Nagorno - Qerebax di bin gefeke din a qirkirina nijadî de ye
Arshak Manukian*
Ji 12 kanûna yekem a sala 2022, komek azeriyên bi kincên sivîl ku xwe wek "çalakvanên jîngehê" dan nasîn (paşê gelek ji wan wek nûnerên xizmetguzariyên taybet ên Azerbeycanê hatin destnîşankirin û hinek kesayetên leşkerî yên Azerbeycanê jî tev li wan bûn), di bin navê metirsiyên sexte yên jîngehê de, Korîdora Laçînê girtin. Korîdora Laçînê tekane rêya jiyanê ye ku şêniyên Nagorno - Qerebaxê bi cîhanê ve girêdide. Dorpêçkirina Korîdora Laçînê di rastiyê de dorpêçkirina tevaya Nagorno - Qerebaxê ye çimkî 120.000 kesan ji wergirtina pêdivî û dermanan bêpar dihêle.
Xwezaya koordînekirî ya tedbîrên ku ji aliyê Azerbeycanê ve hatin wergirtin, di nav de bûyerên berê ku xelkên sivîl û jêrxana giring armanc girtin, belgeyeke din e li ser wê yekê ku girtina korîdora Laçînê di ketwarê de operasyoneke pêşwext plankirî ye û ji aliyê desthilata Azerbeycanê ve tê cîbicîkirin. Armanca Azerbeycanê ji vê yekê ew e ku ziyanê bigihîne xelkê sivîl û kirîzeke mirovî ya dorfireh li devera Nagorno – Qerebaxê dirust bike.
Bi rastî jî, girtina rêya Laçînê careke din nîşan dide ku ti siberojeke gelê Nagorno – Qerebaxê di bin kontrola desthilata Azerbeycanê de tune ye, çimkî ev desthilat siyaseta qirkirina etnîkî li hember wan dide meşandin. Di vê çarçoveyê de, divê cewherê pirsgirêka Nagorno - Qerebaxê ji civaka navdewletî re bêtir were zelalkirin.
Eşkere ye ku girtina Korîdora Laçînê ne tenê berovajî xala 6an a Daxuyaniya Sêalî ya 9ê mijdara 2020an e, ku li gor wê "Azerbeycan ewlehiya kes, wesayît û kelûmelên ku li ser korîdora Laçînê ji her du aliyan ve çûn û hatinê dikin, garantî dike", lê qanûna mirovî ya navdewletî jî binpê dike.
Dewlet û rêxistinên navdewletî yên curbecur pêşkêşkirina nirxandineke zelal a rewşê berdewam dikin û bang li Azerbeycanê dikin ku korîdorê veke bi rêya rakirina hemû astengiyan ji bo girêdanên veguheztina ewledar û bêasteng. Di vê derbarê de, balyozê amerîkî Robert Wood di civîna awarte ya Encûmena Ewlekariyê ya NY di 20ê kanûna duyem de, bi taybetî bang li "Azerbeycan û kesên din ên ku ji ewlekariya korîdorê berpirs in kir ku di zûtirîn dem de azadiya tevgerê, di nav de ji bo bikaranîna mirovahî û bazirganî vegerînin."
Di civîna Encûmena Ewlekariyê de, Fransa her wiha daxwaz kir ku "rêxistinên mirovî û ajansên NY, xasma Komîseriya Bilind a Penaberan a NY, bi awayekî yekser û bê astengî bigihin kesên ziyan dîtine di nav de yên bi rêya korîdora Laçînê".
Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan jî Azerbeycan pabend kir ku "Ji bo kesên nexweşên giran ku li Ermenistanê pêdiviya wan bi dermankirinê heye û yên din ku bê sitargeh li ser rê asê mane, bi ewlehî di korîdora Laçîn re biborin, hemî tedbîrên ku dikevin bin desthilata wê ya dadwerî de werbigire."
Ev cara yekê bû piştî zêdetirî du salan, ku Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan behsa tedbîrên nû yên demkî di dozên navneteweyî yên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de dike.
Rêxistina Human Rights Watchê jî herî dawî diyar kiribû ku "Aliyên ku rê û derdora wê kontrol dikin - ango desthilata Azerbeycanê û hêzên aştîparêz ên Rûs- divê derbasbûna wesayîtên ku kelûpelên însanî hildigirin garantî bikin û divê azadiya çûnûhatinê nesekine.
Eşkere ye ku Azerbeycan ne tenê her statûyekê, tew otonomiya astnizm a ermeniyan li Nagorngo – Qerebaxê red dike, di heman demê de garantiyên ewlekarî û mafên mirovan ên ku Ermenistan û navbeynkarên navneteweyî wek Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Amerîka daxwaza wan dikin jî red dike.
Azerbeycan hewldanên ku rê bidin her rêxistineke navneteweyî bigihêje navçeyê, di nav de saziyên mirovî yên girîng wek Komîseriya Bilind a Penaberan a NY û UNESCO, ji bilî Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, red û astengdar dike.
Di tebaxa îsal de, Komîteya nehiştina her cure cudakariya nijadî ya NY bal kişand ser wê yekê ku "Azerbeycanê Nagorno - Qerebax û gelê wê ji hemû cîhanê îzole kir û rê neda rêxistinên navneteweyî ji bo pêkanîna erkên mirovahî derbasî Nagorno - Qerebaxê bibin", tekez jî kir ku Azerbeycan navtêdana nefreta nijadî li dij ermeniyan berdewam dike.
Berdewamiya dorpêçkirina li ser Korîdora Laçînê ne tenê rewşeke îzole ye, lê ev belgeyeke din li ser tundûtûjiya sîstematîk e ku desthilata Azerbeycanê dimeşîne bi armanca cîbicîkirina qirkirina nijadî li ser gelê Nagorno – Qerebaxê, ev jî ji aliyê xwe ve belgeyek e li ser siyaseta jenosîdê ku ji hêla Bakuyê ve tê meşandin.
Tew heger têgiha jenosîdê yan gelqiriyê hîna zû be ji bo rewşa niha, lê dîsa jî nêta qirkirina etnîkî ya ermeniyên li Nagorno – Qerebaxê ji aliyê desthilatdarên Azerbeycanê ve nikare wek zêdegavî were hesibandin.
Gelek nîşanên sor hene ku egera cîbicîkirina wê nîşan didin, di nav de belgeyên li ser axa Nagorno-Qerebaxê ku niha di bin kontrola Azerbeycanê de ye, hevdemî propagandaya berdewam a nefreta etnîkî li dij ermeniyan.
Êdî ne pêkan e ku aştî û aramî li başûrê Qefqasyayê pêk were di şert û mercên siyaseta berdewam a Azerbeycanê de ji bo bikaranîna hêzê yan gefa bikaranîna hêzê û gotara berpirsên wê ji bo gurkirina şer û nefreta dijî ermeniyan.
* Konsulê Giştî yê Komara Ermenistanê li Hewlêrê