Li Kerkûkê lîsteyeke tenê ya Kurdan kursiyên zêdetir garantî nake

Cebar Emîn

Piştî pêkanîna hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û hejmartina dawîn a dengan, hin siyasetmedar, nivîskar û desthilat banga wê yekê dikin qaşo anîna 7 kursiyên tenê ji hêla partî û hêzên Kurdistanî ve, girêdayî wê yekê ye ku hejmara lîsteyên Kurdan pir bû û ji ber vê yekê jî dengên dengderên Kurd li aliyên Kurdî tertûbelav bûn û dawiya dawîn jî bertelef bûn ango bi avê de çûn.

Tê gotin ku xwedêgiravî eger hemû hêz û partiyên Kurdan bi lîsteyeke tenê ya hevbeş beşdarî hilbijartinan bibûna, dê hejmara kursiyên Kurdan zêdetir bibûna û bigihişta 8-9 kursiyan.

Ji bo nasîna rastî û dirustiya van nêrînan, me rabû dengên hemû alî û partiyên Kurdî kom kir û me li gorî pergala ku tê meşandin kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dabeş kirin.

Wekî tê zanîn ji bo dabeşkirina kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û parêzgehên Îraqê yên din sîstema Sainte-Lague ya sererastkirî tê meşandin.

Ji bo wergirtina kursiyên yekem: Pêşî, hejmara dengên her lîsteyekê li ser 1,7an tê dabeşkirin. Lîsteya ku mezintirîn encama dabeşkirî bi dest dixe, kursiyên yekem dibe.

Ji bo wergirtina kursiyên duyem: Lîsteya ku kursiyên yekem wergirtiye, di dema dabeşkirina kursiyên duyem de, hejmara dengên wê li ser 3yan tê dabeşkirin lê ji bo lîstên ku hîna kursî wernegirtine hejmara dengên wan bi berdewamî li ser 1,7an tê dabeşkirin. Ê ku di vê qonaxê de bilindtirîn encama dabeşkirî bi dest bixe, kursiyên duyem dibe.

Ji bo wergirtina kursiyên sêyem û kursiyên paşê: Ji bo lîsta ku berê kursî wergirtine, di qonaxa paşê de hejmara dengên wê li ser hejmareke kit a bilindtir ji ya ku berê hatibû dabeşkirin, tê dabeşkirin. Bo nimûne 3, 5, 7, 9, 11, 13 û hwd lê lîstên ku hîna kursî wernegirine dîsa mîna berê li ser 1,7 tê dabeşkirin. Di hemî qonaxan de, yê ku encamên wî yên dabeşkirî yên zêdetir hebin dê kursiyên wê qonaxê bibe.

Wer dixuye ku sedema anîna sîstema Sainte-Lague ji bo Îraqê û meşandina wê ji hêla desthilatdarên Îraqê ve ew be ku îradeyeke siyasî hebe ji bo rêgirtina li partiyên piçûk ku nûnertiya xwe di nav encûmena parêzgehê de hebin.

Li hin welatên ku ji hêla demokratîk ve nûnertiya partiyên piçûk jî girîng dibînin, bo nimûne, li Danîmarkayê dabeşkirina 1 û li Swêdê 1,2, 1,3, 1,4 an 1,7 tê hilbijartin, ji ber ku dema hejmara dengên partiyeke piçûk li ser 1,7an were dabeşkirin, hekmareke nizmtir derdikeve ji ya ku ger wekî mînak li ser 1,2 were dabeşkirin, ji xwe ji ber vê yekê ye ku ew partî kursiyan bi dest naxe.

Têkildarî dengên hêz û partiyên Kurdan li Kerkûkê, hejmara hemûyan bi hev re 239,730 deng bû. Heke tevahiya alî û partiyên Kurdî bi lîsteke tenê ya hevbeş jî beşdar bibûna, li gorî sîstema Sainte-Lague ya ku tê meşandin dê heft kursî bi dest xistana û ne zêdetir.

Tedbîra tenê ya ji bo bidestxistina kursiyên zêdetir dê beşdarbûna rêjeyeke zêdetir a dengderên Kurd ên Kerkûkê bûya. Dengdana rêjeyeke wiha kêm a Kurdên Kerkûkê jî wekî ku di vê hilbijartina 2023yan de qewimî, têkildarî siyaseta çewt û pratîzekirina xirab a partiyên Kurdî li wê parêzgehê ye.

*Cebar Emîn, Endamê Berê yê Parlamentoya Swêdê ye.