Roja helbesta Kurdî yan Mihricana Essenê li Almanyayê
Berî her tiştî roja helbesta Kurdî li Essenê îsal bi navê Efrîna birîndar di roja 21.10.2018an de hat lidarxistin, ku em tev dizanin Efrîn parçekî hêja ye ji Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.
Wek em zanin roj bi xwe ji bo helkefta bîranîna salvegera 34an a helbestvanê Kurd ê mezin Cegerxwîn e ku Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bi hevkariya Komela Hêlîn a rewşenbîrî li bajarê Essenê li Almanyayê ev çalakiya giranbiha li dar xistin.
Mihrican wek me hemûyan dît mihricaneke bêhempa bû ji hemî layan ve. Çi ji layê hazirbûnê ve û çi ji layê jimarê ve û çi ji layê rêxistinê ve û çi ji layê xelatan ve, wisa jî divê em ji bîr nekin ku keda komîta amadekar ku ji dil û can xebitîn û hiştin ku ev roja hêja bibe stêrkek geş di ezmanê helbesta Kurdî de li Essenê.
Bi rastî jimarek hêja ji xwendevan û rewşenbîrên Kurd qîz û keç û xort û malbat ku ji hemî deverên Almanya hatibûn em karin bêjin ku hazirbûnek taybet bû û ji yên berê cuda bû. Nêzî 20 hozanvanan jî helbestên xwe xwendin, helbet ji hemî astan bû renge reng bûn. Divê hin ji wan helbestan razî bin û divê hin jî na, lê dikarim bêjim ku ji xwe gulê bexçe wê hemî ne yek rengek bin.
Helbestvanên beşdarî vê çalakiyê bûbûn dor bîst kesî hebûn, bi hêvî me ku ez kesî ji wan ji bîr nekim : Alan Bêwar-Baranê Cûmê- Hawar Zahir-Ehmedê Xuristê- Ehmed Ezîz-Hefîz Rehman- Elwan Şivan-Can Kurd- Salih Cengo- Hejar Botanî - Keça Kurd -Gulîstan Awaz- Mehmûd Beko-Mihemed Ferman- Mîdya helbesta bavê xwe Jan Dost xwend- Xunav Xezewî- Imad Şêxanî- Zinar Ezam.
Mihrican bi sirûda Kurdî ya niştimanî (Ey Reqîb) dest pê kir wisa ji cemawer hemî xulek bêdeng li ser canê nemirên Kurdistanê bêdeng man, paşî gotina herdu yekîtiyan parêzer Cemîl Ibrahîm xwend û got ku di pêşî de bi navê herdu yekîtiyan ez bi germî bi xêrhatina we dikim û gelekî spasiya we li ser vê hazirbûna qeşeng dikim.
Mamosta Cemîl da xuyanîkirin ku ev mihrecana me berdewamiya ya ku beriya 25 salan li Efrînê çêdibû di sala 1993an de ku ji bo çûna helbestvanê mezin Cegerxwîn di 22.10.1984an de çêbûye. Parêzer Cemîl li ser asta helbesta Kurdî axivî li ser xwendina wê, rexne û pêşveçûna wê jî anî ziman.
Piştî bêhnvedaneke muzîkî ku hunermend Hisên Şakir û Alan Bêwar hawîra mihricanê bi deng û muzîka xwe xemilandin, desteya rêxistinê çend nivîskar qedir biha dangeş û spasiya wan hat kirin wisa jî ew xelat û nîşan kirin.
Qado Şêrîn hat xelatkirin
Bavê Zozanê ji komîta amadekar Qado Şêrîn wisa xelat kir: Nivîskarê bi xirecir, ku sed û yek seriyan bi hevre diêşîne belê serê ku naêşe jî ew girêdide, hevalê welêt, penaberê xerîbiyê ku 24 salan li Holendayê dijî wekî teyrekî baz timî tûrê pelnûsiyê liser pişta wî ye û bê hedan gul û nêrgizan di çol û beyarên welatê xwe de diçîne. Qado Şêrîn wisa li nav mezelan jî radize û xewnên ne xweş jî dibîne tenê ji bo parastina wêje û civak û edebiyata Kurdî. Sê pirtûkên Qado hene: Stranên Mihemed Şêxo -Serok û merok, Kurteçîrok - Ismaîl Emo, bîr û boçûnên wî. Sernivîserê beşê Kurdî di malpera Tîrêj de maye. Sernivîseriya Pênûsa Nû beşê Kurdî kiriye û 34 jimar jê derxistine 2012-2015an sala 2003xekata kovara Zevî ya pêşbirkeya kurteçîroka Kurdî wergirtiye. Qado Şêrîn di 1967 li gundê Nehroz navçeya Qamişlo çêbûye. Ji ber kar û barê Qado Şêrîn di warê ziman û helbestê de û ji ber keda wî di çêkirina roja helbesta Kurdî de komîta amadekar ew bi Bawernameya Rêzgirtinê nişan kir.
Kekê Qado jî spsiya komîtê kir û got: Rêzgirtin li ba min bihatir e ji xelatê lê çima ez? Wek em dizanin ku di sala 2008an de çend helbestvanan ev mihrican li Ewropayê damezrandin wek dûmahî ji ya Nebî Horo re ku li Efrînê dihat sazkirin, ew jî ev bûn Xunav ku niha hazir e di nêv me de ye wisa ji xwedê jê xweş Arşevê Oskan û Elî Can paşê ez û Inayet Dîko jî em tevlî wan bûn. Komela Nûbihar li Essenê karê wê qet di vî warî de nayê jibîrkirin.
Dîko: Min îro Efrîn dît!
Piştre mamoste Inayet Dîko jî hate nişankirin bi bawernameya rêzgirtinê ku wî jî wiha got: Min îro helbest dît min îro Efrîn dît min îro xweliya Efrînê ya şewitî dît, lê şewat li ba hin miletan çandeke serbixwe ye, miriyê xwe dişewitînin qene xweliya wan bibin zozanan bibin çiyan wê xweliyê diavêjin dirjînin ser gul û sosin û rîhanan ji bo nêrgizên biharê careke din bipişkivin, ji bo bihara ku bê careke din bi rengê Newrozê bê xemilandin, erê Efrîn şewitî ye lê ez bi hêvî me ku hestê we neşewite Efrîn bi we zindî dibe wekî din jî bi hêvî me ku helbestvan guh bide reng û şêwazê helbestê bela hayi i xeftanê wê yê bedew hebin.
Mamosta Hejar Botanî jî kurtejiyana lehengê windayî Ebdilkerîm Mecîd Ferman xwend ku kar û xebateke dûr û dirêj ji bo çand û hunera Kurdî kiriye ku hîn li welat bû mijûlî komên folklorî dibû wisa mala wî bûbû cihê civîn û civatên wêje û helbest û strana Kurdî. Û ji ber ku rêzdar Ferman ne rehet bû, lawê wî birêz Ibrahîm helbesta bavê xwe xwend wisa ji bawernameya wî wergirt, bi hêviya ku nexweşê me êşa wî zû here lê bibe ava kewserê çêtir bibe ji berê.
Vejîna Kurd hat xelatkirin
Hêja Elwan Şivan xelata mihricanê nîşan kir ku îsal ji para Efrîna birîndar bû ku şensê keça delal Vejîna Kurd derket. Bi berfirehî mamosta Elwan li ser jiyan, xebat û pirtûkên Vejînê axivî û got: Keça Kurd Vejîn li Efrîna birîndar di sala 1975an de çêbûye, xwendina xwe ya sereteyî li dibistanên deverê derbas kir ji xweza û xwerista herêma Efrînê fêrî Alfabêya jiyanê bû. Eşqa zimanê Kurdî di reh û damarên wê de digere lewra pênûsa wê tenê bi tîpên latînî helbest, gotar û çîrokan dirêse.
Vejîna Kurd endama Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Efrînê ye. Berhemên wê: Xewnên Elendê, Helbest 2016 -Hawarine Efrînî, Roman 2018. Ji ber ku mamosteya hêja Vejîna Kurd li Efrînê dimîne nikarîbû bê mehrecanê hazir bibe, lewma xelata wê hevala wê Gulîstan Awaz wergirt û wisa ew da nasîn: Vejîna Kurd jinek ji jinên welatê min e, jineke Kurd e, hevala hevala xwe ye, dost û hevala min e.
Xelat wisa hatibû nîşankirin: Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê xelata Mihrecana Helbesta Kurdî diyarî Vejîna Kurd dike. Pîroz be 2018 Essen.
Di dawî de birûsknameyên ku ji aliyê rewşenbîr û nivîskar û helbestvanên Kurd ve gihiştibûn mihricanê hatin xwendin. Mihricana helbestê bi xwarina Kurdî ku wek firavînê ji bo beşdar û amadebûyan hatibû çêkirin xilas bû.