Miletê Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li pêş derfeteke dîrokî ye û ji bo misogerkirina mafên xwe di destûra Sûriyeyê ya nû û her tim de û her wiha ji bo bihêzbûna pêgeha Kurdan di siberoja welatê Sûriyeyê de, pêwistî bi beşdariya hemû aliyên siyasî û reng û çînên miletê Kurd, di standina biryarên dîrokî û çarenûsî de heye.
Lê ya ku niha çêdibe, tenê rêkeftinek di navbera aliyên siyasî PYD û ENKSyê de bi serpereştiya Amerîka û Fransayê tê çêkirin û bêhtir wekî rêkeftineke taktîkî û demkî, di navbera du aliyên Kurdistanî yên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê de tê xuyakirin, ew jî hinekî dûrî îradeya miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye ku biryar ji derve de li ser werin ferzkirin.
Heger pîvana nîşandana PYD û ENKSyê wekî du hêzên sereke li Rojavayê Kurdistanê, hêza li ser erdê be, rastî û dadperwerî di wê de jî nîne, ya rast tenê PYD xwedî hêza leşkerî û birêvebirî li ser erdê ye û her tişt di destê wê de ye, her wiha tiştekî ENKSyê nîne û ti xizmet ji partiyên din ên li derveyî rêkeftinê zêdetir pêşkêş nekiriye.
Li gorî tê gotin ku ENKS qebûl nake partiyên Pêşverû, El-Wehde û Tevgera Azadiyê û partiyên din ên PYNKyê di rêkeftina li ser nerîna siyasî û nûnertiya miletê Kurd de beşdar bibin, heger ev yek rast be, ti rastî ji helwest, nêrîn û gazinên ENKSyê yên berê re namînin ku digot PYD hevparî û hevbeşiyê qebûl nake.
Diyar e piştî destpêka qonaxeke nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku hewcedariya PYDyê bi ENKSyê di vê demê de, ji bo razîkirina Tirkiyeyê ye, loma ENKSyê wekî hêzekê li beramberî xwe qebûl kiriye û rêkeftinê pê re dike, dema ku karê xwe pê biqede jî, wê PYD ji ENKSyê re bibêje by by, ji ber ku terazûya hêzê di navbera wan de nîne.
Ev rêkeftin, metelokeke xelkê Efrînê tîne bîra mirov ku dibêje: "Ez dikenim li serê te û tu jî dikenî li serê min", rêkeftina PYD ji ENKSyê wisa xuya dike, ji ber ku berdewam PYDyê gotiye ku wê xebat kiriye û ked û xwîn daye û ENKSyê tiştek pêşkêş nekiriye, wê ew li ser çi bingehê û çawa ENKS bike şirîk û hevparê xwe lê di vê demê de diyar e ku ne neçar maye qebûl bike.
Lê eger hemû partiyên din tevlî rêkeftina PYD û ENKSyê bibin, wê demê rewş tê guhertin û garantiya berdewamiya yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê zêdetir û bihêztir dibe û lêvegereke resen û rasteqîn nûnertiya miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dike, ne wekî ya ku çêdibe, ku dê qels û lawaz û cihê gumana xelkê be.
Li gorî rastî û hêza li ser erdê jî, Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dan û standinê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re dike û wan wekî gotarbêj û nûnerên Kurdan dibîne, ne ew rêkeftina PYD û ENKSyê, loma Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer rêkeftinek bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re îmze kir, ne bi aliyên siyasî yên Kurdan re.
Heger garantiya mafên miletê Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hêza HSDyê û Rêveberiya Xweser be, wê demê ti wate ji rêkeftina PYD û ENKSyê re jî namîne, bi taybetî bê beşdariya hemû aliyên siyasî, tenê dimîne rêkeftineke taktîkî û demkî ji bo derbaskirina demê û razîkirina Tirkiyeyê û civaka navneteweyî.
Lê ya baş û rast ji bo berjewendiya miletê Kurd ew e ku hemû partiyên Kurdan li ser wê rêkeftina yeknêrîna siyasî beşdar bibin û îmze bikin û bi yek şande biçin Şamê, wê demê, Hikûmeta Sûriyeyê û pêkhateyên Sûriyeyê yên din, dê hesab û nirxê nûnerên miletê Kurd bilindtir bikin û dê rêzê zêdetir jê re bigrin.
Li aliyê din, beşdariya hemû partiyan li ser yek helwest û nerîna siyasî û yek şande, yekrêziya nav mala Kurd bi hêztir dike û dibe fakterekî bihêz yê parastina Kurdan ji parçe bûbe û baweriya milet jî bi nûnerên xwe bihêztir dibe û aramî û bawerî li cem xelkê çêdibe ku wekî hêzeke yekgirtî li pişt tevgera xwe ya siyasî raweste û piştgiriyê jê re bike.
Hişmendiya ezeziyê, siyaseta tek nerînê, qebûlnekirina hevparî û hevbeşiyê, xizmeta çareserkirina pirsa miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nake, berjewendiyên kesayetî û partîtî pêgeha Kurdan bi çûk û lawaz dike, divê herdu alî PYD û ENKSyê li xwe vegerin û rêzê li îradeya miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê zêdetir bigirin, ji ber ku serdem ya hevparî û hevqebûlkirin û demokrasiyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse