Rêzikên Hilbijartinan û Civak (The Rules of Election and Society)

 

Wekî têk birinê, têk çûn jî bi rûmet û bi tore ye. Ji bo vê yekê jî gilî kirin û rexne kirin an jî tehdîd kirin û tenkîd kirin ne wek hevin ne jî yek wate ne.

Li gorî nazariyên (teoriyên) siyasete, desthilatiya hikûmat û hikûmetê bi daxwaziya mirovên ku dixwazin ew wan rê ve bibin derdikeve holê. Tişta ku xwesteka rêveberiyê dipejirîne û derdixe berbiçav jî hilbijartine!

Di hemû pergal û modelên cîhanê de jî ji bo çareseriya mayînde û aştiya civakî were ragihandin pêwîste ku gerek hemû hilbijartin bi dadiyane û bi azadî bên çêkirin. Lazime ku raya giştî bi baldarî guh bide vê bangê.

Roja îroyîn de hilbijartin, ne wekî serdema geşbûn û pêşketina şaristaniya Yewnana kevn û Romayê ye. Wê demê siyaseta civakî bi nirxên Olîgarşîk çêdibû û pozîsyona siyasî bi pîşandin kifş dibû. Lê bele roja îroyîn de hilbijartin, xebata kesên ku ji aliyê beşek ji hemwelatiyan an jî hemû hemwelatiyan jêçêtir hatiye dîtin e. Yen ku temsîliyeta civakê de gehiştine û ji aliyê welatiyan ve tên xwestin ku bibin desthilatdar û rayedar e. Bi tevahî daxwazeke ku nava gelek kesan de kesekî jêçêtirdîtine. Întihab an jî dijpîşandin e.

Ji Yewnana kevn ta îroyîn hilbijartin, car carna bi zor û zehmetî car carna jî bi rihetî, lê bele bi exlaqî, hêjayî û etîk hatine meşandin. Çiqas rêzikên civakê çebûne ew qasî jî rêzikên hilbijartinan berbiçavin.

Li ser hilbijartinên 30′ê Adarê gelek kes, malbat, kal, pîr û hwd. wê biçin ser sindoqan lê bele wusa xuya dike ku hilbijartina peşiya me wê bi dijwar derbas bibe. Çimkî bandora bûyerên Cihanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyê zêdetire li ser vê hilbijartinê. Ji aliyek din ve jî bandora herî mezin jî çareseriya kêşeya Kurd e.

Kesên ku ji bo lîstikên qirêj û çavên xirab li hilbijartinan dinêrin bi rastî jî şaşitiyeke mezin de ne. Hin kes ne wekî wê biçin hilbijartinan, tu dibê qey wê biçin şer û cengê. Minakek din jî hin kes û kom jî hene ku legal an jî îlegalin, ew jî naxwazin ku malbatên Kurd biçin sindoqan da ku dengên wan kêm bibin. Ji bo ku ew rewşên xirab û ziyandar çênebin, lazime ku xelkê Kurd hişyar be.    

Hilbijartin ne tenê ji bo parlementer û parlementoyê ye, ji bo hemû kom, civat û civaka ye. Bi taybetî bandora hilbijartinan her diçe ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê zêdetir dibe. Xuya ye, ku hilbijartinên 30′ê Adarê wê ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn cudahiyek mezin bi xwe re bîne.

Diyar e, piştê hilbijartinên 30′ê Adarê welatê Tirkiyê wê bikeve rewşek cuda û nû. Çimkî her kes, bir û civatê reng û dengê xwe di vê hilbijartinê de kifş bike. Ji xeynî vê jî her deng wê bibe dengê çareserî û azadiyê.

Bang û xwestek ewe ku ev hilbijartin di nav hin rê û rêbazên civakî, nirx û exlaqê întihabî û bi siyaseteke etîk derbas bibe. Gelê me serkeftî be, gelemperî siyaset heja be.

Deng nasnameya azad e, li azadiya xwe xwedî derkeve!!