Mişoyê Bekabûrê Berazî (1889 - 1956)
Dengbêjê kurd, Mişoyê Bekabûrê Berazî, yek ji dengbêjên kurdan, yên bi şiyan û berhemdar bû li deyşta Sirûcê û herêma Kobanî, ew di sala 1889an de li gundê Kaniya Ereban ku ana taxeke bajarê Kobanî ye ji dayik bûye, û piraniya jiyana xwe li wî gundê xwe, li herêma Kobanî derbas kiriye.
Neviyê pismamê Mişoyê Bekabûrê, ku navê wî jî li ser navê Mişoyê Bekabûrê ye dibêje, ku bavê Mişo, Bekabûrê Berazî jî dengbêj bûye, û Mişo gelek stran ji bavê xwe Bakabûrê Berazî girtine, û Fadilê kurê Mişoyê Bekabûrê jî, hin pirtûk li ser jiyan û stranên bavê xwe nivîsandine û weşandine.
Şoreşa Şêx Seîdê Pîran bandor li ser vejandina hastên neteweyî yên Mişoyê Bekabûrê jî kiribû, wî jî di wan salan de gelek helbest û stran bi hastên xwe yên neteweyî çê kiribûn, wekî Ax Lo Welato, De Bikin Bilezînin Istîqlalê Bistînin, Kurmanc Çiqwasî Pirrin, û li odeyên malbata Şahîn Begê, mîrên Berazan ew stranên xwe ji xelkê re distiran, ta ku hastên kurdan yên neteweyî vijîne, û xelk hişyar bibe.
Li ser şêwe û rengê dengbêjiya Mişoyê Bekabûrê, hunermendê kurd Reşîd Sofî dibêje, ku Mişoyê Bekabûrê him helbesvan bûye û hin jî dengbêj bûye, ji ber ku piraniya dengbêjên kevin, him gotin û helbest bi xwe dinivîsandin, û him jî bi xwe distiran, û bêhtir dixwestin wateyê veguhêzin, û her kes nikare wek Mişo stranan bi şêweyê wî bibêje.
Mişoyê Bekabûrê di jiyana xwe de gelek siyasetmedar û rewşenbîr û rojnamevanên kurdan û yên biyanî dîtibûn, wekî Osman Sebrî, Qedrî Can, Celadet Bedirxan û Cîger Xwîn, û hin nivîs jî li ser wî û li ser zimanê wî nivîsandibûn.
Herweha Rojhilatnasê Frensî Rocêh Lîsko hatibû herêma Kobanî, û destana Memê Alan li ser zimanê Mişoyê Bekabûrê nivîsandibû, ku heta niha ew destan di pirtûkxaneyên kurdî de heye û baş tê xwendin.
Ji gotin û stranên Mişoyê Bekabûrê Berazî yên neteweyî, strana Kurmanc Çiqwasî Pirrin, ku gotinên wê strana bi ritim û wekî marş, di kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan de hatine weşandin, tê de dibêje:
Kurmanc çiqwasî pirrin
Nîvî şêxê bi sirrin
Seleh quwet şûrê wan
Gî bi peran dikirin
Bask qanadê wan tunne
Li erdê Teyrê hirrin
Ku axa dinê bi wan din
Bi tiştekî nakirrin
Bes welatê xwe dixwazin
Wê ji ber ve bimirin
Ser bilindin ser firazin
Ji Kurdistanê nabirin
Lêkolerê kurd Muhsin Seyda dibêje, ku rojhilatnasê Frensî Rocêh Lîsko, pesna Memê Alan ya ku Mişo gotiye dide, û gotiye ku ew bêhtir nêzîkî rastiyê ye, û ew stran ya ku Mişo gotiye, bêhtir tê pejirandin.
Ji stranên ku Mişoyê Bekabûrê gotine, Salih û Kejê, Erebê û Teyar û Xezalê, Eyşa Îbê, Şêx Mihyêdîn, Xec û Siyamend û Memê Alan in, û gelek stran jî ji berhemên wî bi xwe ne, û gihiştine gelek deverên Kurdistanê û heta niha têne gotin.
Carekê herdu dengbêjan, Mişoyê Bekabûrê û Xidoyê Hindawî ku ew jî dengêjekî ji Kobanî bû û bavê dengbêjê navdar Baqî Xido ye, seredana Mîr Celadet Bedirxan û Kovara Hawarê li Şama paytexta Sûriyê kiribûn, û Mîr Celadet Bedirxan di hejmara 7an ya Kovara Hawarê de, bi navê Herekol Azîzan, nivîsek li ser wan nivîsandibû, û tê de gotibû:
(2 dengbêjên deşta Sirûcê, Mişoyê Bekabûrê û Xidoyê Hindawê, hatibûn ziyareta Hawarê, herdu jî Berazî, Mişo Pêjî, Xido i-lêdînî, Mişo peyakî bejin kurt û stûr, û Xido bejin navîn û ziravik, imrê Mişo dora 50î, û yê Xido dora 35 salan, ji me re Memê Alan stran, Xido bû Mem, û Mişo bû Zîn).
Herweha Mîr Celadet Bedirxan di nivîsa xwe de dibêje, ku Mişo di wê seredanê helbestek jî gotiye, ew jî eve:
(Em biçûk bûn pir nezan bûn
Em mezin bûn can giran bûn
Li pêş çavên me dûman bû
Ew sûcê bav û kalan bû
Em nedane ber xwendinê
Da bibînin rengê dinê
Hêvî nema li vegerînê
Îro jî hat roja mirinê).
Di berdewamiya nivîsa xwe de, Mîr Celadet Bedirxan dibêje, ku di dema rabûn û xatir xwestinê de, Mişo di nav destên xwe de li Hawarê nihêrî, û ev gotin wekî diyariyekê gotin:
(Va îşa vaye wanî
Dêrgul bi mêrg û kanî
3ê mêran qelem anî
Hersê jî Bedirxanî).
Di dema ku temenê Mişoyê Bekabûrê bibû derdora 25 salan, Impratoriya Osmaniyan di sala 1914an de, Mişoyê Bekabûrê biribû şerê cîhanî yê yekem, û ji ber ku Mişo li Iraqê di şer de birîndar bibû, ew ji ber leşgeriyê reviyabû û vegeriyabû herêma Kobanî û deşta Sirûcê, û xwe gihandibû gundê Etmanekê ku ana gundekî Bakurê Kurdistanê ye, û li gel gundê Kaniya Ereban yê ku ana taxeke bajarê Kobanî ye, hevsînore.
Mişoyê Bekabûrê ne tenê ji ber leşgeriya Osmaniyan reviyabû, lê wî dest bi kar û çalakiyên li dijî Impratoriya Osmaniyan kiribû, wekî ku carekê Mişo û hin hevalên wî êrîşî leşgerên Osmaniyan û Waliyê Riha kiribûn, û herweha carekê jî, fargoneke Tirênê qut kiribûn, û ji ber wan êrîşên Mişo û hevalên wî li dijî Osmaniyan, cezayê bidarvekrinê di mafê wî de derketibû.
Mişo Bekabûr Berazî di sala 1956an de, li gundê Kaniya Ereban koça dawîn kiriye, û heta niha gora wî li goristana Kaniya Ereban li nav bajarê Kobanî ye.
Hewlêr: 29-01-2022
Rêzenivîsên Imer Kalo “Ji Rûpelên Kobanî”:
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse