Trump û tamponên wî û Pûtînê serkêş

29-01-2017
A+ A-

Donald Trump  serokê nûyê Amrîka roja 25ê vê mehê  bi merema pêkanîna  sozên xwe yên  dema hilbjartinan derbarê  kirîza Sûriyê, ferman da bi wezaretên  berevaniyê û derve yên wî welatî, ku li ser şert û mercên çîkirina deverên “tampon li Sûriyê” kar bikin. Li gorî vê fermana Trump, tenê 90 roj bo wan wezaretan heye ku projeyekê bo çêkirina deverên tampon anko aram bixin ber destê wî.

 

Armanca Trump ji çêkirina deverên aram, him di nav Sûriyê de, him jî li navçeyên derdora wê, herçend ku di rûvetê de bo koçber û awareyên Sûriyê ye, ku bikarbin piştre vegerin gund û bajarên xwe, yan jî bo welatekî din bêne veguhistin, lê bê guman a ku divê em bikarbin bibînin, meremên negotî û veşartî li pişt perdê ne. Trump dixwaze çi bike? Çîkirina van deveran çi bandorekê dê liser kirîza Sûriyê bike Herwiha ya herî girîng helwêsta Rûsya çi ye û Waşîngton çawan dikare Kirîmlînê razî bike?

 

Herçend ku Donald Trump digot ku Amerîka nakeve nav kirîzên Rojavaya Asiyayê, lê ya rast bo çêkirina deverên aram li Sûriyê, divê Amrîka bi awayekî aktiftir xwe mijûlî mijara Sûriyê bike. Navçeyeke aram bi bê çêkirina navçeya dije firînê pêk nayê û ev yek jî nîşan dide ku Waşîngton dê hêza serbazî bikar bigire.

 

Di vê navberê de pirsa ku derdikeve holê jî, ev e ku stratijya nû ya Amerîka eger pêk were, tê wateya jinavçûna bijardeya serketina serbazî bo Hikûmeta Esed û hevalbendên wê ku îran û Rûsya ne.

 

Çêkirina deverên tampon ku deverên dije firînê jî bixwe re çê dike, bi piraktîkî bijardeya serketina serbazî ya ku Sûriye û Îran û Rûsya bo serketina Esed bikar digrin û Îran bi taybetî têkezî li ser dike, dê jinav biçe. Çimkî êdî ew nikarin êrişî ser wan deverên aram bikin û ev dever jî garantyeke bo parastina hêzên opozîsyonê jî, ku ewan jî têde bêhna xwe vedin û xwe cardin rêk bixînin û şer bikin. Ji ber vê jî Îran zêdetirî her Welatekî din li dijî çêkirina van deverên e û ser vê baweriyê ye ku hêzên miyanrew niha lawaz bûne û amade bûn bi hikûmeta Esed re birûnin li Astanê û eger ev dever çê bibin, êdî dê zehmet be ku   Opozîsyon rêkeftinan li gorî ya ku Îran û Esed dixwazin qebûl bikin.

 

Kirîza Sûriyê, kirîzeke pêşhat tewer e, ne ku pêvajo tewer

 

Bêguman çênabe mirov vê rastiyê jî berçav negire, ku rast e bi çêkirna van deverên aram, pêşbînîkirina paşeroja siyasî ya Sûriyê jî dê dijwar be. Sedema vê yekê jî ev e ku kirîza Sûriyê, kirîzeke pêşhat tewer e, ne ku tewer e.

 

Wateya vê yekê jî ev e ku li Sûriyê qet pêvajoyên giştî û kom tunenin ku li ser bingeha wê bikarbin paşeroja bûyerên Sûriyê bi hêsanî pêşbînî bikin, belku piraniya aktorên amadene li meydanê de, çi yên navdewletî bin, çi jî yên hundurî û navçeyî, tenê bûyer û pêşhatan dişopînin û helwêst werdigrin, di şert û mercekî wisa de, ew hêz dikare serkeftî be ku derfetan baştir bikar bigire û di meydana piraktîkî de hebûna wê berçavtir be. Eger hat û projeya Trump bi cî bû, wê demê rewşa meydanî asê tir dibe û Îran û tevahiya  hêzîn ser bi wê, ji vê nîgeranin ku  êdî mecala bikar girtina derfetan bo wan  namîne û serdestiya ti hêzekî  çênabe.

 

Helwêsta Rûsya dibe ku çi be?

 

Hewcetiya çêkirina her cure navçeyeke aram li Sûriyê ji aliyê Trump ve, bi mercekî din ve grêdayî ye ku ew jî qebûlikirin û hevkarîkirina Rûsya ye. Belku mercekî bes nebe, lê bê şik mercekî pêwîst e. Berdevkê Kirîmlînê piştî vê daxwaza Trump, ragihand ku haya Rûsya ji vê mijarê nîne û biryareke serbixwe ya hevalbendên me yên Amrîkî ye û heya ji naveroka wê neyên agahdar kirin, nikarn tiştekî bêjin.

 

Ligorî bersiva Berdevkê Kirîmlînê 2 senaryo dikevine rojevê û ya yekem, ligorî ezmûnên dîrokî, Rûs her dem bi dû parastina berjewendî yên xwenin û eger Trump vê garantiyê bide bi Rûsîyê ku navenda Deryayî ya Tertûsê ya wî dê parastî be û Rûs wê li Rojhelata Derya Sipî bimînin, belku  Pûtîn ji Esed derbas bibe û li ser rêçareyekê  weke avakirina hikûmeteke îtilafî bi bê Esed, hev bikin. 

 

Senaryoya duyem jî ev e, herçend ku Trump û Pûtîn nêzîkî hevin, lê dîsa jî  berjewendî yên herdu welatan  gelekî li dijî hev in û di kiryarê de cudahî û dijberiya nerînan dê derkeve. Li rastyê de di van du salên dawiyê de, di çarçoveya yekîtya ku Rûsya bi Îran û Beşar Esed re çîkir, gelek serkeftinên stratijîk li navçeya Rojavaya Asyayê bidest xist û Rûsya vê yekê jî dizane ku Îran gelek kartên wê hene li djî Rûsya bikar bigire ku yek ji wan Mêhwera Berixwedanê ye û  li ser rêka Rûsiya  hevpeymanên Îranê di vê Mêhwera Berixwedanê de cî girtine û çêdibe Rûsya ji ber vê rewşê, amade nebe pirojeya Trump qebûl bike .

 

Ji aliyekî din ve  çêkirina deverên aram bi serokatiya Amrîka, tê wateya çalakbûna siyaseta derve ya Amrîka li Rojhelata Navîn û Rojavaya Asyayê û ev yek jî meydanê bo Rûsya teng dike  û ev jî mijareke ku bi tu awayekî Rûsya razî nabe  meydanê bo Amerîka vala bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst