Ji Jenosîda zimanî ya Riza Şah heta Emperyalîzma zimanî ya Komara Îslamî (Beşa 2)

Beşa duyemîn

Hukmê siruştî bo serwerî û serdestiya pirîne û paşketîbûna kêmîneyan


Hesen Yûnisî, alîkarê taybetê Rûhanî bo karûbarên gel û kêmîneyên Îranê behsa mafê hemwelatîniyê dike û dibêje “çê nabe [li Îranê] hemwelatiyên rade yek û rade dû hebin.”

 

Yûnisî di vê hevristê de herwiha amajeyî felsefeya hukimdarî li Îranê dike û berawirdeka sosret di  navbera rejîma şahenşahî ya Pehlewî û Komara îslamî dike û dibêje ku “Berê [serdema Pehlewî] dewlet hakim bû, lê niha xadim e.”

 

Sosretî di vir de ye ku piştî şorişa îslamî li Îranê gelên ne-fars hêjartir û bêderfettir bûne. Siyaseta çewsandin gelên ne-fars di serdema komara îslamî de jî bi wî teherî tundtir bûye; lê Yûnisî bêperwa dewleta xwe dike xadim û ya şah dike hakim. Dewleta şah hakim û despot bû, lê ya komara îslamî di çewdandina gelên Îranê bi taybet kêmîneyên etnîk de ji ya şah tundtir e.

 

Yûnisî pêşniyaz dike ku li hember van kêmîneyan siyaseta dîskrîmînasyona erênî bihête peyrew kirin, jiber ku, wekî ew derdibirre, li van navçeyan “paşdemayîneka dîrokî” heye. Gelo bi baweriya Yûnisî paşdemayîna van gelan ji cewher û siruştê wan serçave werdigire?

 

Eger wisa be divêt Yûnisî wekî nijadperest bihête destnîşan kirin, yan na eger ev paşdemayîn jiber hokarên din be, dikare şirove bike ka piştî 39 sal hukmdariya Komara Îslamî çima heta niha ev navçe paşde mane û hikûmet û dewleta Îranê jibo pêşvebirina van navçeyan çi kiriye.

 

Di rastiyê de helmeteka wisa ya geşepêdana navçeyên kêmîneyên ne-fars neketiye rojeva dewleta fars ya Yûnisî, jiber ku siyaseta ku dewleta fars li Îranê li hember kêmîneyên etnîk peyrew kiriye siyaseta kolonîzasyonê bûye; kargêr û karmendên welatê kurdan û kêmîneyên din fars bûn ne ji xelkê xwecihî, siyaseta aborî li herêmên kurdî siyaseta talankirina samanên siruştî bûye – vê dawiyê ava Rojhilatê Kurdistanê jî dibin Ecemistanê -, perwerdeya bi zimanên xelkên xwecihî ticarî neketiye rojeva kar û xebatên hikûmetên merkezî yên fars, li hemberî daxwazên rewa yên neteweyên kolonîzekirî ji berê ve hêza serbazî ya çewsîner hatiye bi kar anîn û ticarî ji van neteweyan nehatiye pirsîn ka dixwazin bi çi şêweyekî bihêne hukimranî kirin.

 

Praktîkên bi wî rengî tenê dikarin wekî taybetmendiyên siyaseta kolonîzasyonê bihêne pênase kirin. Dîskrîmînasyona erênî bi rexekî, bila hikûmeta fars heta niha dîskrîmînasyona nerênî nekiriba ku bawerî bi semîmiyeta hukimranên wê yên wekî Yûnisî bihata.

 

Lê di vir de Yûnisî li rastiyekê mukir dihêt gava ku dibêje “di Îrana îslamî de ku piranî şîeyê dozdeh îmamî û fars in, bi awayekê siruştî, qanûn wisa hukim dike ku hertim derfetine zêdetir di xizmeta pirîneyê de bin.” Ango Yûnisî serdestiya pirîneya fars ya şîe wekî qanûna siruştê pênase dike ku delîveyên jiyan û derbirrîna zanavê zimanî û kulturî bo qewmê fars rewatir ji yên din e.

 

Di vir de Yûnisî bi gotara xwe ya berê re dikeve nakokiyê ku gotibû “nabe ti hemwelatiyê rade yek û rade du di Îrana Îslamî de hebe.” Zêdebûna derfetan jibo farsan û kêmbûna heman derfetan bo ne-farsan dihête wateya afrandina hemwelatiyên rade yek û rade du. Yûnisî herwiha derbirrîna xwastekên rewa yên neteweyên ne-fars li Îranê bi “fitne” û “etnîsîzmê” tawanbar dike.

 

Îran wate Fars  

 

Wisa xuyaye piştî çend salan Yûnisî çûye ser xeta endamên Ferhengistan yan Akademiya Zimanê Farsî li Tehranê ku li dijî çespandina madeya 15 ya qanûna esasî ya Îranê rawestan û endamekê wê dezgehê bi navê Mihemed Beqayî Makan di roja zimanê dayîkê de ragihand ku “Tikes nîne ku li dijî perwerdeya zimanê dayîkê be”, jiber ku ligor boçûna wî zatî “me ti [gelekê] xeyrî fars li Îranê nîne, em hemî fars in û fars ango îranî!”

 

Îran heta dawiya hukimraniya Qeceran bi awayekê nenavendî dihate bi rê ve birin. Paşê di serdema hikûmeta Riza Xanê Mîrpenc de siyaseta navendîkirin û farsîkirinê mil bi milê hevûdû hate peyrew kirin. Çend gelên ne-fars wekî kurd û lur, bextiyarî û mazenî li dijî hewlên navendîkirina Îranê rawestan.

 

Şorişa Simko li Kurdistanê, Mîrza Kûçek Xanê Cengelî li Gîlanê, Şêr Elî Merdan li Bextiyarî, Şêx Xezel li Xûzistanê û jenosîda milyon û nîv luran li Pêşkoh û Piştkohê di encama siyaseta farskirina Îranê de rû dan. Lê bi rexma jenosîd, asîmîlasyon û siyaseta kolonyalîzmê hîn jî kurd, lur û gelên din ên Îranê zindîtir ji berê li zanavên xwe yên zimanî û kulturî xwedî derdikevin. Derza di navbera fars û ne-farsan li Îranê roj bi roj kûrtir dibe.

 

Encam

Îran welatekê pir-netewe bû û niha jî pir-netewe ye. Lê hukimranên fars dixwazin bi endazyariya etnîk bi rêka tehrîfa dîrok, ziman û kulturê ecemistanekê ava bikin ku ligor têgeha netewe-dewleta jakoben divêt têde yek netewe, yek ziman, yek kultur, yek ala û yek dîn hebe.

 

Lê jibîr dikin ku serdema netewe-dewletên jakobenîst derbas bûye û heger ev hukimran di vê siyasetê de pêdagiriyê bikin, dûr yan nêzîk hemî neteweyên ne-fars dê ji îranîbûnê havî bibin û welatekê bi navê Îranê dê, wekî Sovyetê, tenê di rûpelên kitêbên dîrokê de bihête dîtin.

 

Emperyalîzma farsî ya Riza Şah bi mirina wî li Johannesbourgê ji nav çû û emperyalîzma farsî ya Komara Îslamî dikare di çend dehsalên din de bibe sancûya jidaykbûna çend dewletên serwer yên Kurdistan, Belûçistan, Gîlan, Talişistan û dewleteka çolistanî li çolên Kevîr û Lûtê bi navê Farsistan.