Omer Nûredînî
Yek ji erkên qanûnî yên serokê Herêma Kurdistanê destnîşankirina roja pêkanîna hilbijartinên parlamentoyê ye. Hilbijartina gera şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê li derveyî vîn û xwesteka serokê Herêma Kurdistanê çar caran hat bipaşxistin.
Cara yekem ku 01.10.2022 hatibû destnîşankirin, ji ber ku gera pêncem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê temenê xwe yê qanûnî dirêj kir, bi derengî ket û nehat kirin.
Cara duyem ku 18.11.2023 hatibû destnîşankirin, piştî wê yekê bû ku Dadgeha Bilind a Federal yasaya dirêjkirina gera pêncem wekî nedestûrî hesiband û wisa jî serpereştiya hilbijartinê ket hêla komîsyona Îraqê û wê jî bi sedema mijûlbûna bi pêkanîna hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê, daxwaza bipaşxistinê kir.
Cara sêyem ku 25.02.2024 hatibû destnîşankirin, bi sedema derketina biryara Dadgeha Bilind a Federal li ser nedestûrîbûna çend made û bendên yasaya hilbijartinan, divabû bihata bipaşxistin.
Cara çarem ku 10.06.2024 hatibû destnîşankirin, dîsa nehat kirin.
Di rastiyê de, çend sedemên vê bipaşxistina dawî hebûn. Berî her tiştî, derketina biryareke pêbendkar ji hêla Dadgeha Bilind a Federal ve bû. Ev biryar girêdayî ragirtina rêkarên pêkanîna hilbijartinê bû.
Sedem jî ew bû ku doz û gilînameyeke qanûnî ji hêla birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşkêşkirin. Doz li ser rêgezên Komîsyona Hilbijartinê yên girêdayî xelekên hilbijartinê û dabeşkirina kursiyan bû. Vê yekê bandor li nexşeya dema hilbijartinê kir.
Dawiya dawî roja hilbijartinan hat diyarkirin!
Werhasil, wekî ku eşkere ye, bi biryarnameya Serokê Herêmê demeke nû hat destnîşankirin ku (20.10.2024) e. Em hêvîdar in ku hemû alî pêbendî vê dema nû bibin û hilbijartineke pak û paqij were kirin.
Bi qasî ku têkildarî serokê herêmê ye, di van bipaşxistinan de, du bijarteyên sereke li ber destê cenabê wî hebûn:
Yekem: Rijdbûna li ser pêkanîna hilbijartinan di dema destnîşankirî ya berê de, ango 10.06.2024). Ji ber gelek tiştan, ev vebijêrk dê bibûya sedem ku hilbijartin krîzeke siyasî ya aloz derxin holê. Biryara Dadgeha Bilind a Federal derbarê yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, ji gelek aliyan ve bû cihê nîşe û têbîniyan.
Encamên biryarê jîngeha siyasî ya herêmê wer aloz û tevlihev kir ku ne tenê bi kêrî pêkanîna hilbijartinan neyê, tewra tije metirsî bibe. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û partî û aliyên siyasî yên pêkhateyan karta boykota hilbijartinê bi awayekî vekirî nîşan da.
Nîşe û têbîniyên sereke jî ev bûn: Windabûn û tarîbûna çarenivîsa kursiyên kotayê, pirsgirêkên teknîkî wekî nexwendina tilîmorê û egera bêparbûna bi sed hezaran welatiyî ji mafê destûrî û qanûnî yê dengdanê, bi ser de jî biryara Dadgeha Federal desthilata dadgerî ya herêmê ji mafê pêkanîna desteya dadgeriya ya taybet bi tanegirin û gilîkirinên li ser hilbijartinan bê par hêla û mijar radestî desthilata dadgerî ya federal kir. Ev di demekê de ye ku hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê ye!
Di rewşeke wiha de û bi hebûna van nîşe û têbîniyên lojîkî, qanûnî û realîst, bê guman pêkanîna hilbijartinê di meha hezîrana îsal de, dê Herêma Kurdistanê di nav krîzeke siyasî ya dijwar de wer bikira.
Barzanî nehêla ku herêm gêrî nav aloziyeke kûr bibe
Ha li vir, divabû serokê Herêma Kurdistanê wekî nûnerê bilind ê gelê Herêma Kurdistanê û parêzvanê qewareya wê ya siyasî û destûrî, astengî, gef û metirsiyên ku piştî diyarkirina dema hilbijartinê derketin holê û li ber pêkanîna hilbijartinan dibûn kelem, bi baldarî rave bikira. Ji gumanê dûr bû ku boykotkirina partiyeke siyasî ya xwedî giranî û deng nola PDKyê ku partiya sereke ya avaker û parêzvana qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye, her wisa beşdarnebûna pêkhateyan di hilbijartinê de û nebûna wan di parlamentoyê de, hilbijartin û parlamento ji wate û bandora wan a rastîn bê pişk dihişt û herêm ber bi çala nearamiya siyasî û dubendiyeke nexwestî ya din ve gêr dikir.
Loma asayî, yasayî û aqilane ye ku serokê Herêma Kurdistanê rê nede ku herêm gêrî nav aloziyeke wiha bibe. Her wisa li bijarte û çareyeke din a wer bifikire ku ne tenê bê ziyan be, li şûnê wiha bike ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê armancên xwe yên nûkirina rewatiyê û kemilandina pergala siyasî ya Herêma Kurdistanê sergihayî bike.
Vebijêrka duyem: Bipaşxistina hilbijartinan ji bo demeke din a wer ku derfetê biafirîne ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hevahengîkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel desthilat û aliyên federal, hikûmet, parlamento, Komîsyona Hilbijartinan, Desthilata Dadweriyê ya Federal û Dadgeha Bilind a Federal seba dîtina çareyên qanûnî yên têkildarî veqetandina kursiyên kotayê. Ev hewl hatin dayîn û encamên wan jî baş bûn. Kursiyên kotayê hatin sererastkirin û bi terxandina 5 kursiyan ji bo kotayê mijar heta radeyekê hat çareserkirin.
Dirêjkirina wîlayeta Encûmena Komîsarên Hilbijartinê ku destpêka meha heftan kuta dibû, ev jî hat çarekirin û Parlamentoya Îraqê dema wê heta serê sala nû dirêj kir, sererastkirina pêkhateya desteya dadweriyê ya taybet bi tane û gilînameyan (Ev li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê hat bicihanîn), misogerbûna mafê dengdanê ji hemû welatiyan re û bêparnebûna wan. Ji bo vê mebestê jî komisyonê deriyê xwetomarkirina biyometrîk vekir, her wiha derfet ji bo pêwendî û gotûbêjên li gel partî û aliyên siyasî peyda kir û beşdarbûna wan piştrast kir…hwd.
Nebûna destûrê çavkaniya hemû pirsgirêkan e!
Rast e ev vebijêrk bû sedem ku hilbijartin çend mehan dereng bikeve lê ger em wê bi vebijêrka yekem re bidin ber hev, em dê bigihin vê encamê ku derengketin dê bibe sedema berdestbûna bingeheke siyasî ya baştir, zelalbûneke çêtir a rêkarên qanûnî û nehêlana arîşeyên teknîkî. Ev hemû bi hev re egera serketina pêvajoya hilbijartinan bi awayekî ku di berjewendiya gel, qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê de be, misoger dikin.
Li gorî vê nêrînê û bi liberçavgirtina rêgeza ku carinan pêwîstî xwe disepîne û berjewendiyên bilind ên gel û welêt di ser hemû berjewendiyan re ne, tevî hebûna hin sedemên din ku me berê behsa wan kir, di encamê de serokê Herêma Kurdistanê biryarnameya destnîşankirina demeke nû derxist. Li vir guncav e ku em behsa nêrîn û doktrîna serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî derbarê biderengîketina mijara hilbijartinan de bikin.
Bi baweriya wî, gelek pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê, hemû bipaşxistinên hilbijartinên parlamentoyê jî di nav de, encama wê yekê ne ku destûra me nîne. Heger destûra me ya Herêma Kurdistanê hebûya, em bê gav nediman hilbijartinê bi paş bixin û em rastî hevrikiyên piştşikên ên li ser sererastkirina qanûna hilbijartinan jî nedihatin.
Loma girîng û pêwîst e ku danîna destûra Herêma Kurdistanê di siberojê de bibe yek ji armancên herî bilind û hevpar ên hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse