Ling an şûrê hundir

27-07-2022
Newaf Mîro
A+ A-

Civak û pêşiyên xwe kêm û nezan dîtin, vîrûsa kolonyalîzmê û nexweşiya bindestiyê ye.

Yên me diçin dibistan û perwerdegehên hin welatên din û bi taybetî yên dagirkeran, tên dibin "jîrik û zanayên" me û mamosteyên kolonyaîstan li ser civaka xwe.

Xelk qedr dide wan, ew jî dikevin çavê xwe û xwe di ser bav, bira û civaka xwe re dibînin. Tevî bi ked û xwêdana malbatê xwendin û bûne xwendekar, lê ew wê keda ku dibe donê çirayê nabînin. Ne ew xwe ne deyndarê wan, wan deyndar û xilmetkarê xwe dibîne. 

Ew wê rêzgirtin an hezkirin, an jî pêdiviya malbatê bi rengekî din li dijî wan bikar tînin. Fêrî çend peyvên utopîk û qelew dibe, qala Angola, Vietnam û Nîkaragua dike, pêre ya pêxemberên "wekheviyê" Marks, Engels, Lenin, Mao û Stalîn jî dike. Helbet ên qala Ayetan û Eshaba jî dikin ne kêm in. Qala bindestiya Filistînê dike, û "zilm"a Îsraîlê dike, lê ne zalimên xwe û ne jî mazlûmtiya pêşiyên xwe dibîne. Pesnê pêşiyên xelkên din dide û yên xwe jî kêm dike. Tevî ku heman mînak û mîsal di zargotin û çîrokên me de hene. 

Em qala yên malbata xwe di nîvê rê û bi tunebûnê, rebenî û neheqiyê re rû bi rû hiştine û bûne "devrîmcî" û "înternasyonalîst" û " mucahîd"  nakin. Tevî ku malbat dendika civakê ye, malbat têk diçe, civak pêre têk diçe. Îca ew cor û cefaya malbatan a li ber deriyê zindana û nûçeya jî meseleyeke din e.

Ew "xwendekar"ê me êdî xwe ji tebeqeyeke din dibîne. Bi tîtelên weke Dr, Prof, Parêzer, û gelek navên din xwe dide pêş, tevî ew Tîtel wateya wan bi çand, ziman û dîroka me re tuneye. Ew bi pergala kolonyal, a di mejiyê wan de saz bûye, rêveberiyê û "rêber"iyeê dike. Herî kêm xwe wûsa dibîne. Dagerkerî jixwe awaz e, ew jî her stranbêj e. Li her civatê û civînê gotin a wan e, mûzîk/pergala kolonyal sazkar e. Ew jî solîstê dikê ye. Ew nikare biavêje dewlet û hişmendiya kolonyalîst, biavêjê tê girtin û berdan. Ji bo navûdengê wan ew jî "başe". Dibe mêr û qehremanê ji berfê û balona dagerkera, piff dikine heta diteqe û yan heta diçilmise. 

Mirov çendîn, ji dîrok, çand û kevneşopiyên xwe dûr dikeve, ew qasî pûç dibe û dibe mirovê ji aliyê pergalên serdest ve, mirovê çêkirî. Ango; mirovê qelp/sexte. Bazara kolonyal bi peyv, çand, dîrok û mirovên qelp dagerkiriye. 

Çawa her giha li ser qurm û bi dendik yan berê xwe şîn tê, mirov jî li ser hişmendî, ziman, dîrok û bi pergala xwe ya xwerû heye. Gava meriv xwedî li dîrok û serboriya xwe xwedî derkeve ew duristî ye, û ne neyartiya xelk û civakê din e. Gava meriv xwedî lê dernekeve û nede pêş û xwedî neke, ew nayartiya xwe ye û alîkariya "dijmin"e, yan kolonyalîzmê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Deham Ebdilfettah / Wêne: Rûdaw Grafîk

Kovar an Govar?

Ev her du peyv bi wateya "magazine – مجلة" tên xebitandin û her du jî di nav nivîskar û zimanzanên Kurmancîaxêv de bûne cihê gengeşe û gotebêjê