Kêşeya Goran ligel desthilata PDKê

27-09-2013
WLADİMİR VAN WİLGENBUR
A+ A-

Tevgera Goran di encama hilbijartinên îsal de hejmareke baş a kursiyên parlementoya Kurdistanê bir. Lawaziya YNK, weke encameke ne amadebûna Talebanî, hevkariya Goran kir ku dengên zêdetir bidest bixe. Lê kêşeya Goran bi berdewamî ew yek dibe ku PDK hey bihêz dimîne. Tenê dubendiyeke navxweyî di hundirê PDKê de derfetê ji Goran re peyda dike ku bihêz derkeve.

 

Di hilbijartinên sala 2009 de Goran 25 kursî anîn. PDK û YNK jî li şûna 75 kursiyan, 59 kursî bi dest xistin. Rapirsî û encamên destpêkê nîşan didin ku PDK pirraniya dengan bidest dixe û hikûmetê pêk tîne, Goran jî careke din zora YNKê dibe.

 

Silêmanî tenê ji sedî 43ê dengderan lê hene, Hewlêr û Dihok jî ji sedî 57ê dengderan li xwe digirin. Ev nîşan dide ku Goran dikare zora YNK bibe û cihê wê bigire, weke duyem partiya xurt di siyaseta Kurdistanê de. Lê partiyên îslamî nikarin bibin hêzeke karîger.

 

Tew eger Talebanî jî bimire, Goran nikare wiha bike ku dengder li Dihok û Hewlêrê pişta xwe bidin PDKê.

 

Yek ji kêşeyên mezin ên Goran ew e ku pirraniya dengderên kurd ji bo karên xwe pişta xwe bi hikûmetê girêdidin (yanî bi PDK û YNK), lewma jî her çiqasî gellek kes ne dilxweş in bi pirsên weke gendelî, giranî û tendirustiya xerab, lê deng nadin Goran.

 

Goran dikare di hilbijartinên civata parêzgehan de jî, ku di Mijdara bê de tên kirin, zora YNKê bibe. Lê dijwar e ku zora PDKê bibe. Herwiha zehmet e Goran û Îslamî bikarin 56 kursiyan li parlementoya Kurdistanê bi dest bixin.

 

Lewma tenê eger hat û Goran bû hevpeymanê YNKê û partiyên opozisyonê jî di siberojê de li dijî PDK bin, wê demê ev yek dikare rû bide. Lê ev yek jî pirr dijwar e. Me dît jî ku Goran di Sibata 2011ê de nikarîbû serdestiya PDKê li Hewlêr û Dihokê lawaz bike.

 

Lewma tekane şens ji bo Goran ew e ku nakokî di nava PDKê de dirust bibin. Serokê Yekgirtû Selahedîn Behadîn di sala 2010ê de ji berpirsên Amerîkayê re gotibû ku PDK wê di navbera Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî de parçe bibe û kêşe jî li ser desthilatê ye.

 

Lê herkes dizane ku stratejiya eşîrger a PDKê wiha dike ku kêşeya nakokiya li ser serkirdayetiyê di nava PDKê de kêmtir be, weke ku di YNKê de heye. Eger wiha hat û Mesûd Barzanî mir, PDK qir nabe.

 

Balyozê Amerîkayê Christopher Robert Hill di sala 2010ê de têbînî kiribû ku heta ku Mesûd Barzanî saxlem be, di nava PDKê de nakokî beloq nabin. Lewma Goran divê bendewar be, yan jî divê ji nişkê ve guherîneke radîkal li Kurdistanê rû bide.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst