanên taybet nayê afirandin. Pêdiviya medyayê bi kedeke dijwar heye, pêwîstiya wê bi sadebûn û çûna nav xelkê heye, pêdiviya wê bi hişyarî û deyaxê heye, pêwîstiya wê bi azadî û vebûnê heye.

Kesê ku armanca wî ya sereke di karê medyayê de bidestxistina destkeftên diravî be, nikare destkeftên mezin ên pîşeyî û manewî bi dest bixe, nemaze ku zû bigihîje armancên xwe yên darayî yên şexsî, dê çima medyayeke serketî ji we re çêbike? "Jixwe eger di kokê de bikarin tiştekî wisa bikin."

Esmanê spehî yê Rûdawê

Hûn dizanin çima slogana "Rûdaw yekema bê hevrik e" niha ne guncav e? Çimkî ev slogana Rûdawê ji bo Kurdistanê û medyaya Kurdî hatiye afirandin. Ev slogan wê demê ji bo Rûdawê guncav bû gava rikberî li ser asta medyaya Kurdî bû. Yekem bû û bê hevrik bû jî niha heman dirûşm ji bo medyaya Kurdî hîn jî guncav e lê vêga ku Rûdaw di asta cîhanî de pêşbaziyê dike, hevrikên Rûdawê hene, hevrikên wê mezintirîn saziyên medya û teknolojiyê yên cîhanê ne.

Hevrikên me di rewşeke çawa de ne?

Wekî mînak, hevrikên cîhanî yên Rûdawê di xelatên Webby û Tellyê de ev bûn: CNN, Microsoft, NASA, Google û gelek saziyên mezin ên cîhanê yên din. Hûn dizanin ku cudahiya navbera Rûdawê û wekî mînak CNN di rikberiya wergirtina Xelatên Webbyê de çend bû? Rûdawê ji sedî 60ê xalan bi dest xistibûn û şirketa hevpar a CNNê tenê ji sedî 12 xalên wê hebûn.

Hemû rikberên cîhanî yên Rûdawê bi hev re ji sedî 39ê xalên pêşbaziyê bi dest xistibûn. Binêre rewşa hevrikên Rûdawê li cîhanê jî çawa ye. Ji ber ku temaşevanên Rûdawê pir dilsoz in ji Rûdawê re.

Vêga êdî Rûdaw ne yekema bê hevrik e, rikberiya wê ji bo bilindkirina asta berhemanîna medyayê, navê Kurdistanê û navê rojnamegeriya Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst