Piştî Şingalê dora Silêmaniyê ye

Çawa ku nifûz û çalakiyên PKKê yekemîn car di sala 2003ê de li Şingalê di bin navê Partiya Pêşketinxwaz a Êzidiyan li navçeya Şigalê dest pê kir (Paşî navê wê kirin Tevgera Demokratîk a Êzidiyan TEVDA), heman awayî PKK bernameyek amade kiriye li herêmên bin desthiladariya YNKê kar dike.


Partiya Çareseriya Deokratîk a Kurdistanê (PÇDK), ku ji bo Başûrê Kurdistanê hatibû damezrandin, nekarî armancên PKKê pêk bîne. Lewma piştî destpêkirina krîza Sûriyê û bi navbeynkariya Îranê lihevkirina PKKê û PYDê ya ligel rejîma Esed, PKKê rasterast li ser Silêmaniyê, Helebce û herêmên Raperîn û Germiyanê dest bi kar kir.

 

PKK li van herêman, bi piştgirî û çavgirtina berpirsên xwecihî, civînên berfereh ên girseyî dike. Di van çalakiyan de PKKê hewl dide ciwanan an rasterast tevlî nav refên xwe dike yan jî hand ide pêwendî bi Heşda Şeibî ve bikin.

 

Bê helwestbûna YNK û Goran a li van herêman û bêhêvîbûna gel, valatiyeke civakî û girseyî yê berfireh ji bo karê siyasî û serbazî ya PKKê ava kiriye. Makîneya ragihandina partiyên Silêmaniyê jî 24 demjimêran xizmeta wan dike. Di hemû şkestinan de jî wan weke qehreman binav dikin. Vê yekê jî tenê ji bo karvedana li dijî PDKê dikin. Ew tişta ku bixwe nikarin li dijî PDKê bikin, hêvî dikin ku PKK bikare ji bo wan bicîh bike.  

 

Girifta sereke ya deshiladarên Silêmaniyê ew e, ku hê jî li mahiyeta PKKê fêm nekirine û nikarin balansa hêzê ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn baş bixwînin. PKK bi xweşî yan nexweşî ji Şingalê derdikeve. Bi tevê hemû gef û guvaşên berpirsên PKKê yên di Newrozê de kirine, PKK naxwaze ligel PDKê bikeve nav pevçûnekê (di bin ve ligel PDKê di nav guftûgoyan de ne). Çimkî PKK dizane li hember wan gelek kartên guvaşê di destê PDKê de ne.

 

Lewma ew armanca îro PKK li ser kar dike, bernameya Îranê ye, baladestiye li Zona Kesk û Nîlî, ne ya Zer. Lewma hêviya wan a têkbirina PDKê ya bi destê PKKê, karekê bê feyde û bê encamp e. Eger YNK bi destê xwe weke salên 2000î PKKê nede sekirnandin dê di nav mala wî de kavilbûneke mezin çêbibe.

 

 

Xeta trênê yan korîdor?

 

Serokomarê Îranê di çend rojênd erbasbûyî de li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê behsa xeta trênê kir, ku tê plankirin ev xet bi rêya Başûrê Kurdistanê ve Îranê bigihîne Deryaya Spî. Ji bo Îranê, sînrorên Sûriye, başûrê Lûbnanê û xiraxên Deryaya Spî xwedî giringiyeke stratejîk in. lewma ji destpêka krîza Sûriyê ve Îran behsa vê korîdorê dike.

 

Di yekemîn pêngava xwe de jî Berhem Salih, ku serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê bû, li dijî plana “Korîdora Îranê” sekinî û paşeroja xwe ya siyasî ya di nav hikûmraniya YNKê de kire gorî, rê neda Îran bi rêya Başûrê Kurdistanê çek û teqemeniyan ji rejîma Esed re bişîne.

 

Gelek rêyên din hene da ku Îran xwe bigihîne Sûriyê. Lê bi qestî vê armanca xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê pêk tîne da ku nav mala kurd tevlîhev bike. Kar dike da ku vê korîdorê ji nav axa Başûrê Kurdistanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bike. Îran dixwaze vê yekê li hember egera avabûna dewleteke serbixwe bikar bîne.

 

Îran jî baş dizene ku paşeroja Başûrê Kurdistanê bi hemû şêweyekê xwedanê garantiyeke navdewletî ye û tê parastin, lewma dixwaze cihê piyê xwe qahîm bike. Nexwe dê gef bigihin ser sînorên wî û eger ev korîdor nemîne dê serdestiya wî ya ser Sûriye û Lûbnanê jî qels bibe. Lewma ev korîdor tenê ne rêyeke ewlekarî û leşkerî ye. herwiha xedekeke şîeyan e ku di nav axa suniyan de derbas dibe û hemû armancên wê jî amade ne.

 

Ebûbekirê siyasî!

 

Karvedana li hember gotinên Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Helednî, ku xwestibû YNK li hember PDKê elektrîk û petrola Duhok û Hewlêrê bigre, du awayî bûn; Partiyan bi rewangeha hîzbî ve bersiva van gotinan da û di torên civakî de êrîş birin ser. Du parlamenterên pispor jî ji wan re eşkere kirin, ku piraniya çavkaniyên xwezayî di bin desthilata PDKê de ne.  

 

Heta vê derê zelal e, lê pirsgirêk di vir de ye, ku em bizanin Ebûbekir Helednî kî ye? Gelo kesayetekî asayî ye (Ji nifşa teneke), ku tenê li ser facebookê deng ji wan derdikeve, hemwelatiyekî asayî ye yan îslamiyekî bi nav “nûnerê gel” e?

 

Kesên weke wî birêzî, k user û binê zimanê wan “xema gel” e, dibe nîştecihên Hewlêr û Duhokê weke kurd jî nebînin. Bi nêrîna wan hemwelatiyên Hewlêr û Duhokê ne hemwelatiyên vî welatî ne, ne misliman in, ne birayên wan ên olî û ne jî mirov in.

 

Heta ku hemû çavkaniyên enerjiyê di binb destê YNKê de jî bin, çawa parlamenterek dikare rê bide xwe û pêşniyareke wiha ji bo çareseriya krîza siyasî bike? Bila xelk bê elektrîk û birçî bimîne, cenabê wî jî bigihe armanca jiyana xwe ya herî bilkind, wate bigihe siyaseta xwe.