Serokomar, wek bermîleke barûdê

28-09-2018
Arif Qurbanî
Nîşan PDK YNK Serokomarî
A+ A-

Piştî ketina Saddam, postê serokomariyê yek ji wan sedemên pêbawerî û li hev nêzîkbûna PDK û YNKê bû, ku demek dirêj nebû hardukan destê xwe ji rijandina xwîne hev kişandibû. Postê serokomariyê wek parek ji bo beşdarbûna rêveberiya Iraqê û coreke piştrastkina hevbeşiya desthilatê li Iraqê dabûne Kurdan. Van herdu hêzan qonaxeke nû di jiyana xwe ya siyasî de dirut kirin û serkirdeyên herdu partiyan, wate Celal Talebanî û Mesûd Barzanî biryar dan ew bi xwe rasterast bikevin nav rêveberiyê, ku berî ev yek qebûl nedikirin.

 

Rêkeftina dualî ya di navbera Talebanî û Barzanî de ji bo yek ji wan here Bexdayê û yê din li Kurdistanê be, bi awayekî di navbera PDK û YNKê de hevsengî jî afirand. Vê yekê hikûmraniya Kurdistanê jî xiste ser riya xwe û alîkar bû ji bo yekkirina herdu îdareyên Silêmanî û Hewlêrê. Herwiha, avakirina saziya serokatiya herêmê û di berdêla wî de serokomarbûna Mam Celal, hevsengiyeke siyasî û îdarî ji bo pêgeha PDK û YNKê û Mam Celal û Kak Mesûd jî ava kir. Bi vî awayî li Kurdistanê geşedaneke mezin çêbû, meseleya Kurd li Iraq û herêmê pir mezin kir, şêweyeke pêbawerî û piştrasbûn jî xiste nav civaka Kurd de.

 

Dihate çaverêkiirn piştî nemana Mam Celal ew post ji bo Kurdan bibe serêşiyeke mezin. Çimku bi nemana Mam Celal, hevsengiya di navbera YNK û PDKê jî têkçû. YNKê sala 2013ê, bi du sal dirêjkirina dema serokatiya Barzanî, bi awayekî pêbaweriya vê hevsengiyê parast û piştrast bû ku di dema wergirtina postê serokomariyê de dê PDK jî alîkariyê bide berbijêrê YNKê. Sala 2014ê PDKê jî padaşta malbata Talebanî da. Di nav malbata Talebanî û polîtbûya YNKê de pêşbirka destnîşankirina berbijêrê serokomariyê hebû (Di navbera Berhem Salih û Fuad Mehsûm) û bi alîkariya Newşîrwan Mistefa PDKê jî Mehsûm hilbijartin.

 

PDKê di vir de xeletiyeke stratejîk kir, ku paşî derket ne Newşîrwan Mistefa heta dawiyê li gel bûye û ne jî malbata Mam Celal pabendê rêkeftina di navbera herdu aliyan de bûye. Ew bû, ku piştî Fuad Mehsûm bi piştgiriya wan kirin serokomar, li gel aliyên din rêkeftina 23ê Hezîranê îmze kirin. Eger wê demê PDK li gel malbata Talebanî neketiba nav vê lîstokê, ne ew dabeşbûna siyasî ya dema referandûmê de çêdibû û ne jî 16ê Cotmehê rûdida.

 

Carna ji ber bûyerek an jî xeletiyekê arasteya pêşveçûnan diguhere û ji aliyekê ve dibe ku aliyên peywendîdar jî qet li hêviya wê nebin. Ji ber reftara xelat a li gel postê serokomariyê encamên wisa derketin, ku ez bawer nakim ti aliyekî texmîna van rojan kiribe. Ji lewra îro îşaretên destpêkeke metirsîdar derketine holê û eger ji vê yekê re rêçareyek neyê dîtin ne dûr e Kurdistan duçarê kêşe û aloziyên pir xirap bibe.

 

Piştî 16ê Cotmehê û bûyerên girêdayî postê serokatiya herêmê yên heta dema cemidandina vê postê, ji bo xelkê bi agah û xwedan hişyariya siyasî zelal bû, ku di pey de postê serokomariyê dê bibe pirsgirêkeke mezin a nav mala Kurd û wek bermîleke barûdê li pêş hêzên siyasî yên Kurdistanê biteqe.   

 

Wek kesên ku zûtir hest bi vê metirsiyê kir di çend mehên derbasbûyî de, çi bi gotar û çi bi dîdar û hevdîtinên li gel serkirdetiya hêzên siyasî, me behsa van metirsiyan kir. Çareseriya pêwîst jî ji bo Kurdistanê ji alozî û nakokiyan dûr bixe, her ew e, ku Kurd yan dest ji posta serokomariyê berde, yan jî di berî de aliyên Kurdî li ser post û desthilatên din bigihin rêkeftinê û nehêlin ev bombe biteqe. Herwiha me pêşniyar kir, ku kêşeya postê parêzgariya Kerkûkê li gel postê serokomariyê bibe pakêtek û PDK û YNKê li ser vê rêbikevin. Lê ti kesan ev çareserî neceribandin û hemû jî bi hev re berpirsê vê rewşa niha ne, ku ne dûr e postê serokomariyê bibe sedema lihevnekirinê.

 

Hê jî çend rojek li pêşiya me mane. Eger îradeya rast ji bo rêkeftin û peydakirina rêçareyan hebe dikarin ji vê tengezariya siyasî derbas bibin. Niha piçûk û mezin, hemû hêzên ku di hilbijartinê de nûnereke wan kete parlamentoya Iraqê,  namzedê xwe ji bo postê serokomariyê amade kirine. Raste ew post para Kurdan e û mafê hemû aliyan heye wê postê wek mafê xwe bibîne. Lê ji bilî perçebûna siyasî û hebûna heşt namzedan, rengvedana têkçûna nav mala Kurd û nakokiyên kûr ên siyasî jî ye. Pirsgirêka mezin jî ew e, ku ti kes hizra encamên piştî hingî nake, ku bi vî halî herin hilbijartinê ka dê encamên wê çi bin.

 

Dibe êdî nehêsan be hemû hêz li ser namzedeke Kurd bigihin rêkeftinê. Herwiha ne dûr e, ku aliyên iraqî jî di rojên pêş de vê yekê bikin mercê dengdanê û xwe nexin nav pirsgirêkên Kurdan. Lê wesa diyare, ku dê hemû hêz namzedê xwe bibin nav qada parlamentoya Iraqê. Herwiha ez dûr nabînim, ku ev senaryoyek be ji bo têkdana nav mala Kurd.

 

Ji lewra pêşniyar dikim PDK û YNK civîneke lezingîn bikin û rêbikevin. Eger li ser nemzedekî rênekevin jî dikarin li ser wê yekê rêbikevin ku wan post û payeyên Bexdayê yên para Kurdan in bikin du stun, stûnek postê serokomarî û cîgirê serokê parlamentoyê be, yê din jî cîgirê serokwezîr û wezareteke din be. Bi vî awayî coreke hevbeşî û hevsengiyê ji bo herdu hêzên sereke yên herêmê li Bexdayê dirust bibe. Eger vê nekin, wergirtina postê serokomariyê wiha bidawî nabe, ku yê nebe bi giyaneke demokratîk qebûl bike. Herwiha dê ji bo post û payeyên din ên para Kurdan jî bibe pirsgirêk, di nav xwe de bi awayekî reng bide, ku Kurdistan ber bi du îdareyî û vê carê jî ber bi du herêmbûnê ve biçe.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst