Sêgoşe
Erebkirin û bîranîn!
Metirsiya nifşa bê ya Ereban a berhemanîna şêwazeke din a Erebkirinê li Herêma Kurdistanê, ji Erebkirina ku desthilatdarên Îraqê di heyama 100 salên borî de wekî çekeke siyasî ji bo guhertina demografiya Kurdistanê bi kar anîn, pir xofdartir e.
Mebesta min ji nifşa bê ew Ereb in ku li ser navê karsazî, bazar û bazirganiyê bi salan û heya niha jî berdewam e, dêbavên wan rûbereke mezin a apartman, vîla, xanî û eqaran li bajarên Herêma Kurdistanê kirîne û dikirin.
Nifşên paşerojê yên Ereb ku bi saya zîrekiya dêbavên xwe û xeyalperestî û xêvikiya me bûne xwedî erd, mal û milkan, dê bibin sedema bingehîn a cureyekî din ê Erebkirina nû û tirsnak ku pêşîgirtina lê ne tenê zehmet û dijwartir e lê hema hema qet ne mimkûn e.
Dibe ku ji dûr ve prose asayî were ber çavê meriv lê di paşerojê de gava du nifşên Ereban lap mîna zarokên Kurd li vir bibin xwedî bîranînên cih û ev deşt, gelî, çiya, bax û daristan bibin parçeyek ji bîranînên wan, wê demê maska vê pêvajoya xeternak a Erebkirinê dê bikeve, pêvajoya ku îro desthilatdar û hukimdarên me seba karsazî û berjewendiyên xwe bi bafika tevgera bazarê û bazirganiya navxweyî metirsî û gefên wê betreng û xwerû kirine.
Ev her du nifşên paşerojê yên Ereb û yên piştî wan jê ku li vir xwedî milk in û dê bibin xwedî bîranîn jî qet ne wekî leşkerên artêşa Îraqê yên sedsala borî ne ku tenê ji bo erkekî li wan çiyayan bûn û her şev ji tirsa gef û êrîşên Pêşmergeyan ziravqetandî dibûn û qudûmên wan dişikestin.
Herwiha, ne wekî celadên saziyên ewlehî û sîxuriyê yên zordest ên rejîmên li pey hev in ku bi berdewamî li pêşber xezeba şoreş û serhildanê bûn û gelê Kurdistanê jî her tim hêvî dikir ku wan û saziyên wan ji holê rake.
Berevajî vê, nifşên paşerojê yên Erebên ku nola kîvroşkan çêlîkan tînin û nola mûristanan zêde dibin ku êdî wekî me Kurdan li vir xwedî zevî û milkdar in, wekî me bi bayê jîngeh û xwezaya vir mezin dibin, wekî me deşt, der, çem, çiya, gelî, şikeft, gir û taldeyên vir bost bi bost dinasin, wekî me ev der ji wan re dibe erdnîgariya zarokatiyê û bîranînên wan lê çêdibin.
Êdî wekî me Kurdan û zêdetir jî vê derê wekî milk û parçeyekî ji hebûn û nasnameya xwe dibînin û heke hest bi gefeke piçûk jî bikin ku dê Kurd van bîranîn û milkdariyan ji wan bistînin, dê çiyayên Kurdan ji wan bistînin û ji xwe re bikin çeper!
Hindikahî û kursiyên kotayê
Tirkmen, Aşûrî, Keldanî, Ermenî, Xiristiyan, Êzdî, Sabîe, Kakeyî, Şebek, Feylî, Zerdeştî û Cihû kemîneyên olî û neteweyî yên Herêma Kurdistanê ne. Ji bo ku wekî hindikahî hest bi mafxwarî û paşguhxistinê nekin jî, divê rêz li taybetmendî û mafên wan bê girtin.
Rêzgirtina li taybetmendî û mafên kemîneyan, bi romantîka siyasî û navlêkirina wan wekî (pêkhate) naçe serî, li şûnê divê vîna wan neyê çewisandin, destwerdana jiyana wan a siyasî neyê kirin û nûnertiya wan di saziyên qanûndanîn û bicihanînê de, ji nêrîn û pêşbirkeya di nav wan re bê hiştin.
Niha ku pirsa kursiyên kotayê li Herêma Kurdistanê bûye girêkeke hişk û aloz, nemaze ku gilî û pêşniyarên çareserkirina vê pirsgirêkê li ber destên Dadgeha Bilind a Federal in ku kursî li gor deverên erdnîgarî û li ser bazineyên cuda werin dabeşkirin. Çêtir e ku hîna derfet heye, ev girêk li Herêma Kurdistanê bi destan bê vekirin û nekeve ber dev û diranan, heke na dadgeh dê diranên hemûyan bişikîne!
Di koka xwe de, partiyên siyasî yên Kurdî ev av rijandine, loma jî hê lingên zêdetir tê de nehatine werkirin, hewce dike ew bi xwe wê avê ziwa bikin. Ev jî bi hiştina meseleyê ji kêmneteweyan bi xwe re û destwernedana di jiyan û karûbarên wan ên siyasî de sergihayî dibe.
Di vê navberê de, dibe ku cihêkirina lîsta navê dengderên van kemîneyan (li ser hîmê statîstîkên Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê) ji lîsta giştî ya dengderên Herêma Kurdistanê, di heman demê de, tenê kom û partiyên siyasî yên hindikahiyan xwedî maf bin ku lîst û berbijêrên wan hebin, ev yek û bi wan re jî Herêma Kurdistanê bibe bazineyeke dengdanê û tenê dengderên wan hindikahiyan xwedî maf bin ku dengê xwe bidin lîst û berbijêran, çareseriya herî guncav ji bo vê pirsgirêkê be. Bi vê jî akam û encamên hilbijartinan çi dibin bila bibin, dê kemîne bi xwe berpirsiyariya xwe rakin û lomê li kesî din nekin.
A rast, li dewsa mijara kursiyên kotayan, divabû pêşbaziya aliyên siyasî yên Kurdî yên nakok têkildarî mijara mafên kemîneyan, li ser wê yekê bûya ka kîjan ji wan atmosfereke çêtir ji wan re misoger bike û bi wan re hevdeng be ku wekî şêniyên Herêma Kurdistanê postên serweriyê wergirin (wekî nimûne, Tirkmenek bibe cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, Mesîhiyek bibe cîgirê serokê hikûmetê).
Herwiha ku xema wan her xema kursiyên kotayan e, çima li dewsa hevrikî û nakokiya wan a li ser Tirkmen û Mesîhiyan, careke tenê jî li wê yekê nefikirîne ku Êzidî û Kakeyî jî wekî du kemîneyên diyar û kartêker, her yek li gor hejmara xwe, bibin xwediyên kursiyên kotayê?
Peymana xapînok!
Divê rik û kîna mirovê Kurd li hember xirabiya desthiladariya PDK û YNKyê, negihe asta ku ber pozê xwe nebîne û bi navê şîrove û ravekirinê, reş û spî tev li hev bike, hişyariya xelkê kor bike û wan bixapîne.
Bi rastî, danberheva rewşa siyasî, civakî, çandî û desthilatdarî ya welatên Ewropayê bi Herêma Kurdistanê re, xasma teorîzekirina li ser wê yekê ku divê Kurdek wekî Ewropiyekî bihizire, ne tenê sadegotin e, belkî nîşana cureyekî nezaniya bi dîrok û gelek tiştên din e jî.
Ji xwe rewakirina vê xwerûtiyê û veşartina vê nezaniyê, bi hinceta (peymana civakî) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (ne Rojavayê Kurdistanê!) ku qaşo Kurdên wir ji girêdana neteweyî û niştimanî bi wêdetir difikirin, bi serê xwe komediyek e!
Di rastiyê de, ev peymana ku navê destûrê lê danîne û berî PKK û PYDyê jî li vir li Başûr jê re li dahol û zirneyê dixin û tê fîtkirin, nexşerêya pratîzekirina dirûşma romantîk a biratiya gelan û projeya konfederasyona Rojhilata Navîn e ku bi sedema wê Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê wekî xwediyên dozeke neteweyî û niştimanî ya rewa, êdî pirsgirêka wan a ax û nasnameyê nîne û divê dest û tiliyên xwe bi biratiya sexte û bi tirkbûn û sûrîbûnê germ bikin.
Zelal û eşkeretir, ev peyman ji bilî xweradestkirina li hember zordestî û mercên wê projeya îdeolojîk ku armanca wê xwevedana ji doza neteweyî ya Kurdî û pirsa niştimanî ya Kurdistanê ye, ne tiştekî din e.
Ne baş e ku PDK û YNKyê li vir wekî partî û berjewendiyên hizbî ji xwe re îraqçîtiyê dikin û bi hişmendiya PKKê û mîna biryarsaziya Stalînîst a wê partiyê, ew maf û wêrekî bi xwe nedane û nadin ku bi destûra hizbî û peymana îdeolojîk, îraqçîtiyê li ser Kurdistaniyên Herêma Kurdistanê ferz bikin, çawa ku PKKyê li Bakur û Rojavayê li ser gelê Kurd ferz kiriye!
Nûrî Bêxalî