Siberoja Esed û Kurdan

28-11-2013
WLADİMİR VAN WİLGENBUR
A+ A-

 

Roja 10ê Mijdara 2013ê PYDê û hevpeymanên xwe li ser pêkanîna îdareyeke navxweyî li hev kirin, bêyî ku ew razîbûna partiyên kurdî yên nêzîkî Barzanî werbigirin. Tevî ku niha bûna navçeyeke de facto ya otonom ji bo Kurdan di berjewendiya Beşar Esed de ye, lê bawer nakim ev di siberojê de wiha bimîne.

Di 3 heftiyên borî de, ez li Amerîkayê beşdarî 3 konferansên cuda yên derbarê Kurdên Sûriyê de bûm û peyivîm. Zelal e ku ti siyaseta ronî ya îdareya Obama ya derve nîne. Ne bi niyaze jî ku arîkariya opozisyona Sûriyê bike. Di encama vê de jî hikûmeta Esed roj bi roj serketinên nû bi dest dixîne. Ev jî bi piştgiriya xurt a Rûsya, Iraq û Îranê ye. Li beramber vê jî opozisyona Sûriyê û hevpeymanên wê gellekî dabeş bûn. Sedema vê yekê jî derketina darbeyê li Misrê bû û nebûna piştgiriya welatên rojava û gellek kêşeyên din.

Vê dawiyê welatên navçeyê ji nû ve bîra siyaseta xwe ya derve dibin, ev jî ji encama nêzîkbûna Amerîka û Îranê ye, ji ber ku ev bi wateya wê yekê ye ku Amerîka ti carê destwerdanê di karûbarê Sûriyê de nake û arîkariya Tirkiyê jî di vî warî de nake. Serdana Mesûd Barzanî jî bo Amedê jî dibe ku pêwendiya wê bi guhertinan re hebe. Dibe Barzanî dilteng be ji nêzîkbûna Bexda û Enqerê.

Pêwendiya xirab di navbera Bexda û Enqerê de arîkariya Barzanî kir, da ku li dijî Bexdayê piştgirî bi dest bikeve. Li gor axaftina dîplomatekî iraqî, dibû ku Enqere bigihije wê baweriyê ku divê piştgiriya serxwebûna Kurdên Iraqê bike. Ev jî encama kêşeyên di navbera Enqere û Bexdayê û Enqere û Tehranê de bû.

Arîkariya di navbera Îran û Tirkiyê de vê demê jî hate birrîn ku Tirkiyê piştgiriya opozisyona Sûriyê kir. Vê jî wiha kir ku arîkariya di navbera Esed û Tirkiyê de li dijî PKKê bi dawî bibe. Di encama vê de jî Esed biryar da ku arîkariya PKKê li dijî Tirkiyê bike û otonomî jî dayê. Di heman demê de PKKê jî giraniya xwe xiste ser Sûriyê û dest ji çalakiyên li hember Îranê berda.

Li yekê ji wan konferansên li Washingtonê, ku ez tê de peyivîm, dîplomatekî Sûriyê behsa wê yekê kir ku berê civînên nihênî di navbera dewletên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê de dihatin lidarxistin, da ku ti carê rê ji bo serxwebûna Kurdistanê neyê dan. Lê bi sedema xeyda niha ya di navbera Tirkiyê û welatên din de, Kurdên Iraq, Sûrî û Tirkiyê xurttir bûn. Ev xeyda di navbera Îran û Tirkiyê de jî ji bo PDKê û PKKê baş e.

Pirs ewe ku di pêşerojê de, eger Esed karibe li ser piyê xwe raweste, gelo rê dide PYDê ku di rêvebirina navçeyên kurdî de berdewam be?

Bûna herêmeke otonom ya kurdî di vê demê de di berjewendiya Esed de ye, ji ber ku hingê sînorê bakurê Sûriyê ligel Tirkiyê dikevê destê PKKê de. Opozisyona Sûriyê jî nikare tiştekî li van navçeyan bike. Lê dibe ku di pêşerojê de ti karê din ê Esed bi Kurdên Sûriyê nemîne û pêwendiyên xwe jî ligel Tirkiyê baştir bike.

Siyasetmedarê kurd ê ser bi Esed, Umer Osê, ji malpereke çînî re gotiye ku Kurdên Sûriyê naxwazin hikûmeteke wan a kurdî hebe û dema ku hikûmeteke raguzer hat, hemû kêşeyên Sûriyê çareser dibin.

Ji ber vê yekê Esed li Qamişlo û Hesekê artêşa xwe hiştiye, herdemê jî dikare navçeyên kurdî têxe bin kontrola xwe. Êdî dibe Kurdên Sûriyê rastî heman çarenivîsa Kurdên Îranê ya piştî şoreşa gelên Îranê bên. Dibe jî şerê navxweyî yê Sûriyê ji bo demeke dirêjtir berdewam be û Esed jî bi wê yekê razî be ku Kurdên Sûriyê îdareya wan hebe. Ev jî tenê ji bo wê yekê ku Tirkiyê biêşîne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst