Saleke dijwar e ji bo wan

29-01-2024
Nîşan Almanya Guherîna Keşûhewayê Dijwarî
A+ A-

Dema ku ez van rêzikan dinivîsim, bûyerek li Almanyayê heye ku divabû ez seba rûmalkirina wê li wir bûma. Li bakur, navend û rojhilatê Almanyayê lehî rabûye. Li gelek cihan asta hişyariya zêde hatiye bilindkirin. Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz îro çû herêmên ku lehî li wan rabûye. Scholz û karmendên kabîneya xwe potîn xistin lingên xwe, çakêtên germ li xwe kirin û ji nêz ve serî dan welatiyên xwe.

Di van serdanan de, mîna berpirsên Rojhilata Navîn, kes sîwanekê ji wan re ranagire û dixwazin çav, guh û mejiyê wan asta karesatê wekî ku heye bibînin. Scholz soz da welatiyên xwe ku li Almanyayê dê hemû kes bi hev re be û kes bi tenê nayê hiştin.

Ez van rêzikan dinivîsim û min dest bi wergirtina derman û şerê xwe yê bi nexweşiya xwe re kiriye. Cotkarekî Alman ku ji ber lehiyê berhema wî ya kartolan ziyan dîtibû, digot, "Ev sal dê ji bo me saleke dijwar be."

Mafê wî hebû ku wisa bibêje. Ji ber ku pisporên avûhewayê jî pêşbînî dikin ku îsal bi taybetî ji bo cotkarên Almanyayê saleke ne hêsan be lê ji bo min berevajî ye û îsal dê bibe sala serkeftina min di şerê min ê li dijî nexweşiyê de.

Dîmenên niha yên lehiyên Almanyayê bi yên ku min sala 2021ê li ser ekrana Rûdawê nîşan dan re nayên berawirdkirin. Vê carê hîn jî ziyaneke mezin negihîştiye xelkê û ev yek cihê kêfxweşiyê ye.

Sala 2021ê, di weşana zindî ya li gelek deverên Almanyayê de, welatiyên ku her tişt ji dest dabûn ji min re axivîn. Berpirsên hikûmetê yên ku daxuyanî dan min, ji ber firehî û mezinahiya bobelatê, nizanîbûn divê bi dirustî çi ji min re bibêjin.

Min wî çaxî ev zanyarî jî eşkere kirin ku di nav kesên li wan qewimî de malbatên Kurd jî hene ku hemû malên xwe ji dest dane û tiştekî wan ji wêraniyê nefilitiye.

Ez piştrast im ku vê neqlê jî Kurd li wan herêman hene û ez ji bo hemû welatiyan, welatiyên min ên Kurd jî di nav de, lava dikim ku parastî bin.

Li Ewropa, Amerîka û gelek deverên cîhanê adet e ku cejnên sersalê di dema hatina berfê de werin pîrozkirin. Îsal ne wisa bû û keşûhewa jî ne mîna ya sersalê bû. Ev ji bo pisporên jîngehê zeng û alarmeke metirsîdar bû.

Metirsiya wê di vê yekê de bû ku encamên guherînên jîngehê roj bi roj bêtir li Ewropa û Almanyayê derdikevin holê. Hikûmeta Almanyayê di vî warî de li pêşberî xaçerêyeke dijwar e.

Ji aliyekî ve, tedbîrên parastina jîngehê yên zêdetir werdigire û xasma jî ji ber ku Kesk di hikûmetê de ne, li ser vê yekê gelek zextan pêk tînin lê belê ji aliyekî din ve, bi wergirtina van tedbîran ziyaneke mezin digihe hin qadên sereke û girîng ên jiyanê nola çandiniyê. Ji ber vê yekê jî cotkaran meha borî li Berlînê xwepêşandan kirin û di bin zexta wan de hikûmetê hin tedbîr betal kirin.

Lehiyên Almanyayê ne tenê têkildarî vî welatî û Ewropayê ne. Li şûnê, hin peyam ji bo Herêma Kurdistanê jî di wan de hene. Almanya û Ewropa bi vê pêşketina xwe û binesaziya xwe ya xurt a xweparastinê li hemberî lehiyan bêçare bimînin, naxwe Xwedê neke ger tiştekî wisa li Kurdistanê biqewime, çi dikare were kirin!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst