Êrişa ku Iraq du gavên din bi paş ve bir

Êrişa berî demekê li ser mala Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî, bûyer û pêşhateke metirsîdar e li ser Iraqê û dezgehên wê.

Ev êriş tîne bîra me ku bi sedema welatên cînar û navçeyê serweriya Iraqê ya derveyî nîne û bi sedema komek mîlîsên li derveyî yasayê jî serweriya Iraqê ya navxweyî jî nemaye.

Li gor qanûnê, Mistefa Kazimî fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ye, komikên Heşda Şeibî jî di nav de. Lê li ser erdê ji dema ku Kazimî bûye serokwezîr, ji hêla van grûpan ve herroj bi şêweyekê gef lê tên kirin.

Piraniya êrişên wan koman tenê gotin bûn û bi rêya medyaya civakî bûn. Lê bi êrişa berbanga roja yekşemê 07.11.2021 li ser mala serokwezîrê Iraqê, di dema vehewîn û xewê de gef dibin cidî û dibin gefeke seranserî li ser aramiya welêt.

Êrişa li ser mala Kazimî û hewldana kuştina wî, Iraqê du pêngavên mezin ên din bi paş ve dibin

Yekem: Tevî kêmasî û pirsgirêkên Iraqê, hilbijartin li vî welatî dihat kirin û serokwezîrên piştî nemana Sedam bi şêweyeke aştiyane desthilat didan destên hev. Nimûneyeke bedew a Iraqê bû, lê diyar e ev hilbijartin, çimkî ya herî paqij bû ne bi dilê gelek kesan bû, xasma komikên ku gefan li serokwezîrê Iraqê dikin. Vê hilbijartinê derxist ku dengderên Şiî li dijî komên radîkal ên Heşdê ne û wan qebûl nakin. Lewra ev komik bi redkirina encaman û têkdana aramiyê tiştekî bidest naxin ji bilî rûreşkirina navê Heşdê di nav dengderên Şiî de. Bi van karên xwe yekê ji bedewiyên Iraqê û demokrasiya wê nahêlin û xwe bêhtir dixin ber gumanê û hemî qurbaniyên ku di şerê dijî DAIŞê de dane ji bîra gelê Iraqê dibin.

Duyem: Ev grûp herroj bangeşeyê dikin ku ew serweriya Iraqê diparêzin û beşek ji sîstema berevaniya welêt in. Lê ev karê wan diyar dike ku ew ne tenê amûrek in ji bo têkdana serweriya derveyî ji hêla welatên deverê, lê vêga bi destê xwe serweriya navxweyî li Iraqê qelstir dikin û serokê rewa yê cîbicîkar ê welêt bi awayekî aşkere dikin armanc, çimkî xwe li ber awazên wan nahejîne. Heke ev kar ji wan re here serî, dê Iraq li hundir û derve hêj bêhtir bê serwerî bibe û rewatiya dezgehan namîne. Li derve jî welat bi çavekî bêrêz li Iraqê dinerin.

Mafê Iraqiyan heye ku ji van komikên ku êrişî mala serokwezîr dikin, bipirsin: Gelo bi rastî hûn çi dixwazin? Ma hûn dixwazin Iraqê bikin Libnana duyem? Gelo hûn dixwazin êdî hilbijartin neyê kirin, çimkî hûn dengan nayînin? Hûn çawa dikarin wiha li serokkomarekî Kurd û serok perlemanekî Sunî li Bexdayê bikin ku li vî welatî hest bikin parastî ne, dema hûn êrişî serokwezîrekî Şiî dikin? Gelo hûn dizanin niha karên komên radîkal ên Şiî gefa herî mezin e li ser parçeparçebûna Iraqê û nehiştina pêkvejiyana di nav pêkhateyan de?

Çareseriya bilez ev her sê xal in:

Yekem: Rêzdar lêvegera bilind a Şîeyan li Necefê were ser hêlê û komên ku li pişt êrişê ne wek têkder û ji rêya dîn û dinyayê derketî bi nav bike, wan bavêje derveyî çembera Şiî û xwe ji wan bêrî bike.

Duyem: Divê hikûmeta Iraqê û hêzên ku bi dewlet û dezgehan re ne herin heman bereyê, çi Sunî yan Şiî yan jî Kurd bin. Divê bi hev re û bêyî ji hev re xweş bikin, li dijî wan were sekinandin û raya giştî li wan were sorkirin. Pêngava yekem jî ji bo vê yekê pejirandina encamên hilbijartinê û pêkanîna hikûmeteke nû ye.

Sêyem: Divê ji welatên navçeyê re û xasma ji Îranê re were gotin ku helwesta xwe ya zelal nîşan bidin ka gelo bi wê yekê re ne Iraq bihêz bibe û dezgehên wê hebin. Divê Îran vê yekê di pratîkê de û li ser erdê tekez bike. Çimkî her pêşhat û bûyereke xerab li vî welatî biqewime, Iraqî tilîpêça tometê ber bi Îranê ve dirêj dikin. Heke berê tenê Kurd û Suniyan wisa dikir, hilbijartina dawî nîşan da ku nêrîna piraniya Şîeyan jî guhertiye û niha Şîe naxwazin mîlîsên wan hebin, lê belê dixwazin serweriya dewleta wan hebe.

Pirsa ku vêga ez û her Iraqiyekî ji xwe dikin ev e: Gelo serokwezîrekî ku fermandarê giştî yê hêzên çekdar e jî, nikaribe mala xwe biparêze, dê çawa wiha li Iraqiyan dike ku hest bi ewlekariyê bikin û hêviya wan bi siberoja welatê wan hebe!