Vekişîn ji hikûmetê yan ji proseya siyasî

Reftara îro ya kurdan li gel Bexdayê wiha tî dîtin ku boykotkirina tevahiya proseya siyasî ye û ne ku tenê boykotkirina hikûmeta Malikî ye, ev jî roj bi roj ziyaneke zêdetir digihîne kurdan û dibe ku di berjewendiya Malikî de bi dawî bibe.

 

Li gel her rojeke boykotkirinê, kurd hino hino îzoletir dibin û pêgeha Malikî jî bihêztir dibe û ew xwe bi Bexdayeke bê kurd re li hev tîne.

 

Di demekê de ku kurd dibêjin em şirîkên sereke li Iraqê ne, vekişîna kurdan ji parlamentoyê nameyeke din digihîne. Rast e hikûmeta Malikî ji derencama lihevkirina siyasî dirust bû û niha jî ew lihevkirin nîne, lê parlamentoya Iraqê li gor destûr û wê hilbijartinê maye ku nûnertiya vîna xelkê dike.

 

Berevajî wezîran, parlamenter berpirsyar in li hember kesên ku deng dane wan. Pêwist e karê xwe bikin wek nûnerên gel, ne ku tenê listen siyasî. Pirraniya biryar û yasayên ku kurd li dijî wan bûn di dema borî de, dikarin îro bên qebûlkirin, ger parlamento hejmara yasayî ya endamên xwe temam bike ji bo girêdana civînê.

 

Herwiha yek vekişîn her bi yek nûçeyê ji bo çend rojan dimîne û hew, lê beşdariya li Bexdayê û derketina derve ji hola parlamentoyê bi şêweyekî rojane, dibe siyaseteke baştir.

 

Vekişîn ji hikûmetê guşaran dixe ser Malikî, vekişîna ji parlamentoyê, guşarên li ser wî kêmtir dike. Kurd tên ku di nav nûçeyên Bexdayê de nemînin û ew valahiya ku dirust kirine jî, ji aliyê rikaberên wan tê tijîkirin.

 

Rast e vekişîna ji hikûmetê biryareke siyasî ye, lê vekişîna ji parlamentoyê bê behane ye. Endamên kurd ên parlamentoyê dikaribûn li Bexdayê bin û li gel medya û endamên din ên parlamentoyê li Bexdayê kar bikira ji bo zelalkirina vekişîna ji hikûmetê ji raya giştî re. Niha wiha tê dîtin ku kurd doza gelek tiştan dikin û ger bi dest nexin, vedikişin. Pêwist e kurd hewl bidin vê dîtinê biguherin.

 

Kirîza niha ya di navbera kurdan û Bexdayê de dibe ku xerabtirîn kirîz be ji wexta ku “Iraqa nû” çêbûye û tiştê ku kirîz xerabtir kiriye, ew valahî ye ku li Bexdayê di encama nexweşketina mam Celal de, dirust bûye.

 

Heta dema nivîsandina vê gotarê, ne serokayetiya komar û ne parlamento û ne civata wezîran ti kesekî kurd di wan de tine. Hertim kurd dilgiran bûn ji qelsiya hebûn û bandora wan li paytextên dewletên ku li wan dijîn. Vê carê beşekî zêde yê çewtiya nemana wan li Bexdayê, gunehiya kurdan bi xwe ye.